Nivîsar

Li himber Kurdistanê Heşda Şeibî û DAÎŞ ne ji hev dûrin

Li Başûrê Kurdistanê hêzên Heşda Şeibî hinek cihên pêşmergeyan dan ber topan . Di vê derbarê de pêşmerga daxûyaniyekî dan û kifşkirin ku divê berpirsên Heşda Şeibî û hukumeta Bexdayê vê derbarê de dîtina xwe bidin kifşkirin.Piştre berpirsek yê Heşda Şeibî da xûyakirin ku ewê pêşmergeyan ji sinorê Musilê derêxin. Cewad El-Telyabwî got: Derxistina Hêza Pêşmerge ji herêman azadkirî yên sînorê Neynewayê girêdayî fermana Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî ye û Heşda Şeibî dudil nabe, ku operasyonekê li dijî Pêşmerge pêk bîne, eger ku fermanên Ebadî cîbicî nekin.Telyabwî dibêje: Derxistina pêşmerge ji sînorê Neynewayê (Mûsilê) ji bo me, ji derxistina DAIŞê hêsantir e.Pêşmergeyên Kurdiatanê bi rêya wezereta Pêşmerge bersiva Heşda Şeibî da. Berdevkê wezereta Pêşmerge Helgurd Hikmet da xûyakirin ku ew guh nadin gotinên ne fermîbin. Hikmet got: Eger Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dixwaze arîşeyan çareser bike, me pêştir gotina xwe kiriye, ewên ku arîşeyan çêdikin, ser bi baskê Ebadî nînin.” Hikmet diyar kir: “Em vê daxuyaniya Cewas Eltelbiyawî, weke helwesta fermî ya Heşda Şeibî nizanin, belku (ev daxuyanî) daxuyaniyeke lokalî ye.” Wek tê zanin Heşda Şeibî hêzeke ku ji mîlîsên Şîeyan hatiye avakirin . Ji bilî milîsên Şîe ji Iraqê gelek Îranî û ji deverên din jî Şîe tevlî vê hêzê bûne. Heta gelek Alevî ji Tirkiye û Kurdistana Bakur jî tevlî vê hêzê dibin. Hêşda şeibî hewl dide livayekî ji Kurdên Başûr jî ava bike û zêdeyê 500 kurdên Başûr di nav Heşda Şeibî de hene.Tê zanin ku ji aliyek din taybetî li devera Şingalê nêzikî 2000 kurdên Êzidî jî li ser vê hêzê tê hesibandin û miaşê xwe ji Heşda Şeibî digrin.Herweha pêwendiyên vê hêzê li gel PKKê hene û mayina PKKê bi rêya Heşda Şeibî ye li Şingalê. Hukumeta Bexdayê bi rêya Heşda Şeibî pera dide çekdarên PKKê.Tu ferqek navbera kurdên ku tevlî DAÎŞê dibin û yên tevlî Heşda Şeibî dibin tuneye.Herî dawî hukumeta Bexdayê Hêşda Şeibî wek hêzêk girêdayê hukumetê qebûl kir û ev hêz bû beşek ji Arteşa iraqê.Kurda li himber DAÎŞê axa Kurdistanê parastin û di vê derbarê de prejtîjek mezin di cîhanê de destxistin. Tehdîta Heşda Şeibî li ser Kurdistanê nej i ya DAÎŞê kêmtire.Sibe dema pirsa Musilê ji holê rabe di nav Hewlêr û Bexdayê de gotubêjin serxwebûnê destpê dikin. Eger Bexda ji aliyê leşkeri de xwe serdest bibînê, ne dûre ku êrîşê Kurdistanê bike. Herweha dema Kurd serxwebûnê ragihînin cardin Iraq bi rêya Heşda Şeibî dikarê êrîşê hêzên Pêşmerge bike. Yanî şerek di navbera  Hişda Şeibî û Pêşmergeyên Kurdistanê de her demi di rojevê de ye.Di rastiya xwe de li himber Kurdistanê zihniyeta DAÎŞ û Heşda Şeibî nej i hev dûr e. Yani Kurd çewe îro şerê DAÎŞê dikin sibe dikarin bibin armanca êrîşên Heşda Şeibî û şer bikin.Ji xwe Kesayetên wek Malikî bi zihniyeta Sadam li kurda dinêrin û li gor vê jî tevliheviyê dikin.Dixweyê qedera kurdaye, îro DAÎŞ, sibehî Heşda Şeibî. Ji bo vê kurd divê hêzên xwe xortir bikin û Kurdistana azad biparêzin.Nûçe/Analiz- N.Firat

Back to top button