Cîhan

NATO: Divê Tirkiye û Bexda di nava diyalogê de bin

Konseya wezîrên Bergirî yên NATOYê de, sekreterê Giştî Jens Stoltenberg ji berî civînê konferansek rojnemevanî li darxist.Di konferansa rojnemevanî de rojnemevana di derbarê ketina Tirkiye ya hinek navçeyên Kurdistana Başûr û operasyona li dijê PKKê li Qendil  pirs kirin.Sekreterê NATO yê di bersiva pirsan da û got: Ez hêvî dikim ku her operasyonek ya Tikiye li nav axa Iraqê de çêbibe , bi koardinasyona Enqere û Bexdayê bête çêkirin.Tê zanin ku eve demeke hêzên Tirkiye li dijê PKKê di axa Kurdistana Başûr de, li deverên ku di bin kontrola PKKê de operasyona dike. Artêşa Tirkiye li hinek cihan dewsa bingehên PKKê bingehên xwe danine. Niha jî berpirsên Tirkiye amadekariya ku operasyonekî li dijê Qendil bi xwe çêkin dikin.

Back to top button