Polîtîk

Li Hewlêrê danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê dest pê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 14.05.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Bret McGurk şandiyê taybetiyê Serokê Amerîkayê ji bo şerê dijî DAÎŞê û Doglas Silêman Balyozê Amerîkayê li Îraqê û şandeya diplomasiya bi wan re kir û şandeya mêvan bi pêwîstî zanî aliyên kurdî bi yek deng digel aliyên din di pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de rol hebe.Şandeya Amerîkayê, ji bo wê hilbijartina bi awayekî demokrasî hatiye encam dan, destxweşî li xelkê Herêma Kurdistan û Îraqê kir, bi taybetî  li Herêma Kurdistanê ku bi awayekî berfireh beşdarî di dengdanê de kir. Şandeya mêvan bi pêwîstî zanî ku aliyên Kurdistanê bi yek deng digel hêzên siyasiyên Îraqê yên ku di hilbijartinan de serkeftine, roleke bi bandor di pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê de hebe  û parlamenterên kurd mafê xelkê Kurdistanê biparêz in.Nêçîrvan Barzanî ji şandeya Amerîkayê re behsa rêjeya beşdariya xelkê Herêma Kurdistanê di hilbijartina parlamentoya Îraqê  de kir û gor ku rêjeya beşdariyê li herêma Kurdistanê liheberkirin digel beşên din yîn Îraqê gelek zêdetir bû. Serokwezîr got ku divê aliyên kurdistanî û îraqî yên di hilbijartina de serkeftin bidest xistiye dest bi danûstanina pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê bikin bi awayekî ku wê hikûmetê pirojeyê siyasî, avadankirin û visyoneke zelal ji bo niha û paşeroja Îraqê hebe û aliyên kurdistanî jî di parastina mafên destûriyên Herêma Kurdistanê de roleke karîger tê de hebe.

Back to top button