Nûçeyên Kurdistanî

Medyaya netewî, divê rê li ber jehrî kirina civata Kurd bigire

Medyaya netewî, divê rê li ber jehrî kirina civata Kurd bigire

Cano Amedi

Di van rojên dawî de, em carek din bûn şahid ku rewşenbîr, sîyasetmedar û medyaya Kurdî rola xwe neleyist û weke temaşvanan ji dûrve li bûyeran dinihêrin.

Piştî bûyerên li Şengalê qewimîn carek din derket holê hêlînên fesadîyê û xirabîyê, medyaya hîzbî û îdeolojîk civata Kurd jehrdadayî dike! Di bin tirs û bondora wê jehrîbûnê de rewşenbîr, sîyasetmedar û “partî”yên li Bakûr bêdengî û bêhelwestîyê diparêzin.

Em baş dizanin ku hêz û qewetên hebûna xwe ji îdeolojîyan digirin her dem dixwazin, civatê weke jehrê bi yek rengî, bi yek dengî bitevizînin û pûç bikin. Civat di bin bandora yek rengî û yek dengî de, her diçe kedî dibe û roj bi roj bi wê jehrbûnê ber bi xirabî û hilweşandinê diçe.

Medyaya netewî, divê rê li ber jehrî kirina civata Kurd bigire. Ger medyaya netewî ji hişmendî û berjewendîyên netewî dûr bikeve, di bin bandora medyaya îdeolojîk de, bê deng bimîne, wê civat ber bi rizîbûnê ve biçe! Gava civat ji hişmendî û nîrxên xwe yên netewî dûr bikeve, paşerojekî tarî li benda me ye.

Li bakûrê Kurdîstanê karmend û berpirsên medyaya Kurdî, bi hevîrê îdeolojîyek hişk hatine afirandin û bi berçavkên hîzbî li jiyanê dinihêrin û li gor berjewendîyên kesayetîyê tevdigerin. Berjewendîyên kesayetî, wan girêdide û nikarin li kêleka rastîyan cîh bigirin! Lewra berjewendîyên wan dikevin tahlûkê!!! Ji ber wê yekê, her tim dixwazin dilê desthilatdarên îdeolojîk xweş bikin.

Di şopandin û berhev kirina nûçe-bûyeran de, di pêvajoya guhertinên dîrokî de; di şîrove kirin û nîrxandina rûdanan de, bi gelemperî berçavkên îdeolojîk û rêxistinî bi kar tên. Pirî caran bi zanîn an bi nezanî, berjewendîyên netewî tên ji bîrkirin an jî binpê kirin.

Hest û berjewendîyên netewî li pêş nayê girtin. Gava ji mêvanên xwe pirsan dipirsin, nizanin bandora bersîvê çiye û çi encam dide! Mêvanin xwe gohdar nakin, pirsên xwe li pey hev pêşkêş dikin. Pirî caran bi pirsên ne di cîh de, rê li ber propagandeya reş vedikin. Bi pirsên ne di cîh de, mijar, naverok û armanca bernamê tê guhertin. Hinek karmend û pêşkêşvan, di karê xwe de ne şareza ne, rojane tevdigerin û ji xebatek profesyonel dûr in. Mîrov gava karekî bike, divê ji wî karî hez bike û bi şêweyek profesyonelî kar û xebatên hevpar bişopîne!

Xebatkar û berpirsên medyaya Kurd, yên li bakûrê Kurdîstanê, piranîya wan girêdayî hinek rêxistina ne, an jî ji hinek kevneşopîyan tên, lê weke fikir û raman bi rêxistina xwe ya kevin re dijîn! Ev xewnên salên borî, ziman û mejîyên wan tewlîhev dike. Kar û helwestên wan, piranî li gor hêvî û daxwazên îdeolojîya rêxistinê encam dide. Berjewendîyên netewî ji bîr dikin û dixwazin berjewendîyên rêxistinî û demî weke berjewendîyên netewî nîşan bidin. Ev jî bi xwe re alozî û şaşîyan tîne holê.

Di roportaj û beşdarbûna bernameyan de, di hilbijartina mêvan û mijaran de, nêzîkbûn û dostanîya rêxistina xwe li pêş digirin. Ziman, şîrovekirin û li hemberî bûyeran sekna wan, li gor berjewendîyên hîzbî pêk tê!

Medyaya Kurdîstanê, divê li gor pîvan û bingeha rizgarîya netewa Kurdîstanê tevbigere. Di pêşkêşkirin û âmadekirina bernameyan de; di naverok û şîrovekirina pirsgirêkan de, pêwîstîya gelê Kurd, bi ziman û hestên netewî heye. Nasnama me ya yekem a netewî ye, ji ber vê yekê, divê em nasnameyên duyem û sêyem dernexin pêşîya nasnameya netewî. Fikir û bawerîyên me, dikare cûda cûda be, lê belê nasnameya netewî yek e û sereke ye! Ji ber van sedeman pêwîstîya gelê Kurd bi zimanekî netewî, bi seknek netewî û hişmendîyek Kurdî hey e.

Ez dixwazim bal bikşînim ser rastîyekî, lê naxwazim şaş bê fam kirin. Ev rastî ne gilî û gazin e, tespîtek bal kişandina kêmasîyekê ye. Kesên di medyaya kurdî ya Bakûr de kar dikin, bi giranî ji du rêxistinên îdeolojîk tên. Her dû rêxistin jî îdeolojîk û teng in, aso û afirandina wan, karekter û nîrxandina wan, li gor pîvan û berjewendîyên îdeolojîya wan e! Ji ber vê yekê, di hemû pêşkêşkirina bername û nûçeyan de, mirov bi giranî bandora berçavkên pkk dibîne.

Beşek heye, ji tirsa PKK ê, ji rastîyan dûr disekinin. Ji bo xezaba PKK ê nekişînin ser xwe, “him li nalê dixin him jî li bizmar dixin.” Ev helwest bi xwe re durûtîyê geş dike.

Beşek jê, li gor helwestên salên 1970-80 an, bi êşa birîn û îdeolojîyan tevdigerin û herdem li kêleka serdestan cîh digirin.

Beşek jê jî, kevne sîyasetmedar û “rewşenbîr” in li metrepolan, li paytextê dagîrkeran an jî li welatên Ewropa dijîn; bi tundî neyartî û dijîtîya xeta netewî dikin. Yên herî bê pîvan û bê ehlaq ev derûdor in. Di bin her kevirî de derdikevin holê. Ev çend salên dawî, bûne paleyên dagîrkeran û li gor destûra îstîxbaratên dagîrkeran tevdigerin. Ev kêsên bêpîvan û bê edeb ku di belavkirin û hilweşandina rêxistinên xwe de, xwedî erk in, berpirs in an jî gunehkar in! Niha jî weke Beko Ewan fesadî û xirabî ji xwe re kirinê kar.

Ev derûdorên têkçûyî, bi dijwarî li dijî rêbaza netewî ne, ji nîrx û hêjayên Kurdîstanê nefret dikin. Bi zimanekî qirêj û gemarî propagandeyek reş dikin. Bi taybetî berjewendîyên rêxistinî li ser berjewendîyên netewî digirin. Destkeftîyek li beşekî, rê li ber çareserîya beşê din dike, naxwazin ev rastî bên zanîn. Rastîyan vedişêrin an jî reş dikin. Li hemberî derew û neheqîyan bêdeng in. Naxwazin ziman û hestên netewî derkeve pêş. Bi qasî ji xeta netewî nefret dikin, ji sedî yek, ji dijmînê gelê Kurd nefret nakin! Welatparêzîya wan, parastina berjewendîyên desthilatdar û dagîrkera ne!

Ji bandora rêxistinên desthilatdar ditirsin û li dijî derew, fesadî û bêhûqûqîyê lal, kor û kerr dibin. Gava ne li hesabê wan be, weke sê meymûnan, xwe ji rastîyan dûr digirin.

Ew kesên di qadên medyayê de cîh digirin, divê karên xwe bi hestên netewî bi cîh bînin. Xebatkarekî medyayê, divê li dijî xirabî û dijîtîya gelê Kurd weke pêşmergeyek li sengerê baldar û tekoşer be! Kar, xebat û helwestên me, divê li ser bingehên serfirazî û bawerîyê bimeşe. Divê mirov ji karê xwe hes bike, pê bawer be, xwedî armanc û asoyek serfirazî be!

Ez naxwazim navên Televîzyon û rojnameyan binivîsim, lê divê ez bêjim: Hemû Televîzyon û rojnameyên li Bakûr lawaz in, ji rastîya civatê dûr in, piranî di xalek teng de diçin û tên. Em dizanin, karê ragihandinê, karekî gelek girînge. Bi ragihandinê tu dikarî rê li ber şer vekî û tu dikarî rê li ber şer bigirî! Ji ber wê yekê, karê ragihandinê, karekî profesyonelî ye. Bi şêweyek zanyarî, xebat û têkoşînek çalak, helwestek wêrek dixwaze!

Bi kurtasî, medyaya netewî-Kurdîstanî, divê rojek zûtirîn erk û rola xwe bi cîh bîne! Ger rola xwe nelîze wê di demek kin de, di bin bandora propagandeyên reş û dîwarên îdeolojîk de bifetise!

Sînor û “perçebûna” welatê me ku dagîrkeran tayin kirîye, îro medyaya îdeolojîk wî rolî didomîne û cûdahîya nav civatê kûr dike. Li ser axa Kurdîstanê, tovê dijmînatîyê direşîne! Gelê Kurd, li hemû beşên Kurdîstanê, divê rojek zûtirîn li destkeftîyên xwe xwedî derkeve, piştgirî bide xuşk û birayên xwe, rê li ber çareserîyê veke. Li ser bingehe desthilatdarîya axê, mafê dewletbûn û serxwebûnê biparêze, li sembol û hêjayên xwe xwedî derkeve. Weke hemû netewên din, bibe xwedî desthilatdarîya xwe!

Divê baş bê zanîn ku tekoşerên ragihandinê, dikarin bi qasî pêşmergên di sengeran de rola xwe bilîzin! Mesûl û berpirsên ragihandinê jî di nav civatê de, bi qasî fermandarên sengeran xwedî erk û rol in.

Ji bo berjewendîyên mala Kurd, divê herkes erkên xwe yên netewî bi cîh bîne!

Ez hêvîdar im ku medyaya netewî, wê di demek nêzîk de, rê li ber xirabî û alozîyên ku dilê dijmînê me geş dike bigire û rêgeha karwanê serxwebûna Kurdîstanê ronî bike..

Amed –  08-03-2017

Nerîna min :

Îro