Nivîsar

Li ser Kerkukê Gotina dawî nehatîye gotin!

 İraq, di navbera pir hêz û alîyan de hatîye parvekirin. Nerazîbûna Erebên sûnne, dibe sebeb ku carek din bingeh ji DAÎŞ re çêdibe ku têkeve pêvajokê. Di nav Şieyan de şerê îktîdarê di rê de ye. İran her ku diçe li ser İraq bandora xwe xurt dike. Di dagirkirina Herêmên wek Kerkuk-Dusxurmatu û deverên din yên xaka Kurdistan de, beşdarbûna hêzên Haşdî Şabî; bêbawerîya hêzên artêş û polîsên İraq derdixîne ber me. Ev jî wê di demek kurt de serêşandinên gewre ji Haydar Abadî û îktîdara wî re derxe holê. Ji niha de ev îşaret xuya dikin.Di vê rewşê de serkevtinên Kerkuk-Duzxurmatu, wê bibin sebebê wendakirina Heydar Abadî û îktîdara wî. Ji niha de Muqteda Sedir nerazîbûna xwe a di derheqa hêzên Haşdî Şabî de eşkere dike. Daxwaza „ji Kerkuk derxistina hêzên Haşdî Şabî“ yek ji van nerazîbûna ne!Bi raya min pirsgirêkên herî mezin li pêşîya İraq in û İraq zû bi zû nikare ji bin vê bandorê derkeve. Bi gava dagirkirina xaka Kurdistan bi destê hêzên Haşdî Şabî, wê serêşandinên mezin ji İraq û İktîdara Haydar Abadî re derxe ber me. Ev serêşandin; hin di qada navnetewî de û hin di têkilîyên herêmî de şertên avakirina İktîdarek xurt ji İraq re nahêle û wê bibe sebeba şerê Şî-Şîe(!). Di vî warî de destkevtinên Kurdan derdikevin pêş.Ez dikarim bêjim ya ku di nav pirsgirêkan de fetisîye ne Kurdistan e, İraq bi xwe ye. Sebeba dagirkirina deverên Kurdistan jî yek ji van pirsan e.Wezîrê Berevanî yê Îranê Emîd Hisên Dehqan eşkere dibêje; ”êdî Iraq welateke ji imparatorîya Pers/Faris ye û dê ti carî nebe weletekî Ereban.“ Îlankirina dagirkirina İraq bi xwe ye. Emîn Hisên Dehqan, armanca İran a rojhilata naveranst jî bi van gotinan eşkere dike:”Ew ê wek berê bibin hêzêka xurt û di demekê nêz de Iraq, Afganîstan, Bahreyn, Sûrîye û Yemen vegerin himbêza wan.”, yanî hinbêza İmparatorîya İran(!)İran di pêşniyara dorpêça Kurdistan de daxwaz ji Tirkîye kir ku “wana nefta Kurdistan bigire”(!), lê Tirkîye nêzî vê pêşnîyarê nebû. Ev jî dide xuyakirin ku Tirkîye li henber armancên İran yên di herêmê de bimasefe ye û ditirse.Di rojhilata Naverast de ev hewlên İran; ne hewlên ku bên pejirandin in.Hin Sunneyên İraq, Erebên Şîe, YDA, piranîyên dewletên Ereban û hin jî İsrail û tirkîye wê di pêşîlêgirtina İran de xwedî helwest bin.Di van rojan de li ser rewşa İran di rojhilata Naverast de, berdevkê Pentagon bi van gotinên xwe amadekarîya helwestek tund li henber İran piştrast dike. Dibêje; „divê em serwerîya İran a li ser Rojhilata Naverast bidawî bînin“ û didomîne:„İran piştgirê bûyerên Yemen yên hêza Hûsîyan e. Li pişt bûyeran İran heye û em piştgirîya çalakîyên Rîyad yên li Yemenê dikin.YDA û Siûdî Arabîstan li henber terorê hevkarin û ji bona bidawêanîna serwerîya Îran li rojhilata Naverast bihevre dixebitin!“Li ser vê babetê Serokwezîrê İsraîl Binyamin Netanyahu tilîya xwe datîne ser Peymana Sykes–Picot û dibêje; Divê sînorên Rojhilata Naverast ji nû ve bên xetkirin”. Gotina xwe vedike û Îran îşaret dike Ku:“Îran ya Dîrekt mudahale dike an jî bi rîya milîsên xwe dewletên cîran dagir dike. Yemen û Libnan bi carekê de xistîye bin destê xwe û dixwaze ku İraq û Sûrîye jî kontrol bike”(!)Di dawîya axivtina xwe de jî Serokwezîrê İsraîl Binyamin Netanyahu hevkarên xwe eşkere dike û dibêje;“Îsrail wê bi Erebên Sunne re têkeve îtîfaqekê û ew sînorên ku bi peymana Sykes–Picot hatine damezirandin îşaret dike û dibêje; „Divê sînorên Rojhilata Naverast ji nû ve bên xetkirin”Pirsgirêkên di navbera Yemen û Siûdî de, Rewşa Yemen, pirsgirêkên Îktîdarê yên Libnan, rewşa Sûrîye û hebûna Artêşa Kudsê, dorpêça İran li ser Kurdistan û dagirkirina axa İraq; yek bi yek armancên Îran û hewla wê a “ imparatorîya Persan/Farisan“ bi xwe ye.Di van rojên pêş me de, di vî warî de wê helwesta İsraîl, Siûdî Arabîstan û YDA hîn baştir zelal bibin.Divê em jibîr nekin, ji bona pêşîlêgirtina Îran, Kurdistan xwedî rolek mezin û qozekî sereke ye. Vê jî, berjewendîyên pir hêzên netewî û kurdan anîye cem hev. Ev hêzên dijraberî pîlanên Îran mecbûrin bi Kurdan re lihev bikin. Bê riza kurdan ev pîlana pêşîlêgirtina hewlên Îran naçe serî.Di vî warî de Kurd û Kurdistan; divê ji hewla serxwebûnê bipaşde gave navêjin û xwedî li îradeya 25.10.2017 a Kurdistan derkevin. Ji avakirina dewletek serbixwe a Kurdistan pêve, ti şensê kurdan ku di herêmê de, di nav çar dijminên nijadperest û jenosîdkar de bijîn tineye.07.11.2017 Ji facebook ê

Back to top button