Hevpeyvîn

Li Şingalê tenê pêşmerge şer kir

Şêwirmendê Civata Ewlakariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ragehand ku li Şingalê tenê Pêşmergeyên Kurdistanê şer kirine û ti hêzeke hevpeyman li ser erdê beşdar nebûye. Mesrûr Barzanî da zanîn ku tevahiya Şingal hatiye azadkirin û got: “Dibe ku çend kesek mabin û xwe di nav hinek xaniyan de veşartibin, eger na bajar û navçeyên derdorê ku me azadkirina wan ragehandiye, bi tevahî ji terorîstan hatine azadkirin. Nêzîka 28 gundên derdora Şingalê û rêya serekî ya 47 hatiye azadkirin û li gelê Kurdistanê û Êzdiyan pîroz be.” Doh (14.11.2015) Şêwirmendê Civata Ewlakariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hevpeyvîneke telefonî de ligel kenala CNNê, amaje bi wê yekê da ku êrîşên esmanî yên Hêzên Hevpeymanan gelekî alîkar bûne û wiha axifî: “Wan piştîvaniya Pêşmergeyan dikir ku yekem hêz bû li ser erdê, herwiha Pêşmergeyên Êzdî jî tevî vê operasyonê bûn. Bi giştî 7 hezar û 500 Pêşmergeyan ji sê aliyan ve êrîş kirin ku saet 7ê sibeha roja Înê dest pê kir û saet 3ê piştî nîvroya Şemiyê bi dawî bû.” Barzanî, tekez kir ku li ser erdê wate di êrîşa bejayî de hîç hêzeke hevpeyman beşdarî operasyonê nebûye û tenê Hêzên Pêşmerge û hinek efserên peywendiyan ku hevahengiya êrîşên esmanî ligel Hêzên Hevpeyman organize dikirin, beşdar bûne. Derbarê planên dahatû yên derbarê Şingalê de jî, Mesrûr Barzanî wiha axifî: “Wek tê zanîn zêdeyî salekê ye ku Şingal ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatiye dagîrkirin. Îro piştî azadkirina wê, me hemûyan dît bê çawa hatiye wêrankirin. Loma pêdiviya Şingalê û kampên derdora wê bi avakirinê heye, tişta li ser me jî ku em xizmeta bajêr bikin.” Şingal, qezayeke ser bi parêzgeha Nînowa (Mûsil) ye û dikeve rojavayê Başûrê Kurdistanê. Piraniya daniştvanên wê Kurdên Êzdî ne. Di 3ê Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî qezayê kirin û ji wê demê ve dest danîbûn ser. Ji wê rojê ve nêzîka 5 hezar welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e. 12ê Mijdara 2015ê operasyona azadkirina Şingalê bi beşdariya 7 hezar û 500 Pêşmerge û alîkariya firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir û doh 13ê Mijdarê Hêzên Pêşmerge karîn bi tevahî qezayê kontrol bikin û Alaya Kurdistanê li ser avahiya Sîloya Şingalê bilind bikin.Jêder: K24

 

Back to top button