Kultur

Min Dît û Nabêjim

Silêman ÇakirMin Dît û Nabêjim /24-Dil bi xem û aqil tevlî hevdû bû. Gurî rêçke çûne û nehatinê dabû ber xwe.Gelek bi hêrz bû. Zanîbû heywane gúne û bê mecal bûn.Lê ew pey hesabekî mezin di bezî. Zanî bû rêçkâ wî dûr û barê wî giran bû. Lê ji xwere digot ev qedere mîne. Dema şensê min hebûne ez bê bav û dayîk nedimam. .Kêrike xwe xiste ber doxîne xwede û turikê xwe avête milê xwe û berê Xweda kelha zilmê.Meşî Gurî bi Roj û şev,dema di westîye serê xwe di danî ser kevirekî û erd doşek bû ezman lêhêf bû, jibon Gurî. Kî dît jiwa pirsî, ku kelha zilmê li kûderêye?Dibêjin ye,mirov bi pirsê diçê xûrsê. .Gurî bi pirsê gihişte sînorê kelha zilmê. .Dema kete sînorê wêde ku wey Xwada ev çi daneke hêja û pîroze,lê çime li cem vê xweşîyê, ev zilm heye?Gúme gûme avê û şeq şeqa bilbil û qaluşe. .Bêhna misk û emberê ji serdore kelha zilmê tê. .Gurî ser kevirekî bilind rûniştin û li serdora kelha zilmê meyzekir..Liwir her reng û pêk anîne zilmê hebû û pêk dihat,însanê wê bê çare û mecal mabûn…Mezinê kelha zilmê, zilmê ku dikir teyrike û gúrê serê çîye bihîztibûn. .Li kelha zilmê dayîke zarokê xwe bi Tirse mezinê kelha zilmê didane Rawistênin. ..Gurî rabû û berê xwe dabû kelha zilmê male mezinê kelehê. Yek derî di çû serê kelha zilmê. .Li her derî nahtor û leşkerê mezinê kelha zilmê bûn.Pirsî ku derîyê vê kelhê dikevê kûjan âlî?Kesî ji Tirse newêrabû bêjê, Gurî kêrike xwe derxist û dayî ber sûkre yekî, ku bi meş,min bibe male mezinê kelha zilmê. Meşîn û gihiştin ber derî, gote Gurî ku ha waye derî û nahtor jî liwire, lê te naberdin, xwedê zanê mirine te hatîye..Gurî wî berda û çû cem nahtor…Nahtor ku tu çi di xwazê? Gurî ku jiminre kâr û xebat lazime, nahtor ku de here bimre, evder cîyê mezinê me ye,Gurî bela xwe ji nahtor nevekir û bi hevdû girtin,mezin gote berdestîkê xwe (xulam)ku ew çi qelebalixe?Here fahm bike û were min agahdar bik..Xûlam çû û vegerîye cem mezin,ku ez xûlam jêre dibêjin Gurî,hatîye dibê ji minre kâr û xebat lazime…Nahtor jî dibê tu kârê te livir nîne,ew dibêjê min bibe cem mezin,ezê jêre bêjim…Mezin ferman didê dibê wî berdin bere werê, xûlam fermane mezin didê nahtor û Gurî diyenin dîwane mezin..Gurî dikevê hindirû û silav didê mezin.Dibê kerem bike tu çi di xwazê ji min?Gurî dibê ez di xwazim kârekî bikim.Mezin dibê gelek başe,qazê serdorê hene biçe şivantîye wa bike.Gurî dibêjê male minê îşekî min nîne ku ez derdê waq waqe qaze bi kişînim..Mezin dibêjê başe,biçe gavantîye gamêşe bike. Gurî dibê sibe dispe wê germe Temmuz û Tebaxê werê wê moz û mêşik bêne gamêşe, êdî tu derdê min nîne ku ez pey Gamêşe baz bidim. .Mezin çi didê ber Gurî, mahnekê derdixê.Mezin dibê tu jî her tiştîre mazeretekê derdixê, wî çaxî li cem min be, dema mêvan hatin avekê bide wa..Jibon mêvane xizmet bike..Gurî dibê yekî ku nehêjaye tasek av,wê emir bidê min û bêjê kuro, Gurî kânî ji minre av bîne. .Mezin dimînê heyirî, dibê Gurî wî çaxî li cem min be, tiştekî meke..Gurî dibêjê başe lê bi şertekî, mezin dibê şertê te çîye?Gurî dibê tu çawa jîyan dikê ez jî wisa jîyan bikim,min qebule.Mezin dibê başe ,ez û tu wek hevdû, Gurî dibêjê min qebûl. .Mezin emir didê û jibon Gurî odekê amede dikin..Gurî bi cîh dibê. ..Roj ji rojê, wext Biharê, mezin aciz dibê, bandikê Gurî û distînê cem xwe û diçin nav bexçe. ..Hawa germe,Gurî û mezin linin dare Gûzê di runin,mezin dibê Gurî xewa min tê, ezê rakevim û tu jî li vadere ji xwere bi lîze. .Gurî dibê başe. .Mezin radikevê, Gurî li serdorê meyze dikê ku vize,vize pêşîye ye,yekê digrê û dibê ber pozê mezin û di berdê ber pozê wî. Kermêşik diçê ser mêjîyê  mezin. .Dema ku hişyar dibê, serê wî têşê, ji aciz bûn serê xwe li dare Gûzê dixê. Arendine serê wî hinek di rawistê, radibê diçin,lê ser arandin nasekinê. Mezin bandikê Gurî, dibê biçe cem xerat, bere toqmaqekî jibon min çêbikê û bîne. ..Gurî zanê ku planê wî di meşê. Çû cem xerat û towmaqek da çêkirin û anî dayî mezin…Mezin ku Gurî dema ku min got ayî, bi vî toqmaqî li serê min bide. .Dema ku yek lazim bû, Gurî deh li serê mezin di xistin. .Rojek ji Roje mezin mirrrrr….. Min Dît û Nabêjim /24/KPiştî toqmaqê dawî  ku Gurî li serê mezin dixê, radikevin. Gurî gelek jêre meraq ku mezin di çi rewşê deye. Serê sibehê radibê û diçê oda mezin,bandikîyê lê deng jê nayê. Diçê ber serê wî û di hejînê. Dema mezin deng dernaxê fahm dikê ku mezin çûye wê Dinyayê.Derdikevê ser ban (xanî)û bang didê, dibê heyyy. …!Ehallî mizgînî min li we mezin mir..Her bijî AZADÎ. Gel zû bi zû bawer nakê, lê dema Nahtor û delêllî tên meyze dikin,qinyata Gel di rûnê ku Mezin mirîye….Kesek li malê xwe namînê, roj dibê mîne roje heşerê.Dibêjin dema mezin rêbertî kirîye hewqas zilm kirîye,çend mirov ji ber zilme wî revîne. Çaxê di meşin şivanekî di bînin,şivan jiwa di pirsê, dibê hunê çibikin?Dibêjim em jiber zilme mezin di revîn. .Şivan dibê ez jî, bêm.Dibêjin dema ku tu werê wê pezê te çawa bibê? Şivan dibêjê wê kûmikê min pez bibê malê, kuçik Bersiva şivan didê ú dibêjê na,ez jî bi were bêm…Min Dît û Nabêjim /24/L-Kelha Bûnisra bilinde, xanîyê wê mîne qeşayê xwúye dikin.Bi şev tijbe gerdena Kezî zera.Wext payîz û hînike. Êvarî kebanîye malê merşe di danîn û şîva amede dikirin..Li milekî radye Erîvan sitranê Kurdî digotin,li milê dîtir dibû bahse pêşmerge..Ref bi Ref li serê çîye şer dikin digotin..Mezine digot û piçûke gúhdar dikirin..Sitranê Eyşane Elî tiştekî dî bûn.Heta nîvê Şevê sohbet berdewam dibû. Wexttê razane tev radikevin, berê sibehê herkes dirabûn û xwe amede dikirin û dadiketin nav bexçe. .Wextê dan hevdû bûne Gûzê hatibû.Wext ber esrîkî bû û bavo derketibû serê dare Gûzê di weşand û ferdê malbattê didan hevdû û di qeşartin di xistin têra de.Di wê kemlana kârde mixtar û licem wî xortekî xweşik û levhatî hatin cem malbatê. Silav dan hatin rûniştin.Bavo dema wa dît dakete xwarê. Bixêr hatin dayî wa û jibon wa fêkî xwest…Selikek ji hejîr, tirî û hinar anîn û şûştin û berdane sifrîyê û liber wa danîn..Bavo gote wa ku kerem bikin,ji mixtar pirsî ku ev xort kîye?Mixtar ku ev mamostê gûndê me ye,nû hat û dibîstane me vebû. Bavo ku bi xêr hat û ser xêrê bê. Mixtar ku lê tiştekî dîtir heye,divabê zarokê şeş (6)Sal û çardeh (14)salî bêne nîvisandin û biçin dibîstanê, ên ku zarokê xwe neşînê wê Komar wa ceze bikê. ..Mamoste bi Kurdî nizanî bû, dema.bavo û mixtar bi Kurdî mijûl di bûn, mamoste dime ecebnemayî, ji alîyê Anatolê bû. Bavo jî mîne osmanî ziman fêr bûbû, yirmî  (20) (bist)digot igirmî. .Ji xwe me tevde qet bi Tirkî nizanî bû.Dema ku mixtar Kurdî di wegerande Tirkî ú Tirkî wegerandibe Kurdî me jî fahm dikir.Bavo ku başe ê min yek (1)heye,dema wisa got min fahm kir ku na xwazê min bişînê dibîstanê, mixtar zavê bavo bû, ku xalo ên we dûdone (2),bavo ku raste lê yek jê  (ez)li cem min gelek vî qedir û qîmete,ez wî birê nakim,li alîyê min meyzekir..Dema bavo wisa got ez girîm…Şivan ji minre ser xwendinê tiştin xweş gotî bûn û ew hatin bîra min…Dema ez girîm,Mamoste gote mixtar ku ev lawik çime digirî? Mixtar ku jibon bavê wî dibê ez gelek jê hiz dikim,jibon wisa ez wî naşînim dibîstanê ú ew jî dibê ezê biçim û digirî. .Dema mixtar wisa got,Mamoste nav pirsî, mixtar nav got,Mamoste li cem xwe nivîst û bi çavê xwe îşaretek dayî min..Ez di ber xwede kenîm,piştî navê min,navê birakê minî piçûk jî nivîstin û xatir xwestin û çûn..Me jî xwe amede kir û em derketin Gûnd. ..  

Back to top button