Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Divê kurd li Bexdayê bi hêz bin

Nêçîrvan Barzanî di civînekê de digel fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li parlamentoya Îraqê tekîd li ser yekdengî, yekrêzî û yekhelwestiya kurdan li Bexdayê kir û got ku divê kurd bihêz biçin Bexdayê daku bikaribin mafên destûriyên Herêma Kurdistanê bidestbixin û biparêzin.Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê PDKê, roja şemiyê 01.09.2018ê, digel fraksiyona PDK ya parlamentoya Îraqê civiya û serkeftina mezin ya PDK di hilbijartina parlametoya Îraqê de pîrpoz kir û herwesa pîrozbahî li parlementerên nû kir û PDK li Bedayê bihêz be garantiya bidestxistina mafên gelê Kurdistanê ye.Barzanî ji endamên nû yên pDK yên parlamentoya Îraqê re got ku divê li Bexdayê bername û pirograma PDKê û pêdagiriyê li ser mafên destûriyên Herêma Kurdistanê bikin:

  • Divê we têkeliyên baş bi hev re hebin û hûn bibin hêvênê lihevnêzîkbûna aliyên din bi awayekî giştî û têkeliyên baş digel tevaya aliyên îraqî bi hemû pêkhateyên neteweyî û olî re hebin. Bi tyabetî divê hemû aliyên kurdistanî li Bexdayê bi hev re di nava têkeliyên baş de bin û armanca wan bi hev re xizmeta mafên gelê Kurdistanê bikin

Weke tê zanîn di roja 12.-5.2018î li Başûrê Kurdistanê û lisertaserî Îraqê hilbijartina parlamentoya Îraqê çê bû di wan hilbijartinan de PDK 25 kursî bi dest xistin li ser asta Îraq û Başûrê Kurdistanê yekemîn bû.Piştî pesidnkirina encamên hilbijartina li gor biriyara serokomarê Îraqê roja 3ê vê mehê civîna yekem ya parlamentoya Îarqê dest pê dike û tê de serokê parlamentoyê û serokomar tên hilbijartin.

Back to top button