Polîtîk

Mehmûd Osman sedemên şerê PKK û PDKÎ aşkere dike

Siyasetmedarêkê kurd dibêje ku, divê di vê qonaxê de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hemû alozî û nakokiyan bide aliyekî û xwe ji bo hilbijartinan mijûl û amade bike.Siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman di daxuyaniyeke xwe de ji malpera kdp.info behsa şerê navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Demokrata Kurdistanê-Îran (PDKÎ) dike û dibêje:- Ew şerê navbera PKK û PDKÎ qewimî karekî xerape û divê pirsgirêkên xwe bi diyalog û danûstandinan, ne bi şer û pevçûnan çareser bikin. Wergirtina gumrikê ji aliyê PKKê v eyek ji sedemên derketina şer in.Li gor Mehmud Osman pirsgirêk bi vî awayî ye; Eve çand sale PKK li wê devra şerê lêqewimî heye û gumrigê werdigire, hêzeke PDKÎ çûye wê deverê û PKK qebûl nekir ew hêza PDKÎ li wir bi cî bibe û alozî derketine holê.Osman dibêje: Ew dever başûrê Kurdistanê ye, ne devera PKKê û ne jî ya PDKÎ yê ye. çêdibe wergirtina gumrikê ji aliyê PKKê ve yek ji sedemên derketina şer û pevçûnan be di navbera her du aliyan de.Ew siyasetmedarê kurd dibêje ku, di vê rewş û qonaxê de divê PKK hemû tiştan bi de aliyekî û xwe ji bo hilbijartinan amade bike û pirsgirêkan dernexe holê.

Back to top button