Nûçeyên Kurdistanî

Meseleya Şingalê ji êzidiyan jî û ji PKK-ê jî mezintir e

Meseleya Şingalê ji êzidiyan jî û ji PKK-ê jî mezintir e

Rojevakurd: Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi alîkariya hikûmeta Îraqê û hin aliyên din hewil dide Şingalê ji başûrê Kurdistanê veqetîne û weke kantonek ser bi Îraqê ve îlan bike.

Ji aliyê din, hûkumeta Herêma Kurdistanê û hin aliyen din jî hebûna PKKê li Şingalê qebûl nakin û dixwazin PKK ji wê deverê derkeve.

Gelo dîtina we li ser vê pirsê çiye? Hûn man û neman, hebûn û nebûna PKKê li Şingalê çawa dinirxînin?

Arif Zêrevan di bersiva pirsa Rojevakurd de nirxandinek berfireh li ser rewşa Şingalê dike. Zêrevan dibêje:Qezaya Şingalê îro jî ji aliyê jeopolîtîk ve herêmeka hewqasê giring e ko serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo rizgarkirina wê ji destê Daişê amade bû serê xwe di wê rêyê de bide.

 

Bersiva Arif Zêrevan:

Meseleya Şingalê ji êzidiyan jî û ji PKK-ê jî mezintir e

 

  1. Şingal û qezaya Şingalê ji aliyê tarîxî ve devereka parçenebar ya axa pîroz ya Kurdistanê ye û Şinagl ne tenê ya “kurdên êzdî” ye lê belê ya hemî miletê kurd e. Xeletiyeka mezin e ko mirov Şingalê bi “kurdên êzdî” tenê ve girêbide ji ber kurdên “misilman” jî hertim li Şingalê jiyane.

 

Bo nimûne li gor kitêba statîstîker û demografê fransî Vital Cuinet “La Turquie d’Asie; géographie administrative, 1890” qezaya Şingalê sala 1890-ê devereka gelek fireh e.

Qezaya Şingalê li sancaqa Mûsilê wekî cografya hema bibêje bi qasî qezaya Mûsilê bi xwe ye. Tixûbê Şingalê ji Pêşxabûrê bigire heta nêzîkî Eskî Mûsul diçe û Telehfer jî di nêv tixûbên qezaya Şingalê de ye.

Li başûrê çiyayê Şingalê hema hema bibêje nîvê deşt û sehraya wîlayeta Neynewaya îro girêdayî qezaya Şingalê ye. Li bakur jî mintiqeya Rebîe û Zumar û heta digehe Pêşxabûrê girêdayî qezaya Şingalê ye.

Wê demê nifûsa hemî qezaya Şingalê 17 350 kes in. Jê 8 000 kes kurdên êzdî ne, 2 850 kes kurdên misilman in û 6 500 kes jî tirkmen in.

Yanî Şengal ne ya “kurdên êzdî” tenê ye û divêt em vê meseleyê safî bikin. Rehma Xwedê lê be şehîd Samî Ebdurehman xelkê Şingalê bû lê ne êzdî bû. Wezîrê daxilî yê Kurdistanê yê îro Kerîm Şingalî xelkê Şingalê ye lê ne êzdî ye.

 

  1. Qezaya Şingalê îro jî ji aliyê jeopolîtîk ve herêmeka hewqasê giring e ko serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo rizgarkirina wê ji destê Daişê amade bû serê xwe di wê rêyê de bide. Ez pir baş dizanim ko rêzdar Mesûd Barzanî berî rizgarkirina Şingalê ji destê Daişê di civîneka pir berteng ya malbata barzaniyan de bêyî ko yek êzdî li wêderê be û bêyî ko yek kes ji PDK-ê li wêderê be ji hemiyan re got “Ez serê xwe jî di vê rêyê de bidim dê bidim lê belê her divêt em Şingalê rizgar bikin.” Yanî mesele ne tenê şikandina Daişê û vegerandina îtibara êzdiyan yan jî edakirina neheqiya ko li wan hatî kirin bû.

 

  1. Min bi xwe 22-yê meha 11-ê sala 2015-ê meqaleyek nivîsî û got “Şingal garantora Kobanê ye”. Yanî heger Şingal ne di destê miletê kurd û Mesûd Barzanî de be Kurdistana Sûriyeyê hemî dê bibe cihê meydana bezandina hespên Îranê û rejîma Esed û wekîlên wan PKK-ê û PYD-ê û di taliya taliyê de jî dê hemî Kurdistana Sûriyeyê jî li ber lingan biçe.

 

  1. Ji bo avakirina Kurdistaneka serbixwe divêt hemî axa başûrê Kurdistanê û hemî axa Kurdistana Sûriyeyê ji bin tesîra Îranê û wekîlên wê (proxy) yên wekî PKK-ê û PYD-ê û Heşda Şebî bêt derxistin û Şingal di vê meseleyê de kilîl e. Heta ko PKK û wekîlên dî yên Îranê li Şingalê hebin serxwebûna Kurdistanê ne hêsanî ye.

 

  1. Lewra jî ez dibêjim divêt kurd aqilê xwe bînin serê xwe û bi çi rengî be PKK-ê û wekîlên Îranê ji Şingalê derxin. Emerîka û serokê wê yê nû Donald Trump jî amade ne ko her rengê piştgiriyê bidin Kurdistanê da hemî başûrê Kurdistanê û Kurdistana Sûriyeyê ji wekîlên Îranê bêt paqij kirin.

 

  1. Guhortinên mezin li herêmê çêdibin. Lehîstok gelekê û gelekê ji taqeta “kurdên êzdî” û demagojiya ko behsa “îradeya xelkê Şingalê” dike mezintir e. Ji bo miletê kurd meseleya hebûn û nebûnê ye. PKK jî xizmetkara dijminên Kurdistanê ye û dê derkeve. Bi camêrî derkeve ser çavan. Bi camêrî dernekeve dê bi zorê derkeve û minaqeşe li ser vê nayêt kirin.

 

Nehê sibata 2017-ê

Digel rêz û silamên min

Brayê we Arif Zêrevan

 

Nerîna min :

Îro