HevpeyvînPolîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Emê sînorê Kurdistanê diyar bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ji nav birina DAIŞê tenê bi riya leşkerî nabe, belkû divê çareseriya siyasî jî hebe.Nêçîrvan Barzanî li hevdîtinekê digel pişka farsî ya Dengê Amerîka xuya kir divê perpirsên Bexdayê bizanin ku DAIŞ di nava civaka Îraqê de serhilda ye û ji cihekê din nehatiye.Dilgiraniya xwe jî li hember qunaxa piştî rizgakirina Musilê nîşan da û ragihand belke piştî rizgarkirina Mûsilê, DAIŞ êdî cihek li ber dest nemîne ji bo xelafeta xwe, lê wek rêkxistineka terorîstî dimîne û tenê serederiya xwe digurehere û bi nihênî şaneyên terorîstî pêk tîne.Derbarê opersiyona Mûsilê û xuya kir du asteng heye, Supahê Îraqê piştî operasiyona Feluje, wek pêwîst amedakarî ji bo operasiyona Mûsilê nekiriye, dilgiranyên piştî rizgar kirina Mûsilê pirsgirêkeka din e, ku duyemîn bajarê mezinê Îraqê ye û divê pilanek ji bo qunaxa piştî rizgarkirinê ji bo rêve birina bajêr hebe.Serokwezîr derbarê rola Pêşmerge li operasiyona Mûsilê û rêketina leşkerî navbera Herêma Kurdistanê û Wilayetên Yekgirtiyên Amerîka xuya kir beşdarî kirina Pêşmerge li operasyona rizgarkirina Mûsilê gelek giring e, Herêma Kurditanê tevî Hikûmeta Federal û hevpeymana navdewletiya şerê dijî DAIŞê, bi taybetî Amerîka hemahengî heye. Herêma Kurdistanê ji bo lîstina rola aferînerê xwe li operasiyona rizgarkirina Mûsilê rêketinek digel Amerîka heye û Bexda jî hatiye haydarkririn.Derbarê koçberên Mûsilê li dema operasiyona rizgarkirinê, Nêçîrvan Barzanî xuya kir pêşbînî dihê kirin pitir ji nîv milyon koçber bihêne Herêma kurdistanê,  ku Herêma Kurdistanê zêdebarê kirîza darayî, xwe ji bo pêşwazî kirina koçberan amade kiriye û hemahengî digel Neteweyên Yekgirtî ji bo akincî kirina wan heye.Serokwezîr derbarê pirsgrêkên digel Bexdayê jî xuya kir pirsgirêk li Bexdayê ye ku bijardeya santralîzm bi sel wan zal e û di mejiyê wan de maye. Destûra Îeaqê ne tenê bi cih nebûye, belkû binpê kirine. Dema ku Bexda bihêz bû hewil da tankên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji bo Kurdistan bişîne. Serokwezîrê berê ev kar kir û pişka budceya Herêma Kurdistanê jî qut kir.Li pirsyara derbarê darbeya Tirkiye, kêfxweşiya xwe li hember serketina îradeya gelê vî welatî nîşanda, ku di dîroka Tirkiye de çi kudetayek di berjewendiya Kurd da nebûye û hemû bi ziyana Kurdan bûne.Serokwezîr derbarê çalakiyên PDKI û şerên vê dawiyê tevî pasdarên Îranê û tumetbar kirina Siudiya ji aliyê berpirsên Îranî xuya kir ev yeke bê bingeh e, Siudiya wek welatên din li Herêma Kurdistanê konsulxane heye û li gor protokolên digel Bexdayê çalakiyên dîplomasî dike. Eva ku derbarê vê yekê dibêjin binkeyên rahênanê ji bo kurdên Îranê vekiriye, bi çi awayekê rast nine. Bi bawera me têkiliyên dostane tevî Îranê gelek giring in. Derbarê çalakiyên PDKI li Herêma Kurdistanê zêde gotin hatiye kirin. Ez vê pirsyarê dikim, li sala borî PJAKê çend êrişên leşkerî kir û çend kes li Îranê kuşt, lê carekê jî dengek ji berpirsên Îranî bilind nebû.Li pişka dawiyê, li bersiva pirsyara derbarê kirîza darayî ya Herêmê û sedemên vê got li despêka sala 2014 Bexdayê pişka budceya Herêma Kurdistnaê qut kir. Şerê DAIŞê bi dirêjahiya 1100 kîlometran pirseka din e, ku heya niha me1500 şehîd dane û nêzîkê heşt hezar kes jî birîndar bûne. Pirsgirêka sêyem hatina 1.8 milyon koçber û penberên Îraqî û Sûrî ye, ku daketina bihayê petrolê jî bi ser da hat û bûne sedemên vê yekê ku Herêma kurdistanê rastî kirîza darayî bibe. 

Back to top button