Kultur

Min Dît û Nabêjim(Roman)

Silêman Çakir

Min Dît û Nabêjim /24/..Z../

 Dil çar pola lê didê. Xeyal nû û kurin.Di meşim û tefekûr dibim.Wê çawa bê û ez diçim kûderê.?Tefekûr kûre û bi eleme. 

Gihiştim bajêr û hatim cem birayê dilovan Ehmed (cîyê wî behişt bê )Dema ez dîtim gelek kêf xweş bû. Ku tu bixêr hatî û kursî da min ez li cem rûniştim. Zavê wî jî hat û ew jî runişt.Gote min dibîstan çawa diçê? Min kû gelek başe.Ji dibîstane bilind re dû sal mane.Ku birayê piçûk ji malbatê cûda bûye, min ku haye min jê tûneye. Gote min ku fikireke min heye,min ku kerem bike,””Min tê kir ku wê çi bêjê )Ku kâ em te bi zewicênin bese..Ez kenîm.Ku tu çime di kenê? Min ku tiştek tuneye. Tiştek hate bîre min ez kênîm, ku çibû, min ku em Kurd her tim şaşîtîyê xwe berdewam dikin,ku raste,ev jî, ji nezantî û bindestîye me ye,min ku divabê em xwe rast bikin,dema ez bi zewicim, barê min wê bibê sê bar,ku raste,lê halo jî nabê. Min biryare xwe dû bare kir,min ku ez nazewicim,heta ez zanengehê xilas nekim,dîse ku na..Me gelek ji hevdû hiz dikir,qedir û qîmet dida hevdû. Min ne di xwest ez dilê wî bi hêlim. 

Min fahm kir ku bela xwe jimin navekê, min ku madem tu na rawistê biçin keça (X.E.)jibon min bi xwazin,min xwest ku bela xwe jimin vebikê. Dema min wisa got,ma sekinî û ku eger nedin?Min kû dema nedin êdî ew dikevê rexê te. ..Êdî bûbû êvar û em tevde rabûn ew çûne mala xwe ez jî çûme mala xwîşke piçûk. Ew çend sal bûn ku zewicî bûn, dû zarokê wa yek keç û yek lawik hebûn. Faqîr bûn, xanî jî bi çûk bu. Min tiştne xwarinê sitandin û ez çûme mala wa.Dema ez dîtim gelek kêf xweş bû, dema limin meyzekir fahm kir ku ez bi hêrz im, ku çibû birakê min,min ku tiştek tûneye, bela xwe ne vekir,min mesele jêre got,ku tu zanê weke xwe bike, piştî wextekî kin şîv amede kir û em ser sifrîyê rûniştin û me şîv xwar û min dest bi xebate dersê xwe kir. 

Ax,ax Bakûr, ev heye çil heşt sale (48)ku ji Bedena min û kedà min di xwê. Tu bûyî mîne kevirekî reş jî serdora Ruhayê û tu ketî ser dilê minde,min tu lorand û mijand û xwedî kir,lê te xîyanet limin kir Bakur’o. .

Sal gelek derbas bû bûn, pey minde hindik mabû. Em ketin bêhnberdane dirêj.Dîse dayîk û bavo keser veda. Min ku çîye dîse?Gotin em extîyar bûnê bûk lazime.Min deng neda û derketim.Ber êvar kî bû. Min bêrîye şivanê aqilmend kiribû, lê tucar di fikir û gomane minde derbas nedibû ku min bixê bîre bê binî. “””Mirine bi saxî, navê evîne yar”””Şivano hat û pez di herikî mîne ava Newala Bûnisra. .

Em di meydane gunde gihiştin hevdû. Min qewetbun dayê û li hevdû pirsî. Dû kuçikê şivan ên pez hebûn mîne gûrê har bûn. Em di meşin haye me jî bayê feleke mal xerab nîne.4-5 Kuçike bi hevdû girtin,tiştê min ne dîtibû min wê kêlîyê dît. Keçek derket holê û dest bi çîre kir.Şivan ku ev keç liser te evîndare, min wisa lê eyşekir, min ku tu çi dibêjê jibon xwedê. .Kenî û dû bare kir, ez li keçikê vegerîyem min ku tu va sixêfa ji kêre didê, ku ez dibêjim te,çime kuçikê te bi ê mere şer dikin?Min kû bavo bile haye min jî tiştekî tûneye, tu xwe liber baranê bê sebeb şil dikê. `1Ku na Hemû tu wisa dikê.

Şivan bi xwe di kenê, dema wisa got aqilê min çû bi paşve şeş heft salê çûyî û dema em di çúne dibîstane seretayî pola pênç (5)..Ez alîkarê Mamoste bûm. Wextê fêrê hat û zingil lê xist,em tevde ketin polê keçik ne hatibûn, mamoste pirsî, min ku ez meyze bikim li serdorê, dema ez jî polê derketim lêwanê, dengê wa hat.Min gûhdar kir,e vane ketine çem ji xwere lîstine û hatine cilkê xwe di gûvêşin, dema ez dîtim derîyê odê girtin,min bankire wa,min ku Mamoste li benda weye..Ez çûme polê, mamoste ku ma te wa dît,min ku mamostê min vaye tên…

Dereng hatin û mamoste çend dar li destê wa xistin,piştre ku te hişt ku Mamoste dar li destê me xist.

Min çiqas ku na ,wa kire akis. Ez û şivan si meşin ez jî wa roje xeyal dikim..Em gihiştin malê, dayîkê şîv danî me xwar,dîse bazare bûk û zewicandinê vebû. 

Vê carê şivan ez firoştim,xwîşk û xwarzîyê min ew jî amede bûn. Dema gotin tu kê di xwazê, şivan ji bedêla minde bersiv neda…Ku keça felankes. …Serê min kete belayê. …Bavo jî xwedî biryar û soze. Min mesele kişand rexekî dîtir,min doza welat û zilme ku li Gelê Kûrd dibê û ku Eşîrê Kûrd hevdû na parêzin û şêx û axayê Kûrdîstan jî dozê di revîn ,min bahs kir.Bavo ku xal û kâlânê te jî axe û şêxin, min ku raste,lê xal û xezurê tene jî lê li himberî te ne rastin.Ku na. Min ku ez kârim mîne belge îspat bikim..Ku çawa?Min ku tê bîra te dema tu ber êvarkî ji baxçe hatî û liber qamik runişt,xalê min (H.E.A.)Li serê banbu û bi îşarete desta bankire min,ez çûme cem wî û çend şekir dane min û di gûhê minde çend gotin gotin. Dema min wisa got bavo ma sekinî û ku raste, lê min çend care ji te pirsî, te jiminre negot û te ku tiştek ne got…

Min ku raste lê neha wextê wê ye ku ez bêjim..Lê şertekî min heye, ku çîye? Min kû dema tu û dayîkê şertê min qabûl bikin,ezê bêjim. .Herdû ye li hevdû meyzekirin,bavo ku me qabûl. ..Armanca min ku ez bela wa jî xwe vekim. ..Ev mesela belaye zewicandinê ji ser milê min rabê. .Dema ku bavo û dayîkê gotin erê, şivan xwe mîne ferşikê xêzkê xwe avêt meydanê, ku keça felankes jê hiz dikê û ew jî jiwê hiz dikê. ..

Min deng dernexist,bavo limin vegerîye ku xalê te wê salê çi jitere got,min ku ew xalê minî ku te mîne rehê xwe te qedir û qîmet didayê, ku bavê te çi bêjê û çi jite bi xwazê bîye wî meke…..Lê bîye dayîke xwe bike. .

..Dema min wisa got, bavo ma sekinî û ku heyf û mixebîneta kedê. ..Piştre ku dema em biçin bi xwazin û nedin…Min ku baştire ku bêjin em nadin,êdî ew şolê mine. ….

Berî roj hîle derketim û meşîm.Çûme ser kevirekî bilind û cîyê ku tu kes lê nebû. Heta dengê min derket û min bankir,min ku “”EY XWADA EV ÇI DERT Û ELEMIN KU TE DAYE MIN Û GELÊ KURD. …!

Meşîm û çûme heta Ketim nav daridtanê ,li bin dareke beruyê rûniştim û min xwe dirêj kir. Ez raketime û heya min ji bayê felekê nebûye.Tiştê min dît xewneke bâlkêş bû. 

….XEWNA MIN….

Mirovekî navser di hate cem min,di ku tu gelek xemgînî, wisa meke.Tu bi meşe di fikir û remanê xwede.Tê biser bikevê lê gelek zahmetî û astengî wê derkevin pêşîye te,lê xema meke, tê biserkevê. Gelek hene ku di xwazin pêşîye te bigrin,lê wê nikaribin te Rawistênin. .Demeke dûr hinek wê derkevin welat wê tevlî hevdû bixin,lê tê tiştê xweş jibon serdor û Gel re bêjê Gel li cem teye,lê belê nasê te wê tim li himberî te bibin,jibon ku ne zanin û fahm nakin,lê dema tu bi ser ket ewê bên ûzre xwe jite bi xwazin,tê li bajerekî bibê serkêş û wî bajarî xweş ava bikê û carek din hew xeradibê. .Vaye ez çûm bi xatirê te,gotinê min jibîr meke…

..Ez hişyar di bûm, min li dora xwe meyzekir ku tu kes tûneye, ez rabûm, hatim malê û min xwe amede kir û derketim ser rêçkâ bajêr. ..

 

Wext havînê, diçim bajêr û têm.Fêkî difroşim û tême nav baxçe,piştî çend seattê bêhn berdanê av dane rêz û çinîne fêkî, birayê mezin cûda bûye ji malbatê, ên piçûk jî bûye leşker,li Stenbolêye.Sê  (3)zarok û hevjîne wîjî em liwe meyze dikin.Komar di tiştekî de nabê âlîkâr. 

..Ez dibêjin Ey Xwada rojek berî rojekê ez dibîstanê xilas bikim.Malbat tevde limin bûne yek,halo nabê bi zewice, jibon malbattê bûk lazime,min ku lanet li vî şolî bê, heyra temam biçin keça xalê min bi xwazin,xwe dane hevdû mîne cinê şikeftê siteblê û çûn xwestin,êdî serê min kete belayê, salek berdewam bû, birakê piçûk jî, ji leşkerîyè hat,heftîyek ma û bi destê zarokê xwe girt û çû. 

..Em ketin wextê xwendinê, min mal gûhert,gotin di vabê em búkê bênin,min ku hûn çawa dikin,bikin,xwe amede kirin û di heyva Gûlanê de dawet pêk anîn.Ez dû heyva çûme gûnd û hatim,here û were maaşê te pênç pere.Ew sal jî xilas bû. Ma salek ku dibîstane bilind xilas bibê, min dîse male ku lê dimam,min gûhert. Heyva payîzê a dawîye,em ber.zivîstanî de diçin,nîvê Şevê Gûndîkî me li derî xist,min ku xêre ku welehî zû ne dereng divabê jineke ku ji tendûstrîyê fahm dikê lazime,min ku çime?Ku xwîşke te liber hâlê xwe deye, zarok çêbû, lê xwîne wê nasekinê, ey Xwada Dinya liber çavê min reşbû, seyare yek heye,hemşire yeke,min xwe amede kir û ez çûme male bajovan, jiwamêr texsîr nekir,em suwar bûn çûne malê hemşire xanim,wê jî ne ku na,rêçkâ gûnd şoseye, wesayît dernakevê gûnd, em gihiştin binye gûnd û em meşîn,hemşire xanim meyzekir ku xwîn gelek winda kirîye,heta me wê amede kir, jîyane xwe ji dest da..Pênç zarok peyde man bê dayîk…

Dinya li serê min bû taristan, xwîşke min gelek hêja bû, ez heta dû heyva nehatî ser hişê xwe,cîyê te behişt bê xwîşke Necûde. 

Aqilê kêm,barê giran.Dibêjin hespeke kehêl çêlîk jêre çêbû. Xwedîyê hespê gote hespê ku çêlikek ji tere çêbû, dibê hesp girî. Dibê xwedîyê hespê ku tu çime digirî, hespê ku êmê min kêm bû, barê min giran bû. Ez jibon wisa digrîm. Me ku emê xwênin û sîstemeke bi zane ava bikin te ku em jibon Gel û welatê xwere xweştir bi xebitin. Gotin na.Em zewicîn û bar giran bû. Diçim gûnd û têm,ew sal jî xilas bû. Mayî salek,min ku a qenç îsal maye, ez ne çim gûnd û newin, min çareserî dît û ez.bi cîh bûm. Dibîstan vebû, lê tiştekî bâlkêş min dît. Ew jî gelek mamostê me sirgûn bûbun. Ez tefekûr bûm û min jî xwere ku rewş ber nebaşîyêde diçê. Fêr xilas bûn em derketin ku bêne malê. Hevalek hate cem min,ji zanengeha ODTÛ ‘ braderek hatîye di xwazê bi mere civînekê pêk bînê, emê li male  (E.Ç)bi civin. Min ku başe,ez.gihiştim malê min şîv xwar û ez çûme civînê. ..Gelek ciwan bêşdarî civînê bûn. Xanî mezin bû û hewşa wî jî hebû Hawa gelek xweş bû. Braderê ku qonferans dida (A.Ş.) bu. Texrîben civîn seat 20.00’de dest pê bû 4-5 seatte berdewam kir.Serê seat û nîvekê bêhn berdan pêk dihat,lê jê û pêde berdewam dikir û ên ku pirs di pirsîn jî ew firset hebû. Brader ji şoreşa Erître û Fransa dest pê kir heta ku hate şoreşa Mistefa Barzanî a Başûrê Kurdistan. Liser şoreşa Rus 1914-1917 û heta sosyal Emperyalîzmê û çime xortê Kurd ji çepê Tirkye cûda bûn. Şoreşa Kûrdîstan weke stratêjîye wê, Emperyalîzm, dû super Komar, xwînmijoketî û sîstema axê tî yê Kûrdîstan, xebat di her warîde wê pêk bê û armanç Kurdîstaneke mezin û ser bi xwe..Min çend pirs di warê teknîkî de jê pirsî Bersiva min da û civîn xilas bû. Dema ku em derketin ku em belav bibin,navê min pirsî, me hevdû naskir,ku eger mimkinbê dema ez hatim vêdê  (Nisêbîn’ê )em hevdû bibînin û xatir xwest û em tevde belav bûn. Roja dîtir li dibîstanê braderek hate cem min ku fikre te çîye liser civîne Şevê dîtir û ser mijulbune wî braderî? Min kû baş bú, lê emê hênjî meselê bi şopînin…Ku gelek başe. …

Berdewam dike

Back to top button