Cîhan

Nacivin

Berdevkê Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Seid Hedîsî zanyariyên di derbarê civîna lûtkeya Îran, Tirkiye û Iraqê de red dike.Seid Hedîsî li ser zanyariyên di derbarê civîna navbera Îran, Tirkiye û Iraqê de ji Rûdawê re ragihand: “Ez weke Berdevkê Serokê Encumena Wezîran a Iraqê, ti zanyariyeke min li ser pêkanîna civîna lûtkeya navbera Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a li bajarê Bexdayê nîne û ti rastiya bingeha wan îdiayan tine ye û ji rastiyê dûr in.”Hatibû ragihandin ku serkirdeyên her sê welatên Îran, Tirkiye û Iraqê li Bexdayê civînek pêk bînin.Beriya niha Parlementerê Hevpeymaniya Niştimaniya Şîe ya li Parlementoya Iraqê Casim Mihemed Ceifer ragihandibû, ku biryar e di çend rojên dahatû de Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser encamdana referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê serdana Bexdayê bikin û Ebadî jî di derbarê pêkanîna civînê de rijd e. Rûdaw

Back to top button