Nûçeyên Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê dîplomasiyek serkeftî rêve dibe

Nêçîrvan Barzanî  serokwezîrê Kurdistanê dîplomasiyek serkeftî rêve dibe

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi keseyeta xwe û diplomasiya piştî 16ê octoberê rêve birî hişt ku Kurdistan ji xeteriyek mezin derkeve hêdî hêdî ber bi aramiyê ve herê. Astenga di rêya aramkirina rewşa  Kurdistanê sê tiştên bingehîn bûn. Yekemin helwesta Amerika û dewletên YE di derbarê pêkanina Referanduma serxwebûna Kurdistanê û vê yekêve girêdayî helwesta dewletên herêmê, duyem helwesta hukumeta Iraqê di derbarê Kurdistanê û bi karanina metodên leşkerî , sêyem helwesta navxwe ya hinek aliyên siyasî li Kurdistanê û xiyaneta 16ê octoberê û bermayên wê.

Hukumeta Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzani mercên heyî bi awayek rasteqênî nirxandin û li gora vê jî siyasetek liberal û serkeftî rêve bir û berê Kurdistanê ji tevlihevbûn, têkçûnê û xirabiye veguhazt û  ber bi pêşkeftin , aramiyê û huzura xelkê ve bir. Niha Kurdistan ber bi başiyê ve diçe .

Başe serokwezîr Barzanî çi kir û diplomasiyek çewe rêve bir ?

 

  • Bi tenê (120) rojan da, zêdetirê (70) hevdîtinên siyasî, (15) beyanname û daxuyanî, (12) kongreyên rojnamevanî, belgeyên wê serkeftinane.
  • Siyaseta nermî ya Nêçîrvan Barzanî hevkêşeyan diguhere

Piştî rûdanên (16)ê cotmeha 2017ê tehdîtek mezin li ser Herêma Kurdistanê û ezmûna dehên salan desthilatdariya xwe birêvebiriya Kurd, ji aliyê civaka navdewletî û bi serpereştiya Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê hebû. Ev gef jî bi sedema daxwazkirina mafekî rewa ya gelekî bû ku sedan sale ji bo wê hewl dide ku ew jî referandûma serxwebûnê ku li roja 25ê Eylûla 2017 birêveçû.

Di referandumê de zêdetirê %93 ê beşdaran dengê bi “Belê” ji bo serxwebûnê dan, lê belê yariyên siyasî û berjewendiyên welatên bi hêz ewe xwest ku dijî Herêma Kurdistanê rawestin. Heta gef û metirsî ji siyasî ve berev serbazî ve gûherî û rûbirûbûnekî tund li navbera Pêşmerge û Heşda Şe’bî (ku li nav lîsta terora Amerîka û Ewrupadane) bi berçavê hemû cîhanê rûda û civaka navdewletî jî bêdengiyê hilbijart.

Xiyaneta ku 16ê octoberê wek xencerek bi jehr li pişta Pêşmergeyên Kurdistanê dayîn, rewşa Kurdistanê ber bi aloziyek mestirve bir. Carekî din hinek aliyên siyasî yên kurd bi serokatiya çeteyên xiyanetê di nava YNKê de ku, kurê Celal Talabani Basel û Lahor Talabani serkêşî dikiran xiyanetek mezin li Kurdistanê  û daxwaziyên miletê kurd kirin.

Ev metirsî ji bilî berdewamiya qeyrana darayî û aborî, kêşeya navxweyî, nebûna xizmetguzariyê û dehan gileyî û nîgeraniya hemwelatiyan hate holê.

Derbaskirina vê rewşê gelek dijwar bû. Ji ber ku Kurd nêzîkî %50 ê axa xwe ya li Başûrê Kurdistanê de ji dest da û qeyrana darayî kurtir bû û desthilata hikumeta Iraqê li ser Herêma Kurdistanê zêdetir bû. Eve jî bû sedema wê yekê Hikumeta Herêma Kurdistanê rûbirûyê rûxanê bibê. Ji bo wê yekê derbaskirina Kurdistanê ji vê qonaxê da şiyan û jêhatiyekî pêwîst bû ku çawa bikarê serkirdayetiya ji navbirina van gef û qeyranan bike.

Lê belê jêhatîbûna Nêçîrvan Barzanî bi sedema dîplomasiyeta nerm û liberal, karî rewşa bi lez û bez bigûhere. Bi awayek ku tenê di 120 rojan da dehan gûhertinên mezin rûda ku evên li xwarê beşekî wan rûdanên girîngin:

  1. Serkeftinên Pêşmerge li “Pirdê, Sihêla, Mehmudiye, Zummar û Mexmûr”, qonaxa yekema rabûna Herêma Kurdistanê bû.
  2. Gotarên dîplomasiyên Nêçîrvan Barzanî ji bo pabendbûna destûra Iraqê, hengavê dûyema şikesta neyarên Kurd bû û ji aliyeke din ve serkeftina Kurdistanê ji aliyekî din ve bû.
  3. Guherîna gotara Amerîka û Rojava beranber Herêma Kurdistanê, hengavê sêyema serkeftina hikumeta Barzanî bû.
  4. Tundbûna helwesta Amerîka û Rojava beranber Iraqê û daxwazkirina wan ji bo hevdîtin û guftûgo li gel Herêma Kurdistanê, hengavên çarem ya serkeftina Herêmê bû.
  5. Şikandina dorpêça li ser Herêma Kurdistanê ji aliyê Fransa ve û hevdîtina Nêçîrvan Barzanî li gel Emanuel Macron Serok Komarê Fransa li Parîs li 01.12.2017, hengavê pêncem ya serkeftina Herêma Kurdistanê bû.
  6. Serdanên Almanya, Îtalya, Swîsre, Bexda û Tehran û peywendiyên telefoniyên li gel Serok Wezîra Brîtanya, Serok Wezîrê Îtalya, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Wezîrê Derveyê Amerîka û Berpirsên dinên cîhanê, hengava şeşema serkeftina Barzanî bû.
  7. Hatina Wezîra Berevaniya Almanya û Wezîrê Derveyê Fransa û têkşikandina dorpêça ser geştên navdewletiyên firokxaneyên Hewlêr û Silêmanî, hengavên heftem ya serkeftina Nêçîrvan Barzanî bû.
  8. Hengava heştem ya serkeftina Barzanî di paşarojeke nêzîktir zêdetir rûn dibê. Piştî serdana duyem ya Almanya, paşê jî ya Brîtanya, eve jî guhertinên mezin li pey xwe de tîne û hevkêşeya Kerkuk û navçeyên dinê derveyê Herêma Kurdistanê li berjewendiya hikumeta Barzanî ve diguhere.

Nêçîrvan Barzanî, li xeraptirîn rewşa siyasî, serbazî, aborî, kêşeya navxweyî, nebûna yekrêzî, ji bilî li berpirsiyariya Serok Wezîr, çendîn desthilatên dinê Serokê Herêma Kurdistanê jî girt stûyê xwe, lê belê karî vê rewşê ji xerabiyê derbas bike, her çende beşek ji kêşeyan maye, lê belê ew jî ji bo derbasbûnê dem û derfet û aramiyeke zêdetir dixwaze.

Nêçîrvan Barzanî li van (120) rojan da ku bûye sedema wan guhertinan li vê dema kêm de, zêdetir (70) hevdîtinên siyasî li ser astên navxweyî û navdewletî encamdaye. Her wiha Hikumeta Herêma Kurdistanê zêdetirê (15) beyanname û daxuyanî belavkiriye. Serok Wezîr zêdetirê (12) civînên rojnamevanî encam daye. Ji bilî çendîn gotar û beşdarbûna bi dehan çalakiyên siyasî û aborî, lê belê ev hemû tevgerên siyasî û dîplomasî ji bo van guhertinan sedemek nînin, van guhertinan pêkanî. Zimanê dîplomasî û aramgirtin û nirxandina rewşê û helwestên siyasiyên Nêçîrvan Barzanî bû ku van guhertinan pêkanî. Ew ji bo derbasbûna ji qeyranan bi awayekî jîrane rastiyê nirxand û bi planê kar kir.

Nêçîrvan Barzanî çawa hevkêşeyan guherand?

Eger bi hurî li vê zimanê dîplomasiya Nêçîrvan Barzanî temaşe bikîn ku piştî (16)ê cotmehê ve kar pêkir, emê bizanîn ew guhertin çawa dirust bûn, an jî dibînîn li çi qonaxek çi cûre siyasetek pêwîst buye û li qonaxa dawî li ser asta navdewletî çi cûre zimanek û helwestekî siyasî pêwîst bûye. Evên xwarê beşekî ji guhertina wan helwestanin:

 

  1. Di dema birêveçûna referandûmê ve Hikumeta Herêma Kurdistanê amadehiya xwe ji bo guftugokirina li gel hikumeta Iraqê derbirî, ji bo ku hêceta hikumeta Iraqê nemîne ku bibêje Hikumeta Herêmê dergehên xwe girtiye.
  2. Hikumeta Herêma Kurdistanê bi hemû awayekî şer retkir û daxwaza guftûgo û aştiyê kir. Heta ku Hikumeta Iraqê hêceta bikaranîna serbazî nemîne.
  3. Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji civaka navdewletî kir ku navberkarî li navbera Hewlêr û Bexda de bike. Eve jî sedemek bû ku carekî din bala civaka navdewletî rabikêşê.
  4. Daxwazkirina aştiyê ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê û retkirina rêyên serbazî, sedemeke din bû ku civaka navdewletî peywendiyên xwe yên li gel Hikumeta Herêma Kurdistanê asayî û normal bike.
  5. Bersîvdana tometên Heyder Ebadî, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve bi zimanekî dîblomasiyane û bi belge ve, bala civaka navdewletî rakêşa bo ku zext û gûşaran li ser Hikumeta Iraqê bike.
  6. Hikumeta Herêma Kurdistanê bi berdewam daxwaz ji aliyê Iraqiyan û welatan kir ku navberkarî bikin û Herêma Kurdistanê aştî û pêkve jiyanê dixwaze.
  7. Hikumeta Herêma Kurdistanê li hemû hevdîtinên siyasî de peyama ewe gihandiye ku ew şerê rûdaye li navbera Pêşmerge û Heşda Şe’bî sedema wê Hikumeta Iraqê bûye, neku Herêma Kurdistanê û niha jî em daxwaza diyalogê dikin.
  8. Li ser asta navxweyî jî Nêçîrvan Barzanî bi xwe sedemek bûye ji bo dirust nebûna dû îdareyî û zêdetir ji hevdû veqetîna nav mala Kurd û serkeftinê jî bi dest ve anî.

 

Nûçe / analiz

 

 

 

 

 

Nerîna min :