Nûçeyên Kurdistanî

Min Dît û Nabêjim (roman)

Min Dît û Nabêjim (roman)

Silêman Çakir

Min Dît û Nabêjim /24/”a2

Dema mirov bindest û bê Dewlet bê, her tim liber şek û pekâ dikevê, mino mirov di derya reş de û av jînê nizanibê û Hawa mij û moranbê. ..

Ez mîne Dewrêşekî tim pirsekê ji xwe di pirsim,dibêjim 127 serhildan pêk hatin,gelo çime bi ser neketim? Dema ku me li nasekî di pirsì sedî sed tiştekî nexweş em agahdar di bûn. Emankì, Hevêrkî,Goyî, Jîrikî, degşurî û mîne ev navê eşîrtî şer û pevçune di nav wade,Emrê min xilas kirin. 

Piştî qonferansê bi çend roje gotin li dibîstane bilind a Qoserê çend xwendevan hatine girtin û eşkence liwa kirine. Dibîstanê min jî nîv sal zêde tir maye,dibêjim rojek berî rojekê de xilas bibê. Em jî polê derketin bêhn berdanê braderek hate cem min,merheba û merheba me dayî hevdû, gote min ku divabê em mijûl bibin,minko kerem bike.

Ku gelek mamostê me sirgûn kirin û midîrjî liser,min ku raste,berdewam kir ku braderê ku hatine girtin tu agahdarî min ku ew jî raste,ku çend Mamoste û Mîdîrek dane dibîstane me gelek xerabin, min ku ew jî raste…Vê carê ku divabê em li dibîstanê çend çalekîye pêk bînin,min ku ew jî pêwiste. .

Ku gotinê min xilas,de tu kerem bike….Min ku xortê Kûrd û ên çepê Tirkye nû ji hevdû cûda bûne, em bê rê xistinin, PDK-B wek tu jî zanê veşartî di xebitê ,ku raste.Li çar dorê me pisgirêk roj bi Roj zêde û giran dibin,dû elternatîf hene,yek eger PDK-B qabûl bikê em dibin himbêza wêde werin cem hevdû û em biryare bistînin. .A dûyem em sebir bikin wê braderê li metropol û ên zanengehê çibikin,ligor wê em kârin tiştekî tefekûr bibin.A sê yem ez û braderekî liser zimanê Kûrdî em di xebitîn û xwe fêr dikin,a çar ye mîn ez zewicî me û dema ez têkevim çalekîye wê me bigrin û me sirgûn jî bikin ,en hindik evê bê serê me, ceze û zîndan kirin ji xwe tiştekî dîyare…

Emê farz bikin me dest bi serhildanê kir,dawî? Em sigunî dervî bajarê mezin kirin,wê kî lime bibê xwedî? Dema min wisa gor ku wê hêz û brader lime meyzekin,min ku hêz kûjan? Bersiva min neda û em bê biryar me xatir ji hevdû xwest û em çûne mala xwe. 

Wext di her warîde rengê xwe winda dikê. Şik û goman roj bi Roj zêde dibin.Xeta reş kârê xwe veşartî xweş didê meşandin.Em gelek dil soz û zîrekin lê tecrube û serpêhatîye me gelek kêmin.Zivîstan di kemlana xwede ye. Ez sibey rabûm çûme dibîstanê, liber derî ez û braderê min di got em leqa yî hevdû bûn. Me li hevdû pirsî û ku meraqe meke,em bi tenê namînin..Min ne ku erê û min ne ku na..Ders dest pê bû, em ketin polede. Mamoste hat û dest bi perwerdì yê kir.

Piştî wextekî kûrt Midîr û dû alîkarê wî licem ketin polê de. Dest pê kir,ku.ev welat ,welatê Tirkye Cûmhurrîyetîye,welatê Tirke ye,ên ku qîme xwe neyênê bere siktir bibê biçê ji vî welatî. Ez di derheqê wede gotinê nebaş his dikim.Di nav wede hinek hene xwîne wa xerabe ye, xayînin,bere ew biçin Mosqo, em misade nadin ku li vî welatî mîne xwe bikin.Derket û çû, ev tişt berdewam kir…piştî çend roje grubek hicûm berda ser hinek hevalê me,piştre çendek ketin pêşîye min û me bi hevre şer kir..Édî me ku bese,civîn pêk hat û di civînêde biryare şer derket.

Mîne grup herkesekî kârê xwe sitand wê çibikê û wê çawa gav bavêjin. Em çendek zû çûne dibîstanê me rêbertî şopand. Midîr û alîkârê xwe li cîyê xwe bûn, braderek ku ezê biçim cem alîkârê midîr rojê ku ez nehatime dibîstanê jê bi pirsim,dema zû Bersiva min nedê ezê sîlekê liser çavê wî bixim û bere herkes di cîyê xwede serî hildê. Eynen wisa bu û meydan li nav hevdû ket,piştî wextekî kin,leşker û asayiş hat,midîr û hevalê wî ketin oda derî liser xwe xeliqandin heta ku asayiş hat.Dema ew hatin em belav bún, piştî çend seatte gotin werin,qeymeqam hatîye wê şîreta li we bikê, em hatin lê bi tedbîr, qeymeqam ku bikevin derse de,me slogan avêtin,leşker hat hicûm berda ser me, Gelê Nisêbîn’e wêran piştgirî dayîme, şer mezin bû û ser hildan berfereh bû, leşker û asayiş çûne qişla xwe,em jî belav bûn. ..

iştekî herî bâlkêşe, ku sirûn û Talan kirin bûye pare Gelê Kûrd. Pisgirêk ji kêye gelo?Ma gelo Gelê Kûrd mîne xelk û alemê mafê wî rewa tûneye? Tim liber şek û peke dikevê û kî tê hîlekê lê dikê û darbekê lê didê. ?

Midîr rêberê dibîstanê bû û nû hatibû bi serde heqaret lime dikir,ji dêla ku şîreta lime lime bikê û me perwerde bikê bi ser me de dihat ku em jî şaşîtîye bikin..

Piştî şer û pevçûn çêbû em li cem me civîn û me mesele şîrove dikir.Alîkàrê qomiser di hate dersa meyî asayîşe qewmî  (milli güvenlik)hevalekî me jî feqîro melûl bû, ber êvarkî li bajêr ji xwere di gerê (T.A)qomisêr wî dibînê û bandikîyê, lîkolîn liser me kirîye,lê cîyê me keşif nekirîye. Bandikê wî hevalî dibê tu malê felankesa nas dikê ew jî ji nezantî dibêjê erê. 

Em di civînê de ne û ew çend endamé asayîşê biser mede girtin,ku Way hunê şer derbinin û bi serde bên rehet rehet runin ha..Me ku wey ev çibû vêce? Em tevde xistin wesayîte û birîn qeleqole merkezi. .

Dema Gelê Nisêbîn’ê agahdar bû rabû ser pîye û hat ber avanîye asayîşê. Em xistin nezaretê û em 16-17 kes bûn. Cîyê em tê de çar metre qarê bu (4m^).Gel di her warîde jimere bû xwedî, çi jimere lazim bû anî, em mane heta seat 001.0(yekê )nahtor hate gûhertin, ên ku nû hat serxoş bû di destê wî de şîşe raqî hebû û di vexwar. Em bi serxoş bûne wî kenîn, bradere ku kâ em li vî ne lîstikekê bikin,me ku başe, em bûne dû grub, grubek wê destûre bi xwazê biçê qedemgehê, gruba dîtir wê lîstikê xwe bi lîzê. .Me biryar da û me dest bi planê xwe kir…..

Şeve, şev tarîye, sare û em maxdur û bi hêrzin. Yek û derb kârebe tefîye (vemir)Dengê anonsekê hat,çend polis hatin û derîyê nezaretê vekirin û em xistin wesayîte û em jî bajêr derxistin.Em birin serdora girnewas,em daxistin û liser caddê em dirêş kirin, qomiser ku bêjin ev kî va tişte biwe didê kirin?Me ku ne tu kes..Hêrz bû xiste birbir,em kenîn,ku yahu ev manyaqin di kenin, gote me ku hûn ne bêjin ezê bi wesayîtê ser we biçim..Me ku tu çidikê bike..

Çiqas ekis kir me jî jê zêde tir kir,westîye çend jop lime xist û em suwar kirin anîn dîse xistin nezaretê. Dema nahtorê serxoş hat me dest bi planê xwe kir.Braderekî li derî xist,ku çîye ulan,hûn çi di xwazin,ev hûn nasekinin, brader ku hinek ji me wê biçin qedemgehê, ku başe, yeko yeko, me ku em binxwede berdin,derî vekir û serxoş bû. Hinek brader bi hevre derketin û wî dane mijulkirin, braderekî şûşe wî eraqê anî û têde…M….kir û danî cîyê wê, dema em hatin ketin nezaretê derî liser me xeliqand û li şûşe xwe vegerîye. .Dema biser xwe da kir ku aaaww..!Ev çîye tame wê hatîye gûhertin, em bi hevre kenîn,ku ulan hûn bi çi dikenin?Me ku em bi halê xwe di kenin, ma em çibikin,em bigrîn? Deng dernexist û çû kete oda xwe. .Em jî westîye bûn, me xwe ser hevdû dirêj kir û em raketin. .

Serê sibehê nahtor li derî xist em rabûn, wey bavo,Gel tevde hatîye ber derîyê nezaretê, mîne roja heşerê bû. 

Nahtor ku biçin ser çavê xwe bi şîn û werin taştê bi xwún, tu nabê şaredar xwedê jê razî  (H.Y.) heyetekê amede dikê û diçê cem fermandarê leşkerî, qaymeqam,midîr û rêberê dadgehê dibê va xorta berdin,dema ku hûn wa ne berdin wê li bajêr îsyan (serhildan)derkevê. .”””cîyê te behişt bê, H.Y.”””””Tevde tên cem hevdû û biryare berdanê didin. Me taştê xwar ma bavo çi taştê bê çi hebû amedebu. Asayîşê ku ecele bikin,hunê derkevin cem sawci, em birîn û yek bi yek bankir in me û serî li îfade me da…

Wext,wextekî gewre bû, Gel piçûk û mezin,zane û nezan,jîn û mêr, kâl û ciwan tevde li ber derîyê dadgehê amede bûn. Min mîne wê rojê ku Gel bi coş û bi can hatibû cem hevdû sê rojê dîtir min,dît li Bakûr. ..

..Dema me weke rêxistine KAWA di 1977 de mitîng  (meş)pêk hat,di merasime Remezanê Haşimoxlu,di merasime kek Ferît UZUN de pêk hat.

..Em li salonê li benda dore xwene, ên ber derîyê sawci,bi dorê bandikê me..Dora min hat û selce dest pê bû, bêrî ku dosya bê xwendin nav,paşnav weke kunya min kâtîp xwên min ku raste..Piştre sucê me xwendin min ku na,ne raste û ez qabûl nakim,gotin we pevçûn derxistîye û zerar daye dibîstanê û li himberê Mamoste û rêberîye dibîstanê hatine û we gotîye xwendevane ne Kevin dersê. 

..Dore min jibon parastinê hat,Min rêz û ihtiramê xwe dîyar kir û min ku savcı beg ev tiştê ku jibon me wek gûnehkartîyê û sucdarîyê tavêjin ser min û hevalê min ne raste û gelek şerme…Ez ji malbateke nas û xwîyayîme, Malbat maldar û gelek ber ferehe û bi qedir û qîmete, di malbatê de ên di xwênê bi taybetî ez tenê me,jibon ku hâl û wexttê malbatê di her warîde xweşe ne xwazê ku ez bi xwênim,lê jibon min qedir û qîmetê xwendinê xweş fahm kirîye ez bi sundarim ku bi xwênim,lê çi ecêbe ku midîr beg û mamostene me na xwazin em bi xwênin û em nezan bimînin,ji bedêla ku rêbertîyê jibon me bikin,Heroj têne polê gotinê nexweş jibon me di bêjin û me tehdît dikin,dibêjin xwîne we heram, hûn xayînin,ji vî welatî siktir bibin û biçin Mosqo, ev welat ,welatê Tirke tenê ye. …

A dú yem di nav xwendekâre de cudayîtîyê dikin,piştgirîyê di dine hinek xwendevane û hineke di ricimênin û di nav mede fesadî yê dikin bi taybetî midîr û dû alîkarê wî. ..

Ez kârim mîneke zindî bidim,ez xwendevanekî di hed û terbîye xwe deme, mamostê min tevde ji min memnun û dilxweşin,heta jiminre hûrmet û rêz digrin,hevalekî min xwest daxwazîyeke xwe ji rêbertîyê re bêjê Mamoste li cem min heqaret lime tevde kir ku hûn tawtawene,zigurdin….

Dema min wisa got hakim û sawci li hevdû meyzekirin û gotin hele,hele ev çi tiştekî ecêbe…..?piştre berê xwe dane min û gotin gotine teyî dawî çîye,min ku em maxdur in, ez di xwazim bi xwênim û di derheqê rêbertîye dibîstanê de ez gazinkâr û dawacî me. …Gotin başe tu kârê biçê, ez derketim derve û em tevde berdan em çûne malê xwe…

Gel tevde bi coşeke mezin em pêşwazî kir û em himbêz û pîroz kirin…

Westîye bûn ketibû hestîye de,şik û goman mêjîyê mirov tevlî hevdû dikir.Dil xweşî û dil xemgîn bûn bi hevdû re şer dikirin.

..Jibon ku pêşeroj ne zelal û dîyar bû, mirov dibire emrê çûyî. Gelo wê çawa bê û wê dadgeh çi biryarê bidê? Mirov mecburen liser tefekûr di bû. Min xwe amede kir û derketim gûnd, Malbat gelek xemgîn û bi hêrz bû, tim yek gotin dû bare û Deh bare dikirin.””Me tim digot,xwe ji meselê sîyasî dur bigre,lê te lime gûhdar nekir û te xwe xiste bela Komarê “””Xwadê xezeba vê Komarê li kevirê reş neyînê. 

Dema ev gotin dihate gotin hiş di serê minde ne dime, min jî jibon xwe çareserîyek dît.Her roj min bandikir xorte û zilm û zordestîye ku li Gelê Kurd tê û hatîye tanî ser ziman..

Texrîben heftîyek derbas bû ber nîvrokî dû brader hatin gûnd û ku xwe amede bike em diçin bajêr. Min weke wa kir û ji malbatê xatir xwest û em çûne bajêr. Wê Şevê em li malê braderekî bûne mêvan…

Ji bajêr ên ku me nas dikirin û ên ku his kir hate civakê. Heta derengî Şevê me sohbet kir û civak belav bû. Em mane bi tenê, braderek hat ku sibe em diçin Ferqinê jibon xwendinê. Sibehê em rabûn me taştê xwar û em hatin gerajê.Bajovan tiştê me barkir, lê kê his kir hatin em bi rê kirin û em piştî wextekî em gihiştin Amedê û wê Şevê em li Amed bûne mêvan. ..

Berdewame

Nerîna min :