Cîhan

Nabe Esad êrîşê Idlibê bike

Serokê Amerîka Donald Trump li ser Twitter a xwe da xûyakirin: Çênabe serokê Sûryê Beşar Esed, êrîşî Idlibê bike. Rûsya û Îran jî wê şaştiyeke mirovî mezin bikin heger tevlî wê êrîşê bibin.Trump egera encamdana êrîşekê li dijî Idlibê weke tirajîdyayeke mirovî binav dike û dibêje: Dibe ku bi sed hezaran kes bên kuştin û divê rê li ber vê yekê bê girtin.Berî niha jî, çendîn caran hişyarî ji aliyê Amerîka û Firensa ve derketin, herdu welatan bi riya wan hişyariyan gef li rêjîma Esed kirin, ku ewê bi tundî li hêzên wî bidin, heger hat û çekên kîmawî li dijî sivîlên Idlibê bikar bînin.Ji aliyê xwe ve Rûsya ragihand, ku hin girûpên çekdar li Idlibê, bi hevkariya dezgeha hewalgiriya Birîtanî, gazên kîmawî derbasî parêzgeha Idlibê kirine, daku li dijî sivîlan bikar bînin û piştre rêjîma Esed bi encamdana wê êrîşê tometbar bikin.Artêşa Sûryê, ev serê mehekê ye, hêzên xwe li sînorê parêzgeha Idlibê kom dike, bi armanca ku dest bi operasyona Idlibê bike, lê li gorî dijberiya Sûryê, ev mijar wê di civîna 7ê vê mehê de were yekalîkirin.

Back to top button