Nivîsar

Li Başûr dewleta partiyê heye

Piştî Hilbijartinên serokkomariya Tirkiye serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê Erdogan pîroz kir û li gel Erdogan behsa pêwendiyên navbera Hewlêr û Enqere kir. Herweha serokwezîrê Kurdistanê di konferansek çapemeniyê de behsa naveroka hevdîtina xwe û Erdogan kir.Îmam Taşçier parlementerê HDPê yê Diyarbekirê di konferansek rojnemevanî de, ev helwesta serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rexne kir.Parlementerê HDPê Taşçier dide xuyakirin ku nabê Barzani pişgiriya operasyona Qendilê bike.Taşçier dibêje: Eger kurda di nava xwe de yekitiya xwe pêkanîbûna, kongreya Netewî bihata avakirin,tu partiyek yan dezgehek hêvî ji dîktatorê welatekî nakira. Ji bo vê dive yekitiya kurda pêkwerê. Eger ev yek pêk were tercihên bi vî awayî çênabin.Îmam berdewamiya gotina xwe de dibêje: Ev haletên bi vî avayî dîrokê de gelek çêbûne.Evê tu feyde neda kurda.Li Kurdistana Başûr dewleta Partiyê heye.Kurdên Başûr bihatan ba hev, PDKê bi sere xwe nikariya vê yekê bike.Ji berî her tiştekî eger biçekî kesayeta Taşçier hebûya , dê behs bikira ku ji bo çi HDP nikarî li gel Partiyên Kurdistanî li Bakur yekitiyek ya Hilbijartina pêkanibûya. Partiya ku Taşçier parlementerê wê ye, xwe partiya Tirkiye yan partiyek Kurdistanî dide nasandin. Eger Taşçier nekaribe bersiva vê yekê bide , tu mafê wî tuneye rastiya berevajî bike û serokwezîrê Kurdistanê rexne bike.Taşçier  dibêje: “Li Başûr dewleta partiyê heye. “ Gerek Taşçier navê vê partiyê bêje û bi mêrani rexna xwe bike, di bin gotinên weşartî de nabê mirov bi mejiyê PKKê gotina bêje û lê xwedi dernekeve.Ew rêxistina Taşçier xwe parastiyê ji bo kursiyek yê parlementoyê, hêviya xwe dewletên wek Îranê û Iraqê ve girêdaye. Lê Taşçier behsa vê yekê nake û nikare bike.Nêçîrvan Barzani serokwezîrê Kurdistanê ye û gelek normal e ku, di hilbijartinan de serokkomarê Tirkiye pîroz bike.  Herweha behsa pêwendiyên navbera du welatan bike. Barzani serokkomarê Îranê jî pîroz kir û heta serdana vî welatî kir.Gelek tişt hene ku mirov di derbarê vî ne camêrî de bêje. Lê rasti ew ne layiqe ku mirov behsê bike.Kanala Televizyona Rûdaw û K24 ,ji ber ku rojane behsa konferans û çalakiyên HDPê dikin, li gel HDPê bernameyan çêdikin, lê balkêşe ku qet behsa konferansa parlementerê HDPê Îmam Taşçier nekirin.Gelo ev ne erkê waye ku behsa vê nûçeyê bikiran û nirxandin û şirova di vê derbarê bikiran ku xelkê rastiya vê pirsê bizanibûya.Nûçe / Analiz

Back to top button