CîhanPolîtîk

Nêçîrvan Barzanî û Mike Pence rewşa Îraqê nirxandin

Mike Pence Cîgirê Serokê Wilaytên Yekgirtiyên Amerîkayê Roja Dûşem 2018-09-10 peywendiyeka telefonî bi Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re kir.Cîgirê Serokê Wilaytên Yekgirtiyên Amerîkayê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li peywendiya telefonî behsa rola Herêma Kurdistanê û hewlên pêkanîna Hikûmeta nû ya Îraqê kirin û pêdagirî jî li ser stratijiya hevpar navbera Herêma Kurdistanê û wilayetên Yekgirtiyên Amerîkayê kirin.Barzanî ji bona alîkarî kirina Herêma Kurdistanê û Îraqê li şerê dijî terorê spasiya Amerîkayê kir. Her wiha pêdagirî li ser alîkarî û hemahenya pitir navbera her du aliyan ji bo serketina yekcarî bi ser terorê li Îraqê kir.Cîgirê Serokê Wilaytên Yekgirtiyên Amerîkayê  tevî vê yekê ku pesna rol û egîdiya Pêşmerge li şerê dijî terorê kir, ji bona bi hev re jiyan û azadiya olî li Herêma Kurdistanê spasiya Serokwezîr kir.Her du aliyan li dawiyê jî pêdagirî li ser karê hevpar û hemahengî ji bo yarmetîdana koçber û pêkhatî yên olî li Îraq ji bo vegeryan bo ser cih û malên xwe kirin.

Back to top button