Civak

Malpera Mesûd Barzanî hat vekirin

Malpera fermî ya Mesûd Barzanî ku taybet e bi daxuyanî, nûçe û çalakiyên wî, bi hersê zimanên Kurdî, Erebî û Ingilîzî hat vekirin.Derbarê vê yekê, serok Barzanî li ser Twitter a xwe nivîsî ye: “Malpera min ya taybet dest bi kar kiriye û nûtirîn daxuyanî û nûçe têde belav dikin”.Piştî ku serok Barzanî dest ji postê serokatiya Herêma Kurdistanê berda û Perlemana Kurdistanê desthelatên wî li ser Hikûmet û Perleman û desthelata dadwerî dabeş kir, ti nûçe û çalakiyên wî di malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê de nehatine belavkirin.Lê Serok Barzanî ji bilî ku serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, pêgeha wî ya siyasî bûye sedemek ku medya navxwe û ya cîhanî bi giringî helwest û daxuyanî û dîdarên wî yên giring belav bikin.Di nav 4 mehên derbasbûyî de, ji bilî çendîn dîdarên rojnamevanî li gel medya cîhanî, daxuyanî û helwestên serok Barzanî di dema dîdarên corbicor de bûne navnîşana sereke ya beşekî mezin ji medya navxwe û ya cîhanî re.

Back to top button