Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî: Piştî şêwrê dema hilbijartinan tê diyar kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku di civîna îro de dema hilbijartinan nehatiye diyarkirin, lê piştî şêwra ligel aliyên siyasî dem tê destnîşan kirin.Piştî civîna Serokatiya Parlamento, Hikûmet û Komisyona Bilind a Hilbijartin û Referandûmê yên Herêma Kurdistanê, ya derbarê hilbijartinan de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser naveroka civînê bersiva rojnamevanan da.Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku di civîna îro ya parlamento, hikûmet û komisyonê de dema hilbijartinan nehatiye diyarkirin, lê piştî şêwra ligel aliyên siyasî dê dem were destnîşan kirin.Barzanî wiha axifî: “Derbarê wan pêngavên ku heta niha avêtine Komisyona Hilbijartinê raporta xwe pêşkêş kir. Parlamentoyê behsa aliyê yasayî kir û hikûmetê jî behsa wan amadekariyan derbarê mijarê de kir. Biryar hat dayîn ligel aliyên siyasî biaxifin û piştre roja hilbijartinê were diyar kirin.”Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê ka gelo çi asteng li pêşiya hilbijartinan hene? Serokwezîr wiha bersiv da: “Tişta min fam kiribe pirsgirêkeke wiha nine. Îro em hemû rûniştibûn, kêşeyeke wiha nine. Hinek meseleyên teknîkî hene û divê bên çareser kirin. Lê min pirsgirêkeke wiha nedît.”Derbarê 250 milyar dînarê Bexda û meaş de jî Nêçîrvan Barzanî got: “Tu pere ji Bexdayê bo meaş ji Hewlêrê re nehatine şandin. Ew pere hatine ser hesabê Liqa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê.” 

Back to top button