Civak

Li Kurdistanê erdhejek bi hêz çêbû

Şevîdin demjimêr 21.15 li her şar beşeên Kurdistanaê erdhêjek bi hêzçêbû. Erdhej li Silêmaniyê, Helebçe li devera Gemiyan, Hewlêr ,Dihok li Kurdistana Rojava û li Bakur jî li gelek bajaran çêbû. Li gora agahdariyên zanyari nawenda erdhêjê li Kermanşah bû. Li Kurdistana Rojhilat gelek bi hêz çêbû.Li gorî ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, navenda erdhejê li bajarokê Ezgel a ser bi parêzgeha Kirmaşanê bûye û bihêziya erdheja yekem 7.6 Rêxter bûye.Li gora Rûdawê; Li gorî zanyariyan, li Başûrê Kurdistanê di destpêkê de erdhej li sînorê parêzgeha Helebceyê qewimî û piştre li sînorê Silêmanî, Hewlêr, Duhok û Kerkûkê jî erdhej hat hestpêkirin.Di encama erdhejê de li Hewlêrê çend avahî û malên welatiyan herrifî ne.Herwiha li Hewlêrê 50 welatî ku di encama erdhejê de birîndar bûne, bo nexweşxaneyê Hawarçûna Rojava hatine veguhastin.Cîgirê Parêzgarê Helebce Kawe Elî jî ji Rûdawê re ragihand, ku li sînorê wê parêzehê hest bi erdhejê hatiye kirin.Rêveberê Keşnasî û Erdhejzaniya Silêmaniyê Dara Hesen ji Rûdawê re ragihand, ku bihêziya erdheja li sînorê Silêmaniyê 4.5 pileyê Rîxter bûye.Rêveberê Giştî yê Tendirsutiya Silêmaniyê, Dr Mîran Mihemed di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de daxwaz ji pizîşk û karmendên ware tendirsutiyê kir, ku vegerin nexweşxaneyan.Dr. Mîran Mihemed got: “Li Derbendîxanê hejmarek welatî di bin kavilên avahiyan de mane.”Qayimeqamê Derbendîxanê Nasih Mela Hesen jî di dauxyaniyeke li gel Rûdawê de ragihand, ku di encama erdhejê de hejmarek mal û avahî herrifî ne û hejmara birîndaran jî zêde ye.Qayimeqamê Derbendîxanê diyar kir, ku hejmara birîndaran zêde ye û hinek ji wan jî birîna wan giran e û di rewşeke metirsîdar de ne.Qayimeqamê Derbendîxanê herwiha daxwaza alîkariya bilez ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û welatiyan kir.Berdevkê Polîsê Derbendîxanê Îqbal Mihemed jî ji Rûdawê re got, li gorî zanyariyên destpêkê ji ber erdhejê heta niha 50 welatî birîndar bûne.Erdehj li Rojhilatê Kurdistanê û ÎranêHerwiha li Rojhilatê Kurdistanê jî erdhej çê bûye. Li gorî zanyariyan li sînorê parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî li navenda bajarê Kirmaşan û bajarên Pawer, Serpol Zehaw, Qesrî Şîrîn û Selas Bawecanî erdhej rû daye.Li gorî zanyariyan, hejmarek malên welatiyan li sînorê Kirmaşanê xirab bûne û zêdebarî birîndarbûna çend kesan, hejmarek welatî jî di bin kavilên avahiyan de mane.Navenda Geofîzîk a Îranê ragihandiye, erdhej di 4 kîlometriya Ezgilê ku dikeve 34 kîlometriya gundê Taze Ava ya Selas Bawecanî çê bûye û bihzêiya wê 7.6 pileyê Rîxter bûye.Li gorî nûçeya IRNAyê, Serokê Navenda Geofîzîjka Îranê Elî Muradî ragihandiye, herwiha du erdhejên din bi bihêziya 4.6 û 4 Rîxter li heman deverê çê bûne.Elî Muradî ragihandiye, ku erdheja îşev gelek bihzê bûye, bi awayekê ku li tevahiya bakurê rojavayê Îranê û heta Tehranê xelkê hest bi erdhejê kiriye. Rojavayê KurdistanêJi aliyekê din ve çavkaniyên Rûdawê ragihandin, ku li Rojavayê Kurdistanê jî erdhej çê bûye. Li gorî wan çavkaniyan, li bajarên Qamişlo û Tibespî û nahiyeya Rimêlanê jî erd hejiyaye.Erdhej li Bakurê KurdistanêErdeja bihêz a îşev li Bakurê Kurdistanê jî hat hestpêkirin.Li Bakurê Kurdistanê li parêzgehên Colemêrg, Wan, Amed, Erzîngan û Çewlîkê erd hejiya.Erdhej li welatên Rojhilata NavînHerwiha li çend bajarên Iraqê û li welatê Kuweytê û Îranê jî erd hejiya.Medyayên Îranê ragihandine, ku zêdebarî parêzgeha Kirmaşanê, li tevahiya bakurê rojavayê Îranê heta paytexta wî welatî bajarê Tehranê jî erdhej çê bûye.

Back to top button