CivakPolîtîk

Li Kudistanê rewşa hilbijartina û partiyên siyasî

Di demekê de ku xelkê Başûrê Kurdistanê li hember gendelî û pirsgirêka mûçeyan nerazîbûna xwe nîşan dide kempîna hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir, ku bi milyonan dolar pere jê re hatiye terxankirin.Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 20 lîsteyan li ser bidestxistina 44 kursiyan pêşbirkê dikin. Lê xalek heye, ku van hilbijartinan ji hilbijartinên dema pêş cuda dike. Ew jî ev e, ku 4 lîsteyên Erebî li parêzgehên Kurdistanê tevlî pêşbirkê dibin û namzedên wan jî Kurd in.Li gorî pêdaçûnên Rûdawê, li Hewlêr, Silêmanî, Helepçe û Duhokê 52 namzedên Kurd li ser lîsteyên Erebî navê xwe ji bo endamtiya parlamentoyê tomar kirine. Li Hewlêrê 19 lîste û 161 namzed Li parêzgeha Hewlêrê 19 lîste beşdarî hilbijartinan dibin û 161 namzedên van lîsteyan dê pêşbirkê bikin. Di parlamentoya Iraqê de 15 kursî yên Hewlêrê ne, ku yek ji wan kotaya Xiristiyanan e.Di hilbijartinên 30 Nîsana 2014ê de li Hewlêrê PDKê 7 kursî, YNKê 4 kursî, Komela Îslamî 2 û Tevgera Goran jî 2 kursî bidest xistin.Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK), Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadmendî her yekî li Hewlêrê 30 namzed berbijêr kirine. Herwiha lîsteya Nifşên Nû jî li vî paytext 15 namzed berbijêr kiriye.Ji 19 lîsteyên Hewlêrê tenê lîsteyek ya serbixwe ye û ew jî mamostayekî zanîngehê yê bi navê Nesret Sabîr Xoşnav e.Di hilbijartinên vê carê de li Hewlêrê kotayek ji bo Xiristiyanan hatiye danîn, ku 13 namzedên 7 lîsteyên Xistiyanan ji bo bidestxistina vê kursiyê pêşbirkê dikin. Herwiya lîsteyeke Tirkmenan jî bi 5 namzedan beşdarî hilbijartinê dibin.Di hilbijartinên berê de Serokê niha yê Îtîlafa Nîştîmanî ya Iraqê Eyad Elawî, bi lîsteya Iraqiye li Herêma Kurdistanê beşdarî hilbijartinan bibû. Di vê hilbijartinê de lîsteya Eyad Elawî li Hewlêrê 6 namzed destnîşan kirine.Ji bilî wê li Hewlêrê lîsteya Nesr a di bin serokatiya Heyder Ebadî û herwiha lîsteya Teyara Nîştîmanî û Eşîrî ya Iraqê jî bi giştî 6 namzed destnîşan kirine.Di vê hilbijartinê de Heyder Ebadî çav berdaye dengên neraziyên Kurdistanê. Dibe mijara germ a namzedên vê lîsteyê jî şandina meaşên fermanberan û vekirina firokexaneyên Kurdistanê be. Li Silêmanî û Helebce 12 lîste 213 namzedBerovajiyê bajarên din ên Kurdistanê, li Silêmaniyê proseya propagandaya hilbijartinan pir germtir e. ji ber ku du partiyên nû di nav hinavê partiyên Silêmaniyê de ji dayik bûn. Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadmendî ya di bin serokatiya Berhem Salih de û herwiha Nifşê Nû ya di bin serokatiya Şasiwar Ebdulwehîd de lîsteyên nû ne ku li Silêmaniyê di nava alîgirên partiyên din de cihê piyê xwe çêdikin.Herdu lîsteyên nû beriya dema dema propagandayê dest bi karê propagandayê kiribûn. Lê YNKê hêj zû hişyarî da Berhem Salih û got, ku “ya ji bo Newşîrwan Mistefa hatibû qebûlkirin ji bo wî nayê qebûlkirin.”Tirsa Tevgera Goran jî ew e, ku lîsteya Nifşên Nû beşek ji dengên wan bibe.Ji 12 lîsteyên li Silêmanî û Helebceyê beşdarî hilbijartinan dibin 213 kesan xwe weke berbijêr tomar kiriye. Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî li vî parêzgehî 36 kes weke namzed nîşan daye. Herwiha PDKê 30, Nifşên Nû 24, Tevgera Goran 22 namzed destnîşan kirine. Li Silêmaniyê Partiya Komunîst a Kurdistanê 5 kes kirine namzed ku her 5 jî jin in.Di hilbijartinên vê carê de li Silêmaniyê 3 lîsteyên Erebî hene. Lîsteya Hikme ya di bin serokatiya Emmar hekîm de li Silêmanî û Helebceyê 17 kes weke berbijêr nîşan daye. Herwiha lîsteya Nesr 9 û İtîlafa Nîştîmanî jî 3 kes kirine namzed.Parêzgeha Silêmaniyê bi tevê Helebceyê xwediyê 18 kusiyan e. Di hilbijartinên 2014ê de Tevgera Goran li van parêzgehan 7 kursî bidest xistin. YNKê 6, PDKê 2, Yekgirtû 2 û Komela Îslamî jî kursiyek bidest xistibûn. Li Duhokê 17 lîste û 117 namzedHerçend Duhok weke “Kelha PDKê” tê naskirin lê rikberên wî jî li vê parêzgehê ji bo bidestxistina dengan tekoşîneke tund dimeşînin. Li Duhokê rola eşîret û kesayetiyan pirr e û partî jî ji bo bidestxistina dengan xwe dispêrin wan.Li Duhokê ji malekê 3 bira bûne namzet lê her yek ji lîsteyeke cûda.Li Duhokê 117 namzet ji 17 lîsteyan navên xwe tomar kirine û pêşbirkê dikin. Duhok li Parlamentoya Iraqê xwediyê 11 kursiyan e. PDK û YNKê li vî parêzgehê 22 kes weke namzed nîşan dane. Hevpeymanî 19, Yekgirtû jî 17 kes kirine namzed.Li Duhokê di navbara partiyên Xiristiyan de pêşbirkeke tund heye. 13 namzedên ji 7 lîsteyên Xistiyanan li Duhokê ji bo bidestxistina kursiyekê pêşbirkê dikin.Di hilbijartinên berê de lîsteya Eyad Elawî ji bo bidestxistina dengên Xiristiyanan li Duhokê namzed nîşan dida lê vê hilbijartinê ti kes nekirine namzed.Li Duhokê lîsteya Nesr a Heyder Ebadî 6 kes weke namzed nîşan dane. Nasir Tofîq Reşîd ê ku weke Nasir Begê Berwarî tê naskirin, li Duhokê serokê lîsteya heyder Ebadî ye. Berwarî dibêje beriya hilweşandina rejîma Beis li Îranê ew û Heyder Ebadî bi hevre bûne, ew niha jî projeyên Ebadî baş dibîne û lewma bûye serokê lîsteya wî.Lê berpirsên PDKê dibêjin, “zehmet e lîsteyên Erebî li Duhokê dengan bistînin.”Di hilbijartinên derbasbûyî de li Duhokê PDKê 8 kursî, Yekgirtû 2 û YNKê jî kursiyek bidest xistibûn. Li Kerkûkê rewş cuda ye Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, li Kerkûkê gotina yekem û ya dawî Şîe dikin. PDK li Kerkûkê hilbijartinanboykot dike. Partiyên din jî giliyan dikin, ku Heşda Şeibî rê nade wan da ku bi dilê xwe propagandaya hilbijartinan bikin.Di 3 xulên derbasbûyî de Şîeyan li Kerkûkê ti kursî bidest nexistibûn lê vê carê çavê xwe berdane kursiyekê.Li Kerkûkê 5 lîste û hevpeymaniyeke Kurdî beşdarî hilbijartinan dibin. Lê tê amajekirin ku zehmet e Kurd weke berê dengan bînin. Di hilbijartinên berê de ji 14 kursiyên Kerkûkê Kurdan 8 kursî bidest xistibûn. Ew jî 6 ên YNKê û 2 jî yên PDKê bûn.Vê carê piraniya partiyên Ereb ên Şîe li Kerkûkê namzet destnîşan kirine. Hevpeymaniya Feth 24, Lîste Hikme 20, Hevpeymaniya Nesr 24 û Hevpeymaniya Nîştîmanî ya Iraqê jî 24 namzed destnîşan kirine.Tirkmen li Kerkûkê xwe weke neteweya duyemîn dibînin û bi lîsteyeke bi navê Bereya Tirkmenî beşdarî hilbijartinan dibin. Bereya Tirkmenî xwedan 18 namzedan e.Erebên Sûnnî yên Kerkûkê jî bi lîsteyeke bi navê Hevpeymaniya Erebî tevlî hilbijartinan dibe. Vê lîsteyê jî 24 kes kirine namzed.Mûsil di nava wêraniyê de diçe hilbijartinanHê jî bêhna miriyên şerê DAIŞê li Mûsilê bilind dibe û beşek ji nîştecihên bajêr di koçberiyê de ne. Mûsil li Parlamentoya Iraqê xwediyê 31 kursiyan e û partiyên Kurdî, Erebî, Mesihî û Tirkmen bi giştî 960 kes weke namzed nîşan dane.Ji 31 kursiyên Mûsilê 3 ji wan kotaya Xiristiyan, Kurdên Şebek û Êzidiyan e.Li Mûsilê 5 lîsteyên Kurdan pêşbirkê dikin. Di hilbijartinên berê de ji partiyên Kurdî herî zêde PDKê deng bidest xistibûn, ku ew jî piranî dengên Êzidiyan bû. Lê vê carê Êzidî bixwe bi çend lîsteyekî beşdarî hilbijartinan dibin.Mûsil bajarekî Sunniyan e lê Şîe dixwazin berhema operasyona rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê werbigrin. Li Mûsilê lîsteya Ebadî namzed nîşan dane lê ya Nûrî Malîkî li vî parêzgehî û herwiha li Kerkûkê jî ti namzed nîşan nedane.Li Mûsilê Îtîlafa Feth 62, lîsteya Hikme 62, Hevpeymaniya Nesr 62 kes weke berbijêr danîne. Herwiha PDK û YNKê jî xwediyê 62 namzedan in.Rûdaw

Back to top button