Dosya

Nêçîrvan Barzanî: Gelê Kurdistanê dixwaze li se axa xwe bi azadî bijî

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 01.09.2018ê li bajarê Duhokê, termên 13 pêşmergeyên şehîd ku di opersyona anfalan de şehîd bibûn, li Goristana Şehîdên Badînan li nêzîk keleha Nizarkê hatin beşartin.Di merasimê de ku hijmareke wezîr, berpirsên sirysî û hikûmetî, nûner û konsulên welatên biyanî, malbat û kesûkarên şehîd û enfalkiriyan amade bûn, Nêçîrvan barzanî gotareke pêşkeş kir û ev li jêr teksta wê gotarê:Kesûkarên ezîzên enfalkiriyanXelkê xweragirê BadînanMêvanên hêjaHemû aliyek bixêr bên ji bo vê rêwresmêMin divê bi taybetî bixêrhatina konsulên biyanî yên ku di vê merasimê da beşdar in, bixêrhatina wan bikim û sipasiya wan bikim ku zehmet kêşan û li Hewlêrê hatine heta vêre ji bo beşdarîkirina vê merasimê, bixêr bên.Em vê êvarê li vir karesateka cergibr, karesata enfala Badînan bi bîr tînîn. Li vir, li Keleha Nizarkê, berî 30 salan tawanên dijî mirovatîyê bi direndetirîn awayî hatine kirin, bav li pêş çavên zarokên wan hatine îşkencekirin û kuştin, xûşk, bira, dayk û bav ji hev hatine cuda kirin û winda kirin. Lê ka tawanbar? Ew tawanbar îro di zibildana dîrokê de ne û Badînan û Duhok û Kurdistan azad û serbilind in.Belê, em îro li vir civiyane daku bîrhatina canê paqijê bi hezaran şehîdan bikin, yên ku li dawiya tebaxa sala 1988ê ketine ber yek ji hovtirîn tawanên di dîrokê de dijî mirovatiyê de. 25ê tebaxê haeta 16ê îlona sala 1988ê, piştî ku şerê Îraq û Îranê bi dawî hat, pênc feyleqên leşkerê Îraqê, mezintirîn operasyona leşkerî dijî Badînan encam da, li gumd û deverên  tixûbê Duhok, Zaxo, Amadiyê û Şêxan, xelkê wan deveran ji misilman, êzidî û kirîstiyanan kirin armanc û destên xwe ji tu kesî neparast.Îro di vê merasimê de min sê mînak dîtin; Daykekê ku pênc kes ji kurên wê hatine enfalkirin, birayek ku pênc ji xêzana wan hatine enfalkirin û keçeka mesîhî ku ew bi tenê ji xêzana xwe maye, ev tawan hemû li Badînan hatine kirin.Enfala Badînan ku qonaxa dawiyê ya operasiyona enfalan bû, berfirehtirîn cigrafiya bi xwe ve girt, 620 gund ketin ber êrîşa enfalan û tawanên komkujî, tawanên dijî mirovatiyê û tawanên cengelê li dijî sivîlên Badînan hatine encam dan û çekê kîmiyayî li 70 cîyên cuda hat bikaranîn, li hindek deveran jî xelk bi kom hatine gulebarankirin, nêzîkî 25 hezar malbat koçber û derbeder bûn, bi hezaran ji wan koçberî Tirkiyeyê bûn, bi hezaran jî ji bo derdûra Hewlêrê hatine veguhastin û li Cêjnîkan û Beherkê hatine dorpêçlkirin.Xelkê camêrê Hewlêrê, xelkê Cêjnîkan û Beherkê, xelkê wê deverê bi giştî, helwesteke mirovatî û kurdistanî yê mezin nîşan da û bi hemû îmkanên xwe alîkariya wan kir û ew bêxwedî nehiştin. Ev camêriya wan rûpelek gelel ciwan yê dîroka Kurdistanê ye û tu carî nayê jibîr kirin. Ew helwest ji bo heta hetayê bi qedir û şanazî dimîne.Di vê bîrhatinê de, em careke din ji vir rêz û silavan ji bo xelkê Hewlêrê, Cêjnîkan, Beherkê û dewirûberên wan dihinêrin, herwesa ji bo penaberên kurd li Ewropa jî dihinêrin ku wê demê deng û hawara enfalkiriyan ji hemû cîhanê re gihand.Di wê tawana hovane de bi hezaran ji wan şehîd bûn û termên wan nehatine dîtin. Heta niha jî 21 termên wan şehîdan ku di gorekê bi kom de hatîne dîtin li Hewlêrê ne, hêşta rêkarên pizîşkî û yasaya ji bo naskirina wan bidawî nehatine. Daxwazê ji aliyên peywendîdar û kesûkarên enfalkiriyan dikin ku bi hev re hevkariyê bikin û testa xûnê (DNA) encam bidin daku ew terim bên nasîn û  bi qedir û qîmet di merasimekê de ji bo Badînan bên veguhastin û bên veşartin. Îro jî digel vê merasimê, dê termên 13 enfalkiriyan ji xelkê Badînan ku di goreke bi kom de hatibûn dîtin, bên veşartin.Amadebûyên hêjaHer ji girtin, kuştin û derbiderkirina xûşk û birayên me yên feylî, heta digehe enfalkirina barzaniyan, kîmiyabarana Helence û enfalên Germiyan û Xoşnawetî û Badînan, heta digehe jênosîdkirina xûşk û birayên me yên êzidî û kuştina û derbiderkirina hemû pêkhatên olî û neteweyî yên xelkê Kurdistanê, hemû ev karesate berhema yek eqilyetê ne, wê eqilyeta ku nikare pêkvejiyan, lêbihurîn û pirengiya ol û neteweyî qebûl bike. Lê bi xweragirî û berxwedana xelkê Kurdistanê, bi mêrxasiya pêşmergeyê Kurdistanê, bi hemû pêkhateyên xwe yên olî û neteweyî ve, Kurdistan her dê bimîne û gelê Kurdistanê jî dê berdewam be li ser jiyana xwe.Hemû ew zilim û zordarî û hemû ew çek û êrîşên ku dijmina înan ser vî welatî, nekarîn gelê Kurdistanê û pêkvejiyanê, gelê Kurdistanê û pirengiya olî û neteweyî têk bidin. Gelê Kurdistanê ma xweragir û ji hemûyan re ispat kir ku gelekî aşitîxwaz e, jiyan xwaz e û mirov dost e. ji hemûyan re selmand ku tu hêz û çek û zordarî nikare me û aşitîxwaziyê, me û pêkvejiyanê ji hev cuda bike.Badînana xweştivî, Badînana rengîn, warê pêkvejiyanê û aramiyê, Badînana pêgiriyê bi yasa û berjewendiyên balayên gelê me, keleha bergirî û xweragiriyê, Badînana her dem derî û dilê wê vekerî ji bo her mirovekê qesta wê bike, cîyê mêrxas û şehîdan, baştirîn mînaka pêkvejiyan, jiyanxwaziyî û aşitîxwaziya gelê Kurdistanê ye.Îro jî, yekê îlonê (roja aşityê ya cîhanî) di demekê de ku em karesat û tawanên dijî mirovatiyê li hember gelê Kurdistanê, di demekê de ku em jênosîdkirina miletekî bi bîr tînin, em careke din peyama aşitî û pêkvejiyanê ji bo cîhanê dihinêrin. Em miletekî aşitîxwaz in, em dixwaz in li ser axa xwe azad û bi aşitî bi hev e bijîn.Di roja cîhanî ya aşitiyê de, em hemûyan piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê weke hertim dê bimîne cîyê pêkvejiyan û aşitiyê û peyama hikûmetê û ya malbatên qurbaniyan û ya hemû xelkê Kurdistanê jî eve ku pêkvejiyana me li Kurdistanê dê berdewam be.Her di vê minasibetê û bîrhatinê de ez daxwazê ji hikûmeta Îraq dikim ku hemû wezîfeyên xwe yên destûrî, yasayî û exlaqî li hember malbatên û qurbaniyên enfalan bi cî bike û ji aliyê madî û manawî ve wan qerebo bike. Parlamento û hikûmeta Îraqê divê pêgiriyê bi biryara Dadgeha Bilinda tawanan ya Îraqê bike ku enfal weke jênosîda, tawana dijî mirovatiyê û tawana cengê, nas kiriye. Ev biryara dadgehê û madeya 132 ji destûra Îraqê, hikûmeta Îraqê neçar dike ku qereboya deverên enfalkirî bike, herwesa divê jiyana malbat û kesûkarên qurbaniyan dabîn bike, lê heta niha Îraqê biryara dadgehê û madeya destûrî ji bo Herêma Kurdistanê bi cî nekiriye.Hikûmet û parlamentoya Îraqê divê bi cidî xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin, mile xwe bidin ber û wereboya madî û manawî ya kesûkar û qurbaniyan bikin, herwesa, divê ev pirs,  beşek ji daxwazên  sereke bin ji danûstandinên Herêma Kurdistanê bi hikûmeta Îraqê re ji bo avakirian hikûmeta nû ya Îraqê û yek ji erkê pêşîn yê parlamenterên Kurdistanê li parlamnetoya nû ya Îraqê be.Kesûkarên hêja yên enfalkiriyanHikûmeta Herêma Kurdistanê gelek bi başî haydarî rewşa we ye û xizmetkirina we yek ji karên pêşîne yên hikûmetê ye. Danana wezaretekê bi navê wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyan, giringîdana hikûmetê ye bi rewş û jiyan û paşeroja van ezîzan e. Heta niha hikûmetî çi pê çêbûye, texsîrî nekiriye, lê em baş dizanin hêşta gelek xizmet maye ku divê ji bo we bê kirin û ya ku heta niha hatiye kirin, gelek ji wê kêmtire ya ku me divê ji we re bikin, hûn hêjayî hemû xizmetkirnekê ne û lazime bê kirin.Min divê we piştrast bikim ku çi ji destê hikûmeta Herêma Kurdistanê bê, dê di xizmeta we de be, digel hikûmeta Îraqê jî dê bi berdewamî bixebitin ku hûn bên qerebokirin. Piştî biriyara parlamentoya Îraq ku maf û şayîsteyên kesûkarên enfalkirî û şehîdan digel yên Îraqê weke yek bikin, komîteyek ji Civata Wezîran ya Herêma Kurdistanê hatiye pêkanîn daku digel Bexdayê danûstandina bike. Em hêvîdar in bi hev re bigehin encamekî baş.Li ser asta navdewletî jî divê karekî baştir bê kirin ku enfal û kêmiyabaran û girtin û bêserûşûnkirina bi sed hezaran hevwelatiyên Kurdistanê weke jênosîda bê naskirin. Digel dosyeya jênosîdakirina xûşk û birayên me yên êzidî, hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam be û dê hemû xebatên xwe bike ku dadgehên navdewletî van dosyeyan weke jênosîda nas bikin daku rê li pêşiya dubarebûna karesatên bi vê awayî li dijî miletê me bê girtin.Amadebûyên hêjaXelkê xweragirê BadînanEz hindek caran dibihîsim ku dibêjin Duhok yan jî Badînan ya hatiye îhmalkirin û piştguh xistin, Duhok û Badînan hertim senger û çeperekê asyê bûye li hember dijminan û dê hertim ew senger  dê bimîne ku em pişta xwe pê rast bikin. Ez we piştras dikim ku Duhok û Badînan hertim di dilê me dane. Ez we piştrast dikim ku rojên nexweş û dijwar derbas bûn û rojên geş li hêviya me ne, tu cara helwestên we yên rojên dijwar ji bîra ma naçe, xebat û xweragiriya  we û ya hemû bajarên din yên Kurdistanê rê li paşerojeke geş û ron ji miletê me re vedikin.Em van rojan di demekê nazik û hesas de dijîn, yekrêzî û yekgirtina me êkane klîta deriyê paşerojeke geş û serbilidn e, me dozeke rewa heye, em ji bo hemû egeran amadene û ka çawa em berê serkeftin, îro jî dê em serkefin, em ji aşitî û diyalogê hez dikin û em vê rê ji hemû rên din baştir dibînin ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Kurdistanê. Lê di heman demê de am amadene berevaniyê ji destkeftiyên xwe bikin, em bi hev re bihêz in û dê her bi hev re li Kurdistanê bimîn in.Li dawiyê silav û rêz ji bo canê paqijê şehîddan, şehîdên enfalan û hemû şehîdên ji bona bergirîkirina ji Kurdistanê û li se axa Kurdistanê canê xwe kirye qurbanî.Hûn hemû bi xêr hatinGelek sipas01.09.2018 

Back to top button