Nivîsar

Min Dît û Nabêjim-24-

Sêrê sibehê û hên melê bang ne dabû. Bú birbira wa.Xistin şeldim ú beldim, min jiwa fahm nedikir, jibon ku zimanê me ne yek bû. Hatin û tiştek ji kesî ne pirsîn.Min gotinek tenê hiskir,di gotin tarorrîst,ev jî çîye min nú bihîst.
Ketin malede û çi hebû li nav hevdû xistin.Kî hebû dane hevdû û daxistin bêndera û dest bi lê danê kirin.Hawar haware zarok û jine bû. Gelek dilê wa êşa û hestîyê gelek şexsa şikandin..
Gelek zarok û zilm verîşîyan û xistin hawar û fîgan..Texrîben şeş (6)seatte berdewam kirin,mirovekî kâl derket û bankir serkêşê wa ku hêy. …Gumandan ev çi zilmê? Em ne gawir û ne êsîrê cengêne, hûn çime vê zilmê dikin,bes…..!
Serê sibehê ez rêwingî bûm,ji bajarê me ez di çûm bajarekî dîtir,di kêleke rêçkê de şexisin dîwar çê dikirin,li milê dîtir asayiş hebû û deng ji kesî dernediket. Ez çûm û ber êvarî gihiştim malê xew limin herimî, xewa min nehat,ez derketim lêwanê ber şibakê û min şibakê vekir,dengek hat di lîlîyand,piştre teqandine çek hat,min jî xwere got ev lîstikeke nûye,wisa berdewam bú.
Piştî çend roja qedexebûn hate ser bajarê me,çend roj û çend care berdewam bû, dawî em ketin biharê gotin divabê kesek di bajêr de nemînê, Xelkê bajêr mîne zerzúl ku ji befrê bi revê kete ser rêçkâ penaberbûnê, ber êvar bú ez û Malbat tevde derketin,jineke extîyar ser kêlekâ rêçkâ bajêr rûniştibû û di girî, ez çûme cem wê û min jê pirsî, xaltî tu çime di girî? Ku lawê min ma çime ez ne girîm, ez bi hâlê me digrîm, hinek hatin gotin ji xanîyê xwe derkev,bombe hatibûn danîn, zilamê min li xerîbîyê, dû zarokê min hene ew jî di xwênin li zanengehê ne ez mame bi tenê, min xwest ez biçim cem cîrane, ew jî derketin,min xwest lehêfek û bahlîfekî ji xwere bînim,nehiştin…
Xaltîk bi me re nehat û em meşîn çûne bajarê cîran,Gel mîne kerîyê Kovîye liser rêçkâ di herikî, em gihiştin bajarê cîran,li malbateke nas em bûne mêvan,livîn kêm bûn,em sê û çar li cem hevdû raketin, xewa kesî ne dihat, bû sibeh, me bihîst ku bajarê me valabûye, çend heyva şer berdewam bû û bajar tar û mar bû….
Êvar bû malbatekê em Dawetî xwarine êvarî a şîvê kirin,em çûn civake piştî xwarinê mezin bû, çend bezirgan jî amede bûn, dert û kûlê xwe gotin,di dawî de min got,naxwe Kurd jibon mirinê, xanî jî, jibon xerakirinê. …..
Silêman Çakir
Back to top button