NivîsarPolîtîk

Li ser”Birakujiyê”

Tevgera Ciwanên Kurdistanê li ser bûyerên li Kurdistana Başûr devera Şingalê û herêmê û herweha li ser wateya “Birakujî“yê daxûyaniyek ji bo raya Giştiya Kurdistanê ragihand.Daxûyani:Li ser”Birakujiyê”Ji mêj ve ye miletê Kurd li ser mijara “birakujiyê” nîqaş dike. Piştî tevlîhevbûna Sûrîyê ev mijar di rojeva Kurdan de zêdetir cih girt. Di dema êrişa terorîstên DAIŞê li ser Şingalê de bû rojeva sereke. Du sedem hebûn ku ev nîqaş gurr bû;1 – PYD/PKK li başûrê rojavayê Kurdistanê Ereban û çepên Tirkan bi cih kirin lê naxwaze/nahlê Pêşmergeyên Roj derbasî ser axa xwe bibin.2 – PKK bi awayeke bêyasayî li Şingalê bi cih bû û dernakeve.Me jî ji serî de helwesta xwe ya li hember vê rewşê dîyar kir û di demên pêwîst de jî nêrînên xwe bi rêya daxuyaniyan bi raya giştî re parvekir. Di vê mijarî de hin tespîtên me hene ku me berê jî nivîsandibû.- PKK eşkere li dijî dewletbûnê têdikoşe. Loma di xwezayiya xwe de PKK û hêzên serxwebûnxwaz/dewletxwaz li dijî hev in. Loma şereke di navbera dewletxwaz û dewletnexwazan de, ne şerê birakujiyê ye.- Peyva “birakujiyê” dûrî rastiyê ye. Gotineke ku tesîrê li ser hêstên Kurdan dike lê tu bingeheka wî ya mantiqî tuneye. Loma sîyaseta li ser vê gotina bêwate xisarê dide Kurdan û asteng e li pêşiya dewletbûnê.- Di dîrokê de gelek mînakên wî hene ku miletên ji bo dewletbûnê têdikoşin, pêşiyê di nava xwe de şerê hevudû kirine û hesabeke navxweyî dîtine. Piştî hesabê xwe temam kirne armanca xwe ya dewletbûnê pêk anîne. Lê em hîn ne di asta wan de ne jî. Ji ber ku di piraniya wan mînakan de her du aliyê ku bi hevudû re şer kirine jî daxwaza dewletbûnê kirine û şerê wan şerê desthilatdariya dewletê bû ye. Lê em hîn di asta dewletxwestin û li dijî dewletbûnê de ne. Yanî şerê me ne şerê desthilatdariyê, şerê man û nemanê ye. Divê wekî miletekî em jî hesabê xwe yê navxweyî temam bikin.- PKK rêxistineke taşeron e û ji aliyê dagirkeran ve li dijî dewletbûna Kurdan tê bikaranîn. Loma Kurdên dewletxwaz çi qas xwe biparêzin jî dema ber bi dewletbûnê de gaveke biavêjin dê PKK êrişî wan bike û bixwaze asteng bike. Ji ber ku kare wî ev e û mînakên wî jî me dîtin.Dema Pêşmergeyên PDK-Î xwestin li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê bi cih bibin û amadekariya şerê Îrana dagirker bikin PKK êrişî wan kir û du Pêşmergeyan şehîd kir. Paşiyê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku ew naxwazin PDK-Î şerê Îranê bike.Piştî ku Şingal ji terorîstên DAIŞê hate rizgarkirin PKK bi awayeke neyasayî li wê derê bi cih bû û xwest ku Şingal û Kerkûk wekî kantonan bi Iraqê ve bên girêdan.Îro jî ji ber ku Pêşmergeyên Roj li ser sînorê başûrê rojavayê Kurdistanê bi cih bûne PKK êrişî wan kir. Naxwaze ew derbasî ser axa xwe bibin û biparêzin.Di encam de em çi qas xwe jê bisitirînin jî PKK dê her êrişî me bike. Loma divê em ji nêzîkbûna hêstiyerî dûr, bi awayekî aqilane û mantiqî tevbigerin. Hemû kesên ku li dijî dewletbûnê bin li dijî me ne jî. Loma divê hemû astengên li pêşiya dewletbûnê ji holê bêne rakirin.Em eşkere dibêjin ku em ji derewên “birakujiyê” bawer nakin û di vê şerê man û nemanê de em alî ne. Em piştgiriya Pêşmergeyên Roj dikin. Hêviya me ew e ku bi sîyasetên çewt neyin astengkirin û di demeke nêz de mizgîniya paqijkirina başûrê rojavayê Kurdistanê ji cahşan bidin me.PKK a ku Minbîcê teslîmê rejime kir çima ji Şingalê dernakeve? Bes li ser vê pirse bifikirin û li gor wî biryarê bidin ku ev şerê çi ye.Tevgera Ciwanên Kurdistanê03.03.2017

Back to top button