Hevpeyvîn

Min fam kir ku zimanê min Kurdiye

Nivîskarê Kurd Silêman Çakir heta niha gelek pirtuk bi zimanê kurdî nivîsîne. Lê dixweyê dengê wî û xebata ku kirî baş nehatiye seh kirin. Ji bo vê me xwest em çend pirsa ji Silêman Çakir bikin. Daku wî baştir nas bikin..Rojevakurd  Rojevakurd : Birêz Silêman Çakir,hûn dikârin xwe bidin nasandin? Silêman Çakir: Ez, li gor agahdarim 1955 de ligûndê kelha Newala Bûnisra ji dayîk bûme.Ji 10 zarokê malbata min ez ên 9 (neh)ye mim.Berî gelek sed sale malbata min jî Rojhelatê Kûrdîstan penaber bûye û hatine Bakûr.Dema 1966 de dibîstane seretayî li gûndê me vebû min jì ji pole yekem dest bi dibîstanê û ser fêr bûne zimanê Tirkî kir..Heta wê demê min Tirkî nizanî bû.Piştî xilas kirine 5 salê dibîstanê ez hatim bajarê Nisêbînê jibon berdewame dibîstanê. Her salek li cem malbatek min jîyan dikir û di xwend.Di wê demê de min pirtûke liser wejeya Kûrdî a Ehmedê Xanî Mem û Zîn naskir û bi minasebeta braderê kî Alfeba Celadet Elî Bedirxan ku nivisîye kete destê min û min biraderekî liser zimanê Kûrdî em xebitîn”Ew birader li Ewropa jîyan dikê.Min fahm kir ku zimanê min Kûrdî ye.Di wê demê de mim PDK baştir naskir û em mîne xortê Kûrd em xebitîn.Dîse operasyon ,girtin,eşkence û sirgûn dest pê bûn..Me mîne xwendevana form dest pê kirin.Şer û pevçûn dest pê bû em hatin girtin,ez û 16 xort em sirgûnì dijî ye dervî Mêrdînê kirin..Min li Farqînê di îstan berdewam kir.piştî xilas bû ez Ketim azmonê bûme Mamoste. 1979 de min li bajarê sêrttê li navçe ye Qubînê li gûndê gedûkê  (devebıynu)dest bi kârê Mamoste tî yê kir.1982 hatim girtin şeş heyva zîndanê de raketim. Ez berdam sirgûnî Dehê kirim.Liser min zor û zordestî gelek pêk hat û 1983 ji kârê xwe hatim sitandin.Heft sale ji karmendîyê dûr mam..1990 de min li bajarê çorumdest bi kârê xwe kir.pênç sal li wade xebitîm.12/003/1995 de mala min jî alîyê xeta reş de hate şewitandin.Sirgûnî bajarê Mamoste Îsmaîl Beşikçî bûm.Dîse hatim girtin 4 heyva di zîndane îskilîp,ulucanlar, Afyon de raketim dadgeha Enqere a DGM’ yê 5 sal qedexebûn liser min danî û ez berdam.2995 de hatim Nisêbîn.2011 de teqawît bûm û 2014 de min û çil biradere PDK-T yê dayî demezerandin.Tim di xwênim û bi Kûrdî û Tirkî bi taybetî Kûrdî di nivîsim..1995 de wek îro ez li Nisêbîn jîyan dikim,rêbertîyê PDK-T’YE şaxê MDK jî dikim…5 zarokê min hene,ez xwarzîyê malbata Bedixanîye me.Rojevakurd: We kengê dest nivîsê Kurdî kir?Silêman Çakir: Ji 1973 heta weke îro.Lê ji minasebeta şert û mercê giran dem dema rawistî pêk hat..2011-12 de berhemê min wek pirtûk hatin weşandin.Rojevakurd: Heta niha çend berhemên we derketine?Silêman Çakir: 6 Kurdî ,4 Tirkî berhemê min ,wek helbest û romanek derketin.Di Diclem sahaf û Arı sanat weşanxane da. Pirtûkê min Kurdî .1-Gazîye min qîrêna min’e.2-Zerîye warê min.3-Kezî zera min.4-Xewna min.5-Nû Şîn bûm.6-Tu pilpizek’kîTirkî1-Haykırışlarım şikayetlerimdir.2-Harun’da saklıdır aşkım.3-Doğu Güneşi Sevdam.4-Kaleden özgürlüğe sesleniş (Roman )Rojevakurd : We ji bilî Zimanê Kurdî, bi zimanê din jî nivisîye?Silêman Çakir : Bi Tirkî. .””Texrîben heta neha ku ne hatine weşandin 2000 (2 hezar) helbestê min Kurdî û gelek Tirkî, sê şano,yek film liser par bûne Kûrdîstan min nivîst ye û wek dosya dibin destê minde ne.Rojevakurd : Hûn dikârin biçekî behsa girîngiya nivîsê bi zimanê Kurdî bikin?Silêman Çakir : Berî ez dest bi gotinê xwe bikim,ez rêz û hûrmet digrim û bejna xwe liber Cenabê wa û kedà wa şexsîyetê mîne Şêx Ebdûlselam Barzanî, Ehmedê Xanî ku wejeya Kurdì jibon me xiste mîras,Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqî yê Teyran ,Seydayê Tîrêj,Ziman zanist Celadet Elî Bedirxan,seydayê Cegexwîn”””xwezî peznê Mosqo û J.stalîno nedabane””’Osman sabrî û çiqas hozanê netew Kûrd hene ez di te wî nim. .Wa carek din bi bîr tênim .Silav jibon we tevde.  Heta bimrim ez bi nivîsim bi zimanê xweyî Kûrdî. 

Back to top button