Hevpeyvîn

Mustafa Aram Acar: Biryarên PKKyê ne di destê PKKyê de ne

Rojnamevan û lêkolîner Mustafa Aram Acar û Akademîsyen Deniz Çifçi beşdarê Radyoya Kurdistan24ê, bernameya Rojeva Bakur bûn û derbarê siyaseta Amerîkayê ya nû, şerê li dijî DAÎŞê û hebûna PKKyê ya Şengalê de daxuyaniyên girîng dan.
Rojnamevan Acar derbarê  piştgiriya Amerîkayê bo YPGyê de got pêwendiya Amerîka û YPGyê ne pêwendiyek stratejîk e lê taktîk e. Dé Amerîka heta DAÎŞ were tinekirin alîkariya YPGyê bike. Acar li ser hebûna PKKyê ya li Şengalê jî diyar kir ko biryarên PKKyê ne di destê PKKyê de ne. Lewra hebûna PKKyê ya li Şengalê jî ne di destê PKKyê de ye. Acar got PKKyê Îran bi rê ve dibe. Ger Îran bixwaze dê PKK nav 3 seetan de ji Şengalê derkeve.
Akademîsyen Denîz Çîfçî jî got pêwendiyên Amerîka û YPGyê dê piştî şerê DAÎŞê pêşvetir biçe. Lê ji bo vê PYD divê siyaseta xwe bigûherîne û ji reng û dengên  cûda re rêz bigre. Ger PYD perspektifa xwe ya siyasî negûherîne û  xwe ji PKKyê dûr nexe Amerîka û welatên Ewropyê alîkariya  PYD û YPGyê nakin û dê pêwendiya xwe bi YPGyê re bibirin. Çifçi herwiha derbarê hebûna PKKyê ya Şengalê de balê kişand li ser metirsiyên Îranê û got.
Divê PKK pêwendiyên xwe yên digel Îranê ber çavan derbas bike. Şengal ji bo Îranê deverek gelek stratejîk e. Îran dixwaze bi riya Şengalê başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê kontrol bike. Vê yekê jî bi riya rengên cûda (PKK) dike. Îran dikare bi rêxistinên Heşdî Şabî êrîşê Kurdistanê bike û Kerkûkê dagir bike. Heşdî Şabî, DAÎŞê şiî ye. Lewma divê PKK, YNK, GORAN pêwendî û siyasetên xwe yên digel Îran û Heşdî Şabî ber çavan derbas bikin.
Back to top button