Nûçeyên Kurdistanî

Mesihî heta dawiyê baweriya xwe ya Kurdistanê diparêzin

Mesihî heta dawiyê baweriya xwe ya Kurdistanê diparêzin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê,  li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li patiryak mar Gorgîs Silîwe serokê Dêra Rojhilata Aşûrî li Kurdistan û Îraqê û şandeya pê re ku, ji metran û qeşeyên welatên Kanada, Amerîka, Ewropa, Suriye, Îran û Hewlêrê pêkhatibû kir.

Di civînekê de rewşa mesîhîyên li Îraq û Herêma Kurdistanê û bi taybetî rewşa peyrewanên Dêra Rojhilata Aşûrî hate behis kirin û di vê çarçoveyê de, patiryak mar Gorgîs behsa rewşa mesîhîyên li bajarên Îraq û li Herêma Kurdistanê û kar û erkên dêra xwe kir, sipasiya hevkarî û piştgiriya hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî piştevaniya raste rast ya serokwezîrê Kurdistanê ji bo kar, çalakî û binyatdanan Dêra Kasolokî li Hewlêrê kir.

Mar Gorgîs hêvî xwest ku rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, piştî nemana terorîstên DAÎŞê, ber bi aramî û pêşkeftinê biçe û koçber û penaber bo ser mal û milkê xwe vegerin û peyrewanên dêra wan jî li hemû deveran, bi taybetî li Deşta Neynewayê bi aramî û azadî merasimên xwe yên olî pîroz bikin.

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna qeşeyê nû yê Dêra Rojhilata Aşûrî metran mar Apris kir û hêvî kir ku ew di kar û xebatên xwe de serkeftî be. Serokwezîr tekîd kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya Dêra Kasolîkî dike û rêz û hûrmetê ji biryarên wê dêrê re digire ku tevî rewşa dijwar, dêra xwe ji Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê vegerand û sipasiya patiryak û dêra Kasolîkî kir ku bawerî bi Herêm û hikûmeta Herêma Kurdistanê heye û ew jî ji aliyê xwe ve heta dawiyê wê baweriyê diparêzin.

Barzanî behsa rewşa koçberên mesîhî yên li Herêma Kurdistanê kir û tekîd kir ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevî pêşkeşkirina hemû alîkariyan ji bo ew xûşk û birayên mesîhîyên li Herêma Kurdistanê jiyana koçberiyê dijîn, piştgiriya vegeriyana wan ji bo ser mal û warên xwe û ya ku di îmkanên hikûmetê de be ji bo careke din avadankirina deverên wan xemsariyê nake.

Nerîna min :