PDKê li Hewlêrê dest bi bangeşeya (Propaganda) hilbijartinên Iraqê kir û di gotinekê de Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî behsa bernameya PDKê kir û ragihand ku PDK bi hêzeke mezin diçe Bexdayê.Di destpêkê de Nêçîrvan Barzanî gotinek pêşkêş kir û tê de behsa bernameya karê PDKê bi hilbijartinên Parlamentoya Iraqê kir û tekez kir ku PDK dê hêza yekem be li Kurdistanê di wê hilbijartinê de û di hilbijartina bê ya Kurdistanê de jê dê her hêza yekem be.Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku ev hilbijartin xwedî giringiyeke mezin in, heta PDK bihêztir bibe û destkeftên zêdetir bo Kurdistanê bidest bên û pêgeh û mafên destûrî yên Kurdistanê parastî bin.Nêçîrvan Barzanî wiha got: “PDK her daxwaza aştiyê dike û qet şer naxwaze. PDK qet dest ji mafên destûrî yên Kurdistanê bernade. Kurdistan dest ji rêbaza Barzaniyê nemir bernade. Divê PDK li Bexdayê bi hêz be, da ku bi rêya diyalogê pirsgirêk çareser bibin. PDK yekgirtî û yek deng e, PDK di bin yek alayê û yek serokî de ye ew jê Serok Barzanî ye. Em ji bo mafê gelê Kurdistanê xebatê dikin. Bi hêzbûnî PDKê tê wateya bihêzbûna Kurdistanê. Çiqasî PDKê bihêz be, Kurdistan bihêztir e. Pêwîst e em piştrat bikin ku PDK hêza yekem e û dê hêza yekem be li Kurdistanê.”https://www.youtube.com/watch?time_continue=1&v=xi6VLm5cFd8
Pêş
18/04/2024
Rêber Ehmed: Li Herêma Kurdistanê rêxistinên terorîst tunene
18/04/2024
Nêçîrvan Barzanî: Divê hilbijartin bi rizamendî û beşdariya hemû aliyan bê kirin
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Erdogan serdana Hewlêr jî dike!17/04/2024