CîhanKultur

Nêçîrvan Barzanî li çi film temaşe dike

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê digel hijmareke parlamenter û wezîrên Herêma Kurdistanê, konsul, diplomatkar û pisporên leşkerî yên biyanî, fermandarên pêşmergeyê Kurdistanê, malbatên şehîdan û berpirsên leşkerî û hikûmî, roja pêncşemê 08.09.2016ê li bajarê Hewlêrê filmê bi navê Pêşmerge ji derhênana feylesofê fransî Bernard Henrî Levy hat nîşan dan.Di destpêka merasima nîşandana filêm Pêşmerge de, Bernard behsa mijara film û çewaniya amadekirina film kir û diyar kir ku, filmê Pêşmerge li hijmareke sînemayên welatên Ewropa û cîhanê hatiye nîşan dan û di festîvala Kan ya taybet bi warê sînemayê de jî hatiye nîşan dan, wî di axaftina xwe de serketin û mêrxasiya pêşmerge li bereyên cenga dijî trorîstên DAÎŞê bilind nirxand.Filmê Pêşmerge ku filmekî dekomentarî ye û li ser şerê hêzên pêşmerge li dijî terorîstên DAÎŞ e, mêrxasî, zîrekî, qaremanî û serketinên berdewam yên pêşmergeyê Kurdistsnê bi ser terorîstan de nîşan dide.Weke tê zanîn ji bo amadakirina filmê navborî, Bernard û tîma pê re demeke dirêj û zêdetir ji hezar kîlometran li çeperên hêzên pêşmrge ji başûrê Kerkûkê heta digeke Şingalê xebitîne.

Back to top button