Polîtîk

Naveroka civîna emnî ya Amerîka û Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 14.02.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li general Joseph Votel fermandarê Fermandeyîya Nawendî ya Amerîkayê kir û di civînekê de rewşa leşkerî û eminî li Îraq û Kurdistanê gotûbêj kir.Di civînê de ku Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê û hijmareke berpirsên hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê amade bûn, rewşa leşkerî û emnî li Îraq û Herêma Kurdistanê, qonaxa piştî jinavbirina DAÎŞê, dawî pêşhateyên komîteyên teknîkiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û civînên her du serokwezîran; Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî li Bexda û Davosê nirxandin û hêvî xwest ku Bexda û Hewlêr hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûra Îraqê çareser bikin.Nêçîrvan Barzanî sipasiya piştevanî û hevkariyên leşkeriyên berdewam yên Amerîkayê di dema şerê dijî DAÎŞê de ji bo pêşmergeyê Kurdistanê û dabînkirina çek û cebilxane û meşiq û rahînana pêşmerge li ser destê şareza û pisporên leşkeriyên Amerîkayê kir û hêvî xwest ew hevkarî û alîkarî berdewam bin û berheviya Herêma Kurdistanê jî ji bo çareserkirina hemû arîşeyan bi hikûmeta Îraqa Federal re li ser bingeha destûra Îraqê dupat kir.General Votel hevkarî û hevahengiya navbera pêşmerge û leşker û meşiqvanên Amerîkayî de heye bilind nirxand û got ku hevkariyên leşkerî yên Amerîkayê ji bo hêza pêşmergeyê Kurdistranê berdema dibe. Wî piştevaniya xwe jî ji bo diyaloga Hewlêr û Bexdayê nîşan da.Rewşa herêmî bi giştî û şerê dijî terorê li Îraq û Suriyeyê mojarên din yên civînê bûn û di vê çarçoveyê de her du aliyan dupat kir ku şikandina terorê bi tenê di waê leşkerî de bidawî nayê, lê ji bona jinavbirin û şikandina hizir û baweriyên terorê divê program û bernameyek hebe.

Back to top button