Civak

Mesihî heta dawiyê baweriya xwe ya Kurdistanê diparêzin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê,  li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li patiryak mar Gorgîs Silîwe serokê Dêra Rojhilata Aşûrî li Kurdistan û Îraqê û şandeya pê re ku, ji metran û qeşeyên welatên Kanada, Amerîka, Ewropa, Suriye, Îran û Hewlêrê pêkhatibû kir.Di civînekê de rewşa mesîhîyên li Îraq û Herêma Kurdistanê û bi taybetî rewşa peyrewanên Dêra Rojhilata Aşûrî hate behis kirin û di vê çarçoveyê de, patiryak mar Gorgîs behsa rewşa mesîhîyên li bajarên Îraq û li Herêma Kurdistanê û kar û erkên dêra xwe kir, sipasiya hevkarî û piştgiriya hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybetî piştevaniya raste rast ya serokwezîrê Kurdistanê ji bo kar, çalakî û binyatdanan Dêra Kasolokî li Hewlêrê kir.

Mar Gorgîs hêvî xwest ku rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, piştî nemana terorîstên DAÎŞê, ber bi aramî û pêşkeftinê biçe û koçber û penaber bo ser mal û milkê xwe vegerin û peyrewanên dêra wan jî li hemû deveran, bi taybetî li Deşta Neynewayê bi aramî û azadî merasimên xwe yên olî pîroz bikin.Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna qeşeyê nû yê Dêra Rojhilata Aşûrî metran mar Apris kir û hêvî kir ku ew di kar û xebatên xwe de serkeftî be. Serokwezîr tekîd kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya Dêra Kasolîkî dike û rêz û hûrmetê ji biryarên wê dêrê re digire ku tevî rewşa dijwar, dêra xwe ji Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê vegerand û sipasiya patiryak û dêra Kasolîkî kir ku bawerî bi Herêm û hikûmeta Herêma Kurdistanê heye û ew jî ji aliyê xwe ve heta dawiyê wê baweriyê diparêzin.Barzanî behsa rewşa koçberên mesîhî yên li Herêma Kurdistanê kir û tekîd kir ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevî pêşkeşkirina hemû alîkariyan ji bo ew xûşk û birayên mesîhîyên li Herêma Kurdistanê jiyana koçberiyê dijîn, piştgiriya vegeriyana wan ji bo ser mal û warên xwe û ya ku di îmkanên hikûmetê de be ji bo careke din avadankirina deverên wan xemsariyê nake.

Back to top button