Polîtîk

Nêçirvan Barzani: Referandum naye paşxistin

8ê Tebaxa 2017ê, her du polîtboruyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê ji bo gotûbêjkirina aktîvkirina Parlamentoya Kurdistanê û amadekirina zemînê pêkanîna referanduma serxwebûna  Kurdistanê bi hev re civiyan.Şanda PDKê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û şanda YNKê bi serpireştiya Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtboruya wê partiyê, Mele Bextiyar ketin civînê.Piştî bi dawîhatina civînê, Nêçîrvan Barzanî û Mele Bextiyar konfranseke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin.Mele Bextiyar ragihand: “Xaleke giring a civîna îro ev e ku behsa rêkevtina stratejîk hat kirin û behsa wê hat kirin, ku gelo em li ser rêkevtina stratejîk a xwe ya berê berdewam dibin an dikin. Ew armancên ku di rêkevtina stratejîk de pêk hatine, dawî bi wan hatiye û yên ku hêj pêk nehatine jî, divê em bi hev re xebatê bo bidestxistina wan armancan bikin.”Mele Bextiyar herwiha behsa rêkevtineke nû ya di navbera YNKê û PDKê de jî kir û diyar kir: “Ji bo ku em bikarin, pêkve bo qonaxeke bilindtir di nava wan guhertinên ku li navçeyê rû didin, biçin û herwiha bo çareseriya wan arîşeyên ku di nava civakê û hizra xelkê û astengî û zehmetiyên xelkê de heye, pêwîstî bi rêkevtineke nû heye, ku armancên rêkevtina stratejîk dê bikeve nava wê rêkevtinê û ew rêkevtin jî dê bi şêweyekê be, ku li ser hesabê ti aliyekî nebe. Em dê tenê xalên hevbeş û armancên hevbeşên PDKê û YNKê kom bikin û em dê têkoşînê bikin, ji bo ku wan pêk bînin.”Mele Bextiyar aşkere kir jî, ku Tevgera Goranê û Komela Îslamî biryar dane û ligel referandûm û serxwebûnê de ne û hin hûrgilî mane ku ligel wan tên gotûbêjkirin û di van çend rojan de bo van pirsan dicivin.Herwiha got jî: “Piştevaniya çûna şanda me bo Bexdayê dikin û hêvîdar in ew welatên ku li ser pirsgirêkan diaxivin guhê xwe bidin Kurdan jî û bizanin em çendî nîgeran in li ser çarenivîsa me çawa mafên xwe bidest dixin. Hêvîdar in çûna şanda me bibe sedema wê yekê ku careke din miletê me nekeve nîgeraniyê.Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ragihand, civîneke girîng bû, me berê bersiva nexşerêya YNKê daye û îro bi pratîkî çawa ew nexşerê cibicî bibe me behs kir. Ev qonaxa nû pêwîstî bi rêkeftineke nû heye û em rêkeftin ku komîte bê damezrandin û bi cidî dest bi cibicîkirin û nivîsîna wê rêkeftinê bikin.Nêçîrvan Barzanî got jî: “Biryara referanudmê cidî ye û em jê venagerin. Ew aliyên daxwaza paşxistina referandumê kirine, me ji wan re got bedîlê we çi ye û wan ti bedîl diyar nekirin.”Derbarê pirsa mûçe û jiyana xelkê de, Nêçîrvan Barzanî got: “Me komîte dirust kirine û hin pêdeçûnê tê de dikin, pêwîste sîstemeke me hebe bo dana mûçe û heta ew yekalî nebûye.”Derbarê pirsa parlementoyê de got: “Ji me re girîng e parlamento bê aktîvkirin, me biryar daye û amade ne û ti mercên me tune ne bo aktîvkirina parlementoyê. Hêvîdar im aliyên din vegerin û her demê vegerin jî girîng e.”

Back to top button