Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeka serbaziya Amerîkaê kir

Di van rojan de hatin ş çûyina Hewlêr gelek zêde bûye. Rojane carê çend şand serdana Hewlêr dikin.Di çerçova van serdanan de ,Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Roja  2018-09-11 pêşwaziya şandeka serbaziya Amerîkayî bi serokatiya General paul Vanek kir, ku ji bona bi dawî hatina erkê xwe û nasandina cihgirê xwe Serokwezîran kir.Di hevdîtinekê de, Generalê Amerîkayî ji bona alîkarî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji kar û erkên wî re, spasiya hikûmetê kir û kûrtiyek derbarê parastina asayiş û alîkarî yên Wezareta Pêşmerge ji bo perwerde kirina Pêşmrge û rêxistina wezaretê xiste berçav.Vanek herwiha, l General Paul Joseph bi Serokwezîr nasand, ku biryar e  li cihê wî wek Fermandeyê hêzên hevpeymanan li Îraqê û Sûriyê dest bi kar bibe.Serokwezîr bi spasî kirina rola General Vanek, xuyakir Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge  ji bo alîkarî û hemahengî bo nehêlana metirsiya serhildana terorê berdewam dibe.Herwiha spasiya hewlên General Venek ji bo rêkxistina Wezareta Pêşmerge kir û hêviya serketinê ji bo her du generalên Amerîkayî di erkên nû de xwest û berhev bûna hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hêsankarî û alîkarî bo kar û erkê fermandeyê nû yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûryê nîşanda.Liu dawiyê jê behsa rewşa deverê, piroseya siyasî û pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê û hilbijartinên Herêma Kurdistanê kirin. 

Back to top button