CivakPolîtîk

Li Silêmaniyê derket holê ku gelek dengên PDKê hatine dizîn

Li Silêmaniyê piştî ku deng bi dest tên hejmartin, hat dîtin ku gelek dengên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatine dizîn.Li gor agahiyên ku BasNewsê bidestxistine li bajarên Silêmaniyê piştî ku biryar hat stendin deng bi dest werin hejmartin, derket holê ku hejmareke zêde ya dengên PDKê hatine dizîn.Li dibistana Bekêw a li Seyîdsadiq a Silêmaniyê di sindoqa sêyem de di hejmartina elektironîkî de dengên PDKê weke 27 hatibûn tomarkirin, lê di hejmartina bi destan derket holê ku PDK 57 deng bidest xistine. Di sindoqa çarem de jî bo PDK 9 deng hatibûn nivîsîn lê di hejmartina dawîn de 74 deng bo PDKê derketin.Li dibistana Çwarqurna ya li bajarokê Çwarqurna di sindoqa sêyem de di hejmartina elektironîkî de bo PDK 9 deng hatibûn tomarkirin lê derket holê ku PDKê 22 deng bidest xistine.Li dibistaneke navîn a li Silêmaniyê di sindoqa yekem de bo PDKê berî niha 3 deng hatibûn nivîsîn lê di hejmartina bi destan de derket holê ku PDKê 15 deng wergirtine.Li Iraqê 12ê Gulanê hilbijartinên parlamentoyê pêk hatibûn û deng bi sîstema elektironîkî hatibûn hejmartin. Lê bi taybet jî li devera Silamaniye û Kerkûkê hatibû îdîakirin ku piraniya dengan bo YNKê hatine nivîsîn û ji ber vê yekê daxwaz hatibû kirin ku deng bi dest werin hejmartin û ev daxwaza aliyên siyasî hatibû qebûlkirin.Li Kerkûkê tevî ku bi hejmartina bi destan de derket holê ku YNKê gelek dengên zêde bo xwe nivîsîne jî di encama hilbijartinê de guhertinek nehatibû çêkirin. Aliyên siyasî bi fikar in ku hemna tişt li Silêmaniyê jî dubare bibe.

Back to top button