DosyaPolîtîk

Nêçîrvan Barzani: Pêşiya şer bigrin

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzani li ser gefên hukumeta Bexdayê û êrîşên milîsên Şîe ku Îranê ve girêdane daxûyaniyek ji bo cîhanê belav kir. Daxûyanî:


Piştî Serokwezîrê ıraqê Heyder Ebadî roja 10ê Cotmehê di civîneke çapemeniyê de gefa destpêkirina êrîşên leşkerî bo ser Kurdistanê xwariye, ev çend rojeke bi armanca êrîşkirinê hejmareke zêde ya hêzên artêşê û Heşda Şeibî li derdora bajarê Mûsilê heta Kerkûk û Xaneqînê hatine komkirin.Em weke hikûmeta Herêma Kurdistanê, daxwazê ji birêz Ayetûllah Seyîd Elî Sîstanî, ji hemû aliyên iraqî, hemû rêxistinên sivîl û aştîxwaz, Neteweyên Yekbûyî, Amerîka, Yekîtiya Ewropa, dewletên endamê hevpeymaniya li dijî DAIŞê û dewletên endamê Civata Ewlekariya Navdewletî û welatên cîran dikin, ku bi lezgînî destkariyê bikin da ku navçeyê ji şerekê nû dûr bixin. Ji hêzên iraqî û hêzên derve diaxwazin bi ti awayî hewla derxistina şer nedin. Çimkî encamên wê yên xirab dê li rewşa Iraq û hemû navçeyê bibe, zemîna bihêzbûna DAIŞê û rêxistinên din ên terorîstî xweş bike.Em weke hikumeta herêma Kurdistanê  bo çareserkirina hemû pirsgirêkan ew amade ne guftugoyê bikin û berpirsiyariya êrîşan jî dixin ser stûyê aliyê beramber û bi taybetî jî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî.Daxwaz ji hemû pêkhateyên Iraqê ji kurd, ereb, tirkmen, krîstiyan û ji hemû ku bi moralekî bilind, ji bo bersivdana hemû êrîşan amade bin û hemû awayî ji bo parastina bajarên Kurdistanê piştgiriyê bidin pêşmerge da ku bajarên Kurdistanê jî mîna Mûsil, Enbar û bajarên din ên Iraqê wêran nebin, herwiha daxwaz ji hemû partî û aliyên Kurdistanê jî kir, ku ji bo parastina aştiyê û berevaniya Kurdistanê, yekhelwest bin.Bajarên Herêma Kurdistanê penagehek bûne ji bo xwegirtina bi sedan hezaran penaber û koçberên şerê DAIŞê û şerê mezhebî. Pir ecêb e, ku hikûmeta Iraqê dixwaze bi êrîşa serbazî aramiya van navçeyan jî ji hole rake.Di sala 2014ê de piştî reva Artêşa Iraqê, hêzên pêşmerge gihişte hewara xelkê wan navçeyan û ew ji êrîşên DAIŞê parastin û got: “Me çendîn caran ragihandiye, ku nabe ti çareseriyeke dûrê ji daxwaza nîtşecihên wan herêman were sepandin. Divê rêveberiyeke xwedan taybetmendî, ku xwesteka hemû pêkhateyan li ber çav digre ji bo wan navçeyan were danîn. Ji bo vê armancê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye hemû hevkariyan bike.Niha jî dubare dikin ku,em bo guftugoyê amade ne û naxwazin bi çek prisgirên xwe çareserbikin û naxwazin bi komkirina hêz û pêngavên şerxwaz bersiv ji wan re were dayîn.Serokwezîrê hukimeta Kurdistanê Nêçîrvan BarzanîNêçîrvan Barzanî13.10.2017

Back to top button