Polîtîk

Necmettin Kerim rastiya Kerkûkê eşkere dike

Parêzgarê Kerkûk Necmedîn Kerîm, nihêniyên bûyerên dagîrkirina Kerkûkê eşkere dike û radigehîne: “Berî niha gefa wê yekê hatibû kirin.”Parêzgarê Kerkûkê diyar kir, ku heger ew niha vegere Kerûkê wê metirsî li ser jiyana wî hebe, lewra ew ji bajar derketiye.Necmedîn Kerîm ji ajansa Bloomberg re zelal kir, ku ti rola hevpeymana navdewletî beramberî êrîşa milîsên şîe li Ser Kerkûkê nebû û serok wezîrê Iraqê Heyder Ebadî dibêje, ti kes di wê bûyerê de nebûye qurbanî, lê ew yek nerast e û termê dehan kes li ber çavan bûn.Kerîm eşkere kir, ku şevekê berî bûyerê, her yek ji kurê mezin yê Mam Celal Bafil Talebanî, li gel Lahor û Aras Cengî û nûnerê Qasim Silêmanî hatin cem wî û gef lê kirin û jê re gotin: “Divê tu ji helwestên xwe vegere, heger na, emê êrîşî te bikin.”Ajansa Bloomberg diyar kir ku, di bûyerên Kerkûkê de, fermandeyê feyleqa Qudis a ser bi Supaya Pasdaran ve Qasim Silêmanî, rola sereke lîstiye.Herweha wê ajansê eşkere kir, ku biryar e roja Yekşema dahatî, Qasim Silêmanî, rêketina xwe li gel hevjîna Mam Celal Hêro Ibrahîm Ehmed temam bike.Li gorî heman ajansê, Ji destpêkê ve YNK nêzîkî Îranê ye û di şeva êrîşê de jî, beşek ji hêzên wan ti berevaniyek nekir û ji ber hêzên Heşda Şeibî vekişiyan.Tevî ku destpêkê çend yekîneyên hêzên Pêşmerge şer kirin, lê bi kişandina hêza serekî wa kir, ku Heşd bi hêsanî Kerkûk kontirol bike.Necmedîn Kerîm ji ajansa navhetî re got: “Ez bi hikûmeta Amerîka şermê  dikim ku nasnameya wî welatî bi min re heye, ji ber ku min gellek salan li Iraq, piştgiriya siyasetên Amerîka dikir.”Herweha Kerîm tekez kir û got: “Emê li Kerûkê vegerin.”

Back to top button