Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî bo Kirwatiyayê hat vexwandin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro roja çwarşemiyê 01.07.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Yurgo Fokas sefîrê Kirwatiyayê yê Îraqê û şandeya pê re kir û di civînekê de Fokas sipasiya wê pêşwaziya germa ji aliyê serokwezîrê Kurdistanê ve lê hatiye kirin kir û got ku her careke ew serdana herêma Kurdistanê dike pêşkeftinên zêdetir û baştir dibîne û aramî û îstîqrara herêma Kurdisdtanê bilind nirxand û ji bona wan serkefitnên mezin yên li bereyên şerê dijî terorîstên DAÎŞ bidest xistine, destxweşî li hikûmet, xelik û pêşmergeyê Kurdistanê kir.Sefîrê Kirwatiyayê got ku welatê wî dixwaze kar û çalakiyên nûneratiya diplomasiya xwe li Hewlêrê berfirehtir bike û zêdetir giringiyê bi têkeliyên diplomasî, aborî, bazirganî û rewşenbîrî digel Kurdistanê bide û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kudidtanê bi fermî vexwand ku serdana Kirwatiyayê bike.Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe de sipasiya helwestê sefîrê Kirwatiyayê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest, û di heman demê de daxwaz ji sefîrê Kirwatiyayê yê Îraqê kir ku, nûneratiya xwe ya diplomasî li herêma Kurdistanê berfirehtir bikin û tekîd kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyeke mezin bi têkeliyên navbera Kirwatiya û herêma Kurdistanê dide.Serokwezîrê Kurdistanê bi dilek xweş vexwandina fermiya hikûmeta Kirwatiyayê qebûl kir û got ku ew dê di derfetek minasib de serdana welatê Kirwatiyayê bike.Serokwezîr behsa têkeliyên navbera Kirwatiya û Kurdistanê kir û got ku heta niha wezîrê bergiriyê û wezîrê derve yê Kirwatiyayê serdana herêma Kurdistanê kiriye û ev yek jî destpêkek başe ji bo zêdetir xurtkirina têkeliyên di navbera her du aliyan de.

Back to top button