Polîtîk

Naveroka civîna serowkezîrê Kurdistanê û serokê Fransayê li Parîsê

Serokê Fransayê Emanuel Macron, roja şemiyê 02.12.2017ê li parîsê li Koşka Eliseyê, pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya pê re ku, ji Qubad Talebanî cîgirê serokwezî, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmetê û Elî Dolemerî nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Fransayê pêk hatibû, kir.Serok Macron, di civînekê de, tekîd li ser yekrêziya navxweyîya Herêma Kurdistanê, piştgiriya welatê xwe ji bo hikûmeteke bihêz û aktîv, şeriyeta hikûmeta Kurdistanê a niha heye û prosesa siyasî li Herêma Kurdistanê kir. Macron di axaftina xwe de pêşmerge ku, gelek qurbanî dane, bi hêzeke bi bandor û hêja wesif kir û ragehand ku Fransa li ser hevahengî û hevkariya digel pêşmergeyê Kurdistanê berdewam dibe û ji bona çarserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê Fransa dê li ser xebatên we berdewam be.Serokê Fransayê tekîd li ser bicîkirina hemû madeyên destûra Îraqê ku, mafên gelê Kurdistanê tê de hatine garantîkirin kir û got ku piştî civîna bi şandeya balaya Herêma Kurdistanê re ew dê bi telefonê peywendiyê bi serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî bike û pê re li ser pirsa dûrpêç û ew tedbîrên li hember bi Herêma Kurdistanê wergirtine behis bike.Emanuel Macron dilgiraniya xwe li hember Heşda Şabî û milîsên din nîşan da û got ku dûr ji destêwerdanên derveyê, divê Îraq xwediya serweriya xwe be.Nêçîrvan Barzanî sipasiya destpêşxerî/însiyatîva serokê Fransayê kir û bi taybetî di vê qonaxa ku Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye dûrpêç kirin û got ku Fransa di dem û rewşên dijwar de di hawara gelê Kurdistanê hatiye û niha jî ew pêşbînî ji Fransayê tê kirin.Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir ku Fransa û bi taybetî Yekêtiya Ewropayê û hevpeymaniya navdewletî di çareserkirina pirgirêkên navbera Herêma Kurdistamê û hikûmeta Îraqê de rola xwe bilîzin û di pilatformên navdewletî de piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin.Barzanî berheviya Herêma Kurdistanê nîşanda ku amadeye di çarçoveya destûra Îraqê de hemû pirsgirêkan bi Bexdayê re çareser bike û di warên deriyên ser tixûb û balefirxaneyan de hevahengiyê bi Îraqê re bike.Serokwezîrê Kurdistanê got ku ji bona Îraq bi aramî û rehet bimîne divê destûr bicî bibe, mafên gelê Kurdistan û hemû pêkhateyên din bê garantîkirin û qewareya siysiya Herêma Kurdistanê nehê bin pê kirin, weke di rewşnivîsa budceya Îraqê a sala 2018ê de hatiye binav kirin. Tevî birîna budceya Herêma Kurdistanê ji sala 2014ê were, digel çedn tedbîrên din ku hikûmeta Îraqa federal li dijî Herêma Kurdistanê wergirtine û armac jê cezakirina gelê Kurdistanê ye, divê cîhan azad rê jê re nede.Di civînê de metirsiyên destêwerdanên derveyî li Îraqê û pirsa koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene ku hikûmeta Îraqê hevkariya bi wan re nekiriye, rewşa herêmî, rewşa Îraqê bi giştî û hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAÎŞê hatin gotûbêj kirin.

Back to top button