Polîtîk

Mercên Bexdayê nayên qebûlkirin

Li bajarê Hewlêrê partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê piştî hatine Heşda Şeibî bo Kerkûkê û deverên din yên Kurdistanî û rêyên derketin ji kirîza niha civînekê birêve birin.PDK, YNK, Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û nûnerên pêkhateyan beşdar bûn û weke her carên din Partiya Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) û Tevgera Goranê beşdar nebûn.Piştî civînê konferanseke hevbeş a çapemeniyê hat lidarxistin. Serokê Partiya Geşedanê ya Tirkmenî Mihemed Sadettîn Îlhanlî got: “Em li ser parastina rewşa Kurdistanê û ligel gelê Kurdistanê di heman sengerê de bin rêkeftin.”Mihemed Sadettîn Îlhanlî diyar kir ku tirkmenên li Pirdê ji pevçûnan dilgiran in û derdora 50 hezar kesî ji wê derê koçber bûne.Her di civînê de Berdevkê YNKê Sedî Ehmed Pîre da xuyakirin ku pêwîst e lêkolîn li ser bûyeran bê kirin û tekez kir ew welatiyan piştrast dikin ku dê bi hevre kar bikin ji bo çareserkirina pirsgirêkan.Sedî Ehmed Pîre diyarkir ku mercên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî yên ji bo destpêkirina guftugoyên nayên qebûlkirin û got: “Heger rast hikûmeta Iraqê niyet heye guftugoyên bike dê ji bo rêvebirên Kurd û lehengan biryara girtine dernaxe.”Endamê Polîtburûya PDKê Mehmûd Mihemed jî piştî civînê diyar kir ku wan di civînê de gotûbêj li ser bi hevrekarkirinê kiriye ku bikarin di qonaxa niha de wan pirsgirêkan çareser bikin.Mehmûd Mihemed wiha axivî: “Em dixwazin guftugo bê merc dest pê bikin û ji bo vê yekê em li benda bersiva hikûmeta Iraqê ne.”Hikûmeta Iraqê beriya mercên xwe yên ji bo destpêkirina guftugoyên li gel Herêma Kurdistanê bi van ser navan eşkere kiribû:“Radestkirina firokexaneyan, deriyên sînor, serwet û samanên welat, hêzên pêşmerge, dezgehên ewlekarî yên kurd, sepandina yasayan li navçeyên nakok û pêşîgirtina her hewldanekê li dijî destûrê.”Hikûmeta Bexdayê herwiha daxwaza hilweşandina encamên giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî dike.

Back to top button