Dosya

N.B : Em hemû berpirsiyarin

Serokwezîrê  Kurdistanê û cîgirê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî derbarê pirsgirêkên Herêma Kurdistanê ragihand ku, hemû alî li hember arîşeyan berpirsyar in û dê hemû pirsgirêk bi gotûbêjan çareser bibin.Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandeke PDKê îro derdora saet 11:00 gihîşt bajarê Silêmaniyê û bi rayedarên YNK, Tevgera Goran û Partiya Sosyalîst Demokrat a Kuridstanê re civiya. Piştre şanda PDKê serdana Tevgera Îslamî ya Kurdistanê kir û piştî civînê konferanseke rojnamevaniyê lidar xistin.Di wê konferansê de, Rêberê Tevgera Îslamî, Îrfan Ebdulezîz ragihand: “Em hêvî dikin ew civîn aliyên siyasî yên Kurdistanê xwedî encam bin.”Ji aliyê xwe Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Hemû aliyên siyasê li hember arîşeyan berpirsyar in û dê hemû pirsgirêk bi gotûbêjan çareser bibin. Hemû alî jî ligel wê yekê ne.”Derbarê nakokiyên Hewlêr û Bexdayê jî, Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Em dixwazin pêwendiyên me bi Bexdayê re pir baş bin. Bo çareseriya wan nakokiyan em amade ne serdana Bexdayê bikin. Lê ji aliyê aborî de, em nikarin bi vî awayî ligel Bexdayê berdewam bin.”Herwiha Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku, “Beriya cejna Remezanê Hikûmeta Kurdistanê dê mûçeyê meha 5an bide fermanberan. Em hemû hewlên xwe didin ku êdî mûçeyên fermaberan dereng nekevin.”

Back to top button