Nivîsar

 Li Cîhana “Berê” û Ya  “Nû” Çarenivîsiya Neteweyan û Neteweya Kurd

 Îbrahîm GUÇLU([email protected])Ev sal di meha îlonê de ji aliyê mefê çarenivîsiya miletan de du bûyerên dîrokî û girîng hatin holê. Bûyera yekemîn, li Başurê Kurdistanê, referandûma serxwebûna Kurdistanê bû. Di encama referandûmê de neteweya kurd û kurdistaniyan ji bona serxwebûna Kurdistanê û avakirina Dewleta Kurdistanê “erê” gotin. Bûyera duyemîn, li Katalonyayê referandûma serxwebûnê hat li dar xistin. Katalaniyan jî ji bona dewleta xwe gotin “erê”.Kurdistan, welatekî Rohilata Navîn e û welatekî federe ye. Di hemanwext de jî bi Emerîka û Rojava re dost û muteffîq e. Katalonya, welatekî Ewrupayê ye. Li Spanyayê herêmeke xweser (otonom) e. Di heman dem de girêdayî welatekî ku endamê Yekîtiya Ewrûpayê ye.Li Kurdistanê beriya ku referandûma serxwebûna Kurdistanê bê li dar xistin, dewletên kolonyalîst û dagirker, helwesta xwe bi tundî û bi diıminî li hemberî referandûma serxwebûna Kurdistanê diyar kirin. Heger derfet bidîtina dê bi leşkerî êrişî Kurdistanê bikirina. Lê nikarîn bikin. Hezar mixabin piştî kurdistaniyan biryara dewleta serbixwe dan, piştî du hefteyan, bi hevalbendên xwe yên li Kurdistanê re li Kerkukê darbeyek çêkirin. Kerkuk dagir kirin. Gelek bajerokên din yên Kurdistanê jî dagir kirin.Emerîka û hevalbenên wan yên Ewrûpayî beriya referandûma serxwebûna Kurdistanê ji aliyê dema lidarxistina referandûmê derketin. Vê yekê cesaret da dewleta Tirk û dewleta Iraq û Îranê. Dema ku milîsên îraqêû Îranê, Hizbullah, Pasadaran, Mûhafizên Şoreşê êrişî Kurdistanê kirin û Kerkuk dagir kirin, him jî bi çekên Emerıkayê; Emerîka û dewletên rojava bê deng man. Îrana terorîst hespê xwe gorî dilê xwe lezand.Li Katalonyayê, polîsên Îspanyayê bi biryara hikûmeta navendî ya Îspanyayê ji bona ku li Katalonyayê referandûm nayê li dar xistin, dest danîn ser sendûqan û êrişî gel kirin; bi sedan kes birîndar bûn.“Helîna demokrasiyê” Yekîtiya Ewrûpayê, li dijî referandûma serxwebûna Katalonyayê derket û deng ji zûlma Îspanyayê re dernexist. Piştî demekê dema ku Katalonyayê dewleta xwe îlan kir. Îspanyayê, meclîsa Katalonyayê fesih kir, berpirsiyarên ji aliyê Katalaniyan de hatine hilbijartin ji berpirsayî girtin,. Hîn pêşva çûn makezagon bin pê kirin, xweseriya (otonombûna) Katalonyayê ji hole rakir. Yekîtiya Ewrûpayê ne ku li dijî van teserrûfên Îspanyayê tiştekî bibêje, piştgiriya Hikûmeta navendî ya Îspanyayê kir. Îngîltereyê raste rats diyar kir ku dê dewleta Katalonyayê nas nekin. Emerıkayê jî, welatê ku xwe girêdayî pîvanên Wîlson dibîne, hîç deng û qise nekir.Loma jî ez dibêjim ku “bizmara dinyayê” derketiyê. Dinya nû ya ya dinya “berê” paşvetir û xerabtir e.Ji bona vê yekê ez dixwazim helwesta dinyaya “kevn /berê” û ya dinyaya “nû” di pirsa çarenivîsiya neteweyan de miqayese bikim.Ji dinya ya “kevn/berê” qesta min, dema sedsala 19an û 20an e; dema şerê cîhanî yê yekemîn û duyemîn û dema şerê sar e. Dinyaya nû jî, piştî ku sîstema sosyalîst hat rûxandin û dema şerê sar dawî hat û dinyaya global û dinyaya wek malekê dihar bi navkirine.Gelo li dinyaya “kevn/berê” ji aliyê mafê çarenivîsiya neteweyan de rewş çi bû, em lê binêrin. Şoreşa Franseyê û Mafê Çarenivisî ya Neteweyan…Bi tevayî tê zanîn û pêjirandin ku bi Şoreşa Fransayê (1789-1799), li dinyayê rupeleke nû vebû; qonaxeke nû ya sîyasî û cıvakî û rejîmî dest pê kir. Li Fransayê sîstem û rejîma monarşîk hat hilweşandin, sîstema makezagonî dest pê kir. Bi giştî gel desthilatdar bû. Maf û azadiyên şexsî fırehtir bûn û ketin bin bandor û temînata makezagonê.Wek tê zanîn şiyara Şoreşa Fransayê: “Azadî, Dad,Wekhevî, Biratî” bû.Şoreşa Fransayê, rêça girîng ya din ku vekirî, li dinyayê bû sedem ku nasyonalîzm çêbibe, pêşbikeve, belav bibe. Loma jî piştî Şoreşa Fransayê pêvajoya dewletên milî û neteweyî dest pê kir. Împeratorî parçe bûn û bi piranî ji holê rabûn. Dewletên pirmilet jî parçe bûn. Her miletekî xwest ku ji bona xwe dewleteke serbixwe ava bike.Vê pêvajoyê heta Şerê Cîhanî yekemîn domand. Piştî Şoreşa Fransayê gelek dewletên milî jî ava bûn.Miletê kurd jî, di bin pêşengiya Şêx Ûbeydullah Nehrî de  xwest ku dewleta milî ya kurd ava bike. Hezar mixabin li hemberî du împeratoriyan (İmperatoriya Osmanî û Farsî) biserneket. Di wê merheleyê dewleta milî ya kurd ava nebû. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn Mafê Çarenivîsiya Neteweyan…Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Împaratoriya dawî ya Osmanî jî têk çû û parçe bû. Piştî Şerê Cîhanî gelek dewlet ava bûn. Dewletên Ereban (22 Dewletên ereban) li Rojhilata Navîn û li Afrîkayê di wê merheleyê de ava bûn.Li Împeratoriya Osmanî herêmeke wek “Turkîstan” tune bû. PiştÎ rûuxandina Împeratoriya Osmanî, Dewleta Tirk jî bi piştgiriya Îngilîzan û Yekîtiya Sovyetan ava bû. Lewra Împeratoriya Osmanî tirk nebû.Piştî Şerê Cîhanî yê Yekemîn, Wîlson manîfestoya xwe belav kir. Di wê manîfastoyê de, mafê çarenivîsî ya neteweyan dihat pejirandin. Di heman dem de ji bona neteweya kurd jî, derfeta dewletavakirinê çêkir.Lewra Manîfestoya Wîlson digot ku, her neteweyên cîwarêen lê piraniyê û xwediyê welatekî ne, ew neteweyan li ser axa xwe dikarin desthilatdar bin, dewleta xwe dikarin ava bikin.Ew pîvan û daxwaza Wîlson, Peymana Sewrê ku mafê dewletbûna neteweya kurd dihat pejirandin li hev dikir.Hezar mixabin ji bona neteweya kurd daxwaza Wîlson û Peymana Sewrê girêdayî gelek sedeman pêk nehat.Loma bes di wê merheleyê de li neteweya kurd neqehiya mezin çêbû. Kurdistan ji aliyê Îngilîz û Fransayan de hat parçe kirin. Encama Peymana Lozanê, Kurdistana du parçeyî bû çar parçe. Di bin serperiştiya dewletên emperyalîst de ji aliyê çar dewletan (Dewleta Tirk, Iraqê, Îranê, Iraqê) de hat dagir kirin. Piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn Mafê Çarenivîsiya Neteweyan…Piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn,”mafê çarenivîsiya neteweyan” bu mijareke gelek populer. Yekîtiya Sovyetan, serokên wan Lenîn û Stalîn jî ji mafê çarenivîsiya neteweyan re piştgirî kirin. Gotin ku her neteweyek xwediyê maf e ku dewleta xwe ava bike. Lê daxwaza wan ya stratejîk ew bû, netew bi hev re di nav dewletekê de bi statuyeke federal bijîn û jiyan bikin.Loma jî navê dewleta wan “Komarên Sosyalîst yên Yekîtiya Sovyetan” bû. Ev dewletek federal bû. Ji herêmên federe û otonom pêk dihat.Yûgoslavya jî bû dewleteke federal. Yûgoslavya ji 6 heremên federe pêk dihat.Çekoslovakya bû dewleteke federal.Neteweya kurd di vê merheleyê serîkildanên milî pêk anîn. Armanca van serîhildanan dewlet avakirin bû. Lê hezar mixabin bi qetlîaman şikest xzwarin. Di Dema Şerê Sar De Mafê Çarenivîsiya Netewetyan…                                         Piştî Şerê Duyemîn jî gelek netewan dewletên xwe ava kirin. Ji bin bandora dewletên kolonyalîst û emperyalîst derketin.Di navbeya Şerê Cîhanî yê Yekemîn û Duyemîn de gelek netew/milet jî bûn dewlet. Ji miletan re him Rojavayê/Amerîkayê û him jî Yekîtiya Sovyetan piştgirî dikir.Piştî Şerê duyemîn neteweya kurd, bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetan li Rojhilata Kurdistanê dewlet ava kir. Hezar mixabin gelek dewletên din jiyana xwe domand, Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê, piştî ku dewletên Rojava (Amerîka û Îngîltere) û Yekîtiya Sovyetê dinya di navbeyna xwe de parve kirin û Îran terk kirin, encama êrişa leşkerên hov yên Îranê hat rûxandin. Yekîtiya Sovyetan jî dengê xwe dernexist. Wek di merheleyê de çewa dewletên emperyal ji îşgala Kerkukê re deng dernexist û bûn sebep ku dewleta Kurdistanê ava nebe.Di dema şerê sar de qelek neteweyên Efrîkayê (Angola, Mozambîk, Ginê Bîseo, Kongo, Erître), bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetan û Çînê bûn xwediyê dewlet.Vîetnam, Laos, Kamboçya jî ji bin bandora dewletên emperyalîst hatin xelas kirin û bûn dewletên serbixwe.Serxwebûna van dewletan jî, bi piştgiriya dewletên sosyalîst, bi taybetî jî bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetan û Çinê encam girt.Hezar mixabin neteweya kurd di vê merheleyê de jî nikarî dewleta xwe ava bike. Neteweya kurd piştî Şoreşa Milî ya îlonê di sala 1970yî de otonomî ava kir. Lê temena Otonomiya Kurdistanê 5 salan ajot. Girêdayî Kerkukê şerê di sala 1974an de dest pê kir, bi têkçûna Otonomiya Kurdistanê dawî hat..Piştî Şerê Sar Çarenivîsiya Neteweyan…                                        Piştî şerê Sar li dinyayê qonaxeke nû dest pê kir. Dinya bû du sîstem û du qamp. Qanpa Rojava ku Amerıkayê jê re serokatî dikir. Qempa Sosyalîst ku Yekîtiya Sovyetan jê re serokatî dikir.Di vê merheleyê de, yanî heta salên 90î, herdu qampan ji bona berejewendiyên xwe, ji neteweyên bin dest re bûn piştgir ku bibin dewlet. Zêdetir jî di vê merheleyê Yekîtiya Sovyetan ev mîsyona pêk anî.Li dinyayê di salên 90î de guhertineke bingehî pêk hat. Qampa Sosyalîst bi tevayî têk çû. Encama vê têkçûnê Yekîtiya Sovyetan, gelek neteweyan dewletên xwe ava kirin.Li Yekıtiya Sovyetên kevn, 16 miletan dewletên xwe ava kirin.Yûgosavya parçe bû, 6 dewlet ava bûn.Almanyayê yekîtiya xwe ava kir. Neteweya elmanî bû yek dewletekê.Yemen bû yek dewlet.Kebekiyan dixwazin ku bibin dewleta serbixwe.Dewleta Federal ya Çekoslovakyayê bi riyeke demokratîk û aşitî bû du dewlet.Belçîkayê xwest bibe sê dewlet.İskoçyayê û îrlandayê xwest ku ji Îngıltereyê veqetin.Başûrê Kurdistanê jî di sala 1990î de piştî Şerê Yekemîn Yê Korfezê (Kendavê) azad bû. Kurdistanê yek alî biryara federalî da. Di sala 2005an de jî fermî û makezagonî bû dewleteke federal.Neteweya kurd di 25ê Îlonê de referandûma serxwebûna Kurdistanê li dar xist. Kurdistaniyan biryar dan ku dewleta xwe ava bikin.Di hamen qonaxê de Katalaniyan jî bi referandûmê biryar dan ku dewleta xwe ava bikin.Hezar mixabin hemû dinya, biçep û rastan li dij derketin. Dewleta Îran û Iraq û Tirk êrişÎ Kurdistanê kirin.Tiştên hatine û tên serê kataliyan jî tê zanîn.Helwesta dinyaya medenî û demokrat li hemberî kurdan û katalaniyan gelek hov û barbar e. Bi hiqûq û demokrasiyê re jî eleqe wê tune ye. Berjewendiya Dewletan û Mafê Çarenivîsiya Neteweyan û Dema Nû Ya Demokrasiyê…Mafê çarenivîsî, mafekî dîrokî, rewa, civakî, azadî, mirovî, demokratîk e. Ew maf a di hamendem mafekî exlaqî ye jî.  Ew tê wateyê ku her neteweyek dikare dewleta xwe ava bike. Ew mafa ji aliyê gelek peymanan navneteweyî de jî hatiye pejirandin. Peymana Neyeweyên Yekbûyî jî vî mafî qebûl dike û diparêzê.Wek min li rêzên jorîn jî got, bi sedan neteweyan jî ew mafê xwe pêk anîn û dewleta xwe ava kirin.Di demên berê de jî, dewleta gora berjewendiya xwe ya dewletbûnê, li hemberî mafê çarenivîsiya neteweyan, li hemberî têkoşînên serxwebûna neteweyan helwesta xwe nîşan didan. Lê li dinyayê berê li hemberî mafê çarenivîsiya neteweyan pîvana exlaqî û pîvanên din yên îdeal wek demokrasî û mafê azadî û mirovı jî bandor çê dikir.Hezar mixabin di ev merhela dawî ya “demokratîk” de ji bona mafê çarenivisî tu pîvanên îdeal kar nakin, bes berjewendiya teng ya emperyal ya dewletan bandor çê dike.Di van mehên dawî de li hemberî dewlet avakirina kurdan û Katalanan ew berjewendiya teng ya qirêj ya dewletan derket holê.Yekîtiya Ewrûpayê li dijî dewletbûna Katalonyayê derketin. Demokrasî dan bin lingan. Ji bona ku pêşiya referandûmê bigrin, bi polîsan êrişî katalanan kirin. 800 kes birîndar bûn û gelek kes binçav bûn. Di derbarê serok û berpirsiyarên Katalonyayê de biryara lêpirsîn û hepiskirinê girtin. Meclîsa Katalonyayê fesih kirin. Rêvebiriya Katalonyayê dan Îspanyayiyan. Makezagon binpê kirin. Otonombûna Kaatalonyayê ji holê rabû.Yekîtiya Ewrûpayê li hemberî dewleta Kurdistanê jî eynî helwest nîşan da. Heta ji dewletên kolonyalîst yên herêmê re bûn alîkar. Dewletên kolonyalîst bi çekên wan erîşî kurdan kirin û Kerkûk dagir kirin.Ewrupa ditirse ku ji İspanyayê çend neteweyên din veqetin. Belçîka jî bibe sê dewlet. Welatên federal jı parçe bibin.Loma jî, gelan hêviya ji demokrasiyê  dikirin û ji Yekîtiya Ewrupayê hêvî dikirin ku ew ji dewlet avakirina wan re dê bibe alîkar; divê êdî vê hêviyê nekin.Demokrasiyê û bi taybetî jî Demokrasiya Yekîtiya Ewrûpayê û Anglo Saksonî îflas kir. Amed, 08. 11. 2017            

Back to top button