Cîhan

Li Suriye 200 hezar milîsên Şîe di bin kontrola Îranê de ne

Li gora nûçeyeke ya Tora Medya Rûdaw radigihîne; Îsraîl di 2 mehên derbasbûyî de qayîl bûye ku li hember operasyonên hikûmeta Sûriyê yên li parêzgehên başûr astengiyan çêneke. Tê pêşbînîkirin ku Rûsya û Sûriyê di vê mijarê de garantî dabine Îsraîlê ku mîlîsên ser bi Îranê li bilindahiyên Girê Golanê dûr bisekinin.Dibe Îsraîl jî gihiştibe wê baweriyê ku hêzên ser bi Tehranê ve dê nekarin gefeke cidî li ser ewlekariya nîştîmanî ya wî welatî çêbikin. Lê navendekî lêkolînê yê îsraîlê van herdu nêrînan jî red dike.Peymangeha Lêlokînên Ewlekariya Nîştîmanî ya Telavîvê (INSS) di rapora xwe ya dawîn de dibêje: “Fermandeyên îranî û çekdarên şîe bi awayekî di nav hêzên xwecihî yên Sûriyê de bicîh bûne, zehmete ku rûs û hikûmeta Sûriyê bixwazin an bikarin pêşiya hebûna Îranê li nav axa Sûriyê de bigrin.”INSS vê jî bi wê yekê ve girêdide ku Îran bi awayeke kûr û piralî beşdarî şerê navxwe yê Sûriyê bûye.Îran ji sala 2012ê ve bi awayeke çalak beşdarî şerê navxwe yê Sûriyê dibe. Armanca wan ew e, ku Esed li ser desthilatê bihêlin û pêgeha Îranê ya li Sûriyê jî qahîm bikin.Rapor vê şêweya beşdarbûna şer wek “modela Îranê” binav dike, ku Îran di vê modelê de pişta xwe bi komeke hêzên bin fermana xwe ve girêdide.Rapor bi riya pêdaçûn û şopandinên çalakvanên Sûnne yên Sûriyê hatiye amadekirin û piraniya wan di wê baweriyê de ne ku ji sala 2012ê heta niha, “Îran aktorê serdest ê Sûriyê ye, ne ku Rûsya.” Ji ber ku di şerê meydanî de “gotina Îranê derbas dibe” û bi şêwira li gel Rûsya û Sûriyê rîtma şer diyar dike.Peymangeha îsraîlî ronahî dixe ser rola çalak a Îranê ya di kontrolkirina navçeyên bin destê opozîsyona Sûriyê de.Di dema operasyonan de şêwirmendên îranî li wan navçeyan lêkolînan dikin, egerên serkeftinê dinirxînin, paşî ligel fermandar û şêwirmendên rûs dicivin û bi hev re êrîşên bejayî û esmanî birêdixin. Paşî ji bo dorpêçkirinê hêz dişînin navçeyan û bi hevkariya êrîşên hêzên esmanî yên rûsî û sûrî, êrîşa ser wan navçeyên hatiye armanckirin dest pê dike. Qonaxa dawîn jî êrîşa hêzên piyade ye, ku ligel destpêkirina operasyonê rûs ujî li gel serkirdeyên opozîsyonê dest bi danûstandinan dikin da ku ji wê navçeyê derbikevin.Xalên sereke yên “modela Îranê”Li gorî raporê metod an jî modela karkirina Îranê li Sûriyê bi çend xalan ve girêdayî ye ji bo him Beşar Esed li ser kursiya desthilatê bimîne û him jî nifûza cografî û leşkerî ya Îranê li Sûriye û Rojhilata Navîn were parastin.Xala yekemîn misogerkirina “marîpişta Sûriyê” ye ku bajarên sereke yên naverast û bakurê Sûriyê vedigre. Amadekarên raporê di wê baweriyê de ne ku mercê bingehîn ê serkeftina li Sûriyê misogerkirina kontrolkirina wê marîpiştê ye, ku ji Der’ayê dest pê dike, ji nav bajar û parêzgehên naverastê re derbas dibe û heta Heleb û Lazqiyê dirêj dibe.Xala duyemîn kontrolkirina navçeyên sînorî ye da ku ji Îranê heya Deryaya Naverast navçeyeke yekdest di bin çavdêriya Îranê de be.Rapor amaje bi wê yekê dike ku ji bo pêkanîna vê armancê îranî ji navçeyên sînorî yên hêsan dest pê kirine û hêdî hêdî berê xwe didin navçeyên zehmet ên wek derdora Şamê û başûrê Sûriyê. Armanca paşî ya Îranê jî herêmên Kurdî yên li bakurê Sûriyê û parêzgeha İdlibê dibe, ku piraniya sînorê Sûriye û Iraqê dikeve sînorê vê parêzgehê. Ya duyemîn jî tekane binkeya opozîsyona Erebî ya Sûnneyên Sûriyê ye.Xala sêyemîn jî lojîstîk e, ku ji bo parastina Îranê û armancên demdirêj ên wî welatî li Sûriye û Rojhilata Navîn giring e.Peymangeha îsraîlî vê yekê jî eşkere dike, ku ew rêya ji Îranê diçe Sûriyê û ji wir jî digihe Lûbnanê di ser Iraqê re derbas dibe û parastiya wê rêyê jî ji bo veguhestina çekdar, çek û pêwîstiyan gelek giring e.Xala dawî jî mijara bazirganiyê ye, ku ji bo vê armancê jî Îran pişta xwe bi “marîpişta Sûriyê” ve girêdide, ku ji sînorên Tirkiyê heta sînorên Urdinê, ji başûrê Sûriyê heta welatên Kendavê dirêj dibe. Li gorî raporê ev xal ji bo Îranê girng e, ji ber ku bare ser milê Tehranê ji bo avadankirina Sûriyê sivik dike.Pêkhateya hêzên ser bi Îranê veRapora INSS amaje bi wê yekê dike ku Îran bi riya hin hêzên cuda serweriya xwe ya li Sûriyê mezin dike. Yek ji wan hêzan jî Sûpaya Quds a ser bi Supaya Pasdaran e, ku li gorî raporên meydanî yên şerê navxwe yê Sûriyê hejmara wan di navbera 2 hezar û heta 5 hezar kesan de diguhere.Li gorî raporê di qonaxa yekemîn de erkê vê hêzê berevanîkirina rejîma Esed bûye lê her ku şer di berjewendiya rejîmê de guherî, erkê wê hêzê jî ji berevanîkirinê ber bi êrîşkirina ser pêgehên desthilata opozîsyonê hate guhertin.Hêza duyemîn “Hêzên Berevaniya Nîştîmanî ya Sûriyê” ye, ku di salên destpêka şerê navxwe yê Sûriyê de bi alîkarî û şêwira li gel Îranê hatiye damezrandin, hevtaye li gel Heşda Şeibî ya Iraqê û Hizbûllaha Lûbnanê. Tê gumankirin 90 hezar çekdarên vê hêzê hebin, ku bi awayeke sereke ji xwebexşên Elewî û Şîe pêk tê lê xelkê herêmên din jî di nav wan de ne.“Hêzên berevaniya xwecihî” hêzeke din e, ku bi beşdarbûna Îranê hatiye damezrandin. Ew hêz ji polîs û çekdarên ewlekariyê pêk tê û hejmara wan nêzîkî 50 hezar çekdar e.Peymangeha Îsraîlî dibêje, fermandarên Hizbûllaha Lûbnanê û Îranê di nav wê hêzê de cihê xwe digrin.Li gorî raporê Îran pişta xwe bi mîlîsên Şîe yên Pakîstanê (Fîrqeya Zeynebiyûn) û Efxanistan (Lîwaya Fatimiyûn) ve girêdide. Guman tê kirin hejmara wan hêzên mîlîsî jî di navbera 10 heta 15 hezar çekdaran de be. Îran bi hemahengiya li gel hikûmeta Sûriyê, wan çekdaran handide ku malbatên xwe jî bînin sûriyê û tevlî civaka wî welatî bibin da ku di paşerojê de biryara derxistina hêzên biyanî wan komên çekdar venegire. Malbatên wan çendaran li wan tax û navçeyan tên bicîhkirin ku berê yên Sûnniyan bûne û hatine valakirin. Bi vî awayî hejmara Şîeyên li Sûriyê tê zêdekirin.Mîlîsên Şîe yên Iraq û Lûbnanê li Sûriyê rola êrîşên lezgîn digrin. Di nav vê hêzê de mîlîsên wek Esayîbî Ehlî Heq, Tevgera Hizbûlaha Nûceba, Lîwaya Zûlfeqar, Lîwaya Ebûlfezlî Ebbas û yekîneyên Rezwanê Hizbûllah û hejmareke mîlîsên biçûktir jî li xwe digre.Di germahiya êrîşên hikûmeta Sûriyê ya li ser navçeyên bin kontrola hêzên opozîsyonê de hejmara wan mîlîsan nêzîkî 30 hezar çekdar bûye. Cudahiya wan mîlîsan li gel yên efxanî û pakîstanî ew e, ku li gel temambûna erkên wan ên leşkerî vedigerine welatê xwe.Hizbûllaha Lûbnanê yek ji alîkarê herî mezin ê Îranê ye di şerê Sûriyê de, ku hejmara wan di şer de di navbera 4 hezar heta 9 hezaran de bûye.Wan jî di qonaxa yekemîn a şer de erkê parastina desthilat û saziyên rejîma Şamê li xwe girtibûn. Lê paşî erkê kontrolkirina bajarên mezin ên weke Helebê û herwiha erkê rahênan û perwerdekirina mîlîsên Şîe hilgirtin.Hejmareke ji wan çekdaran jî di şerê navxwe yê Sûriyê de hevkariya Esed dikin û ser bi ti grûbeke çekdar nînin, di şer de alîkariya lojîstîkî û serbazî pêşkeş dikin. Ew çekdar jî ji Îranê piştgiriya darayî werdigrin, hevşêweyê çekdarên Şîe yên Iraqê ne, piştî bidawîbûna erkên wan Hizbûllah wan digihîne welatê wan.
Back to top button