Nivîsar

Lîstik û dolabê nû, divabê Kurd hişyar bin

Silêman ÇakirDema şoreşa Fransî pêk hat me ne dîtibû û dîse me peznê wê dida.Me şoreşa Rus û Dîktetorê J.Stalîn nasne kiribû û bi helbesta peznê wa dida..Em mîne masîyê di nav avê de ku derman bi xwê me welat,Gel û Dîroke xwe jibîr kiribû û me ne di xwend, me şerê Mosqo û Çînê dikir,heta ku qîyamet li serê me rabû.Kurdê Bakur perîşan û bê mecalin,bi serde jî jibon ku ji xwere xebat nekin li dahola vala dixin û liber tava heyvê di raqisin.Li çar dora ferman û fîgane kesek nabê ev çîye?Xeta nav Dewletî kârê xwe dikê û wê bikê jî. Li Rojhelate Navîn kî heye,kûjen Komar hene ya wê têkevin xeta mafî mirov û Demoqratîk, an jî ev dolab û lîstik heta ku talîye wa bê, wê berdewam bibin..Xeta reş a bi ya nav Dewletî ve girêdayî di xwazê Kurde jî têxê astengîyê mezin.Va roje gelek gotin di medyade parve dibin û ambargo,di hinek xeta û di navbendîye hinek komare de tên ser ziman û gav tên avêtin,lê gelo di pişta perdê de çi heye,ev jî gelek mûhîme.Hewqas lîstik û gotin dibin û têne gotin,çime kesek liser Kurde tiştekî hêja nakê û nabêjê? Komare Îran çi ji Kûrde dikê gelo,ev Komarê Cîhanê çime deng dernaxin,li Başur Kûrd di zahmetî yê mezindene, liser aborîyê û Komarê cîran û Cîhanê gelekî menfeatê dibînin,kesek nabêjê em bibin alîkâr, referandum pêk hat qîyamet rakirin,ma Kûrd jî ne xwedî mafê rewa ne?Ev beroş di kelê, piştî kelandinê wê yek werê agir geş bikê û wê ave beroşê xilas bibê û wê beroş bi şewitê, xwedî kîye divabê bi aqilane tefekûr bibê ku beroş ne şewitê.Emrîka, Londo,Paris mezinatîyê nadin tu kesî, Çîn,Îtalyan,Ereb ligor şêwirmendê xwe di meşin,Çîn di xwazê ku wek stratejîk cîhanê xweş fahm bikê, Rus tim liber heyva tavê di raqisin,Komarê Rojhelat û Cîranê Kurde ger bi xwazin gavê Dîrokî bavêjin,divabê zû û ne dereng mafê Kurde nas bikin û destê xwe bidin hevdû û sîstemeke nû û Demoqratîk ava bikin û jîyanê berdewam bikin.Ger ev pêk newê wê beroşa Rojhelate Navîn liser agirê cehenemê xweş bikelê û kî wê bê şewitandin,Xwadayê mezin û dilovan zanê, em hêvîdarin ku ev wisa nebê dîlane aşîtîyê dest pê bibê û bê danîn….   

Back to top button