Polîtîk

Nêçîrvan Barzani:Îdîayên Îranê li ser Hewlêrê weke komedî ne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê îdîayên hin berpirsên Îranê ya derbarê Hewlêrê de ragihand, ku Komara Îslamî ya Îran cîranekî baş ê Herêma Kurdistanê ye û li hember ewlekariya cîranê xwe jî nabe gef.Îro 07-01-2017, şandeke bilind a PDKê ya di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî de li bajarê Silêmaniyê li gel Polîtbûroya YNKê civînek pêk anî.Piştî civînê Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar di civîneke hevpar de derbarê naveroka civînê daxuyanî dane çapemeniyê.Mele Bextiyar: Referandûm ne xelet bû Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar da zanîn, ku piştî krîza 16ê Cotmehê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de weke PDK û YNK wan pêwîst dîtiye civîneke wiha di asta bilind de encam bidin.Mele Bextiyar balkişande helwesta hikûmeta Bexdayê ya piştî giştpirsiya serxwebûna Herêma Kurdistanê ya 25ê Îlona 2017ê û got: “Pêwîst nedikir bi wê xirûr û hêza leşkerî werin ser Kurdistanê. Ji ber çi wiha kirin? ji ber wê ku me referandûm kir? Me ti dijminekî şîe û sunniyan ne aniye ser vî welatî. Li jêr ve me ne li dijî vê hikûmetê ti planek jî nekiriye. Pêwîst nedikir ji ber mafekî demokratîk bi wê hêza leşkerî û bi tevê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê werin ser Kerkûkê.”Mele Bextiyar da zanîn, ku di civînê de hilbijartinên Iraqê, yên Herêma Kurdistanê û herwiha yên navçeyên nakok, peywendiyên di navbera herdu partiyan û aliyên din ên siyasî yên Herêma Kurdistanê, hatine gotûbêjkirin.Di berdewama axaftina xwe de Mele Bextiyar destnîşan kir, ku herçend hikûmeta Iraqê helwesta xwe ya li hember Herêma Kurdistanê neguhertibe jî lê hin amajeyên erênî yên ji bo çareseriya pirsgirêkan xuya bûne.Berpirsê Polîtbûroya YNKê da xuyakirin: “Me di civînê de bi berpirsiyarî ezmûna Herêma Kurdistanê, geşedanên li herêmê gotûbêj kir û ji bo guftugoyan deriyeke nû vekir da ku bizanin herdu alî digihin kîjan encaman û çawa dikarin kêşeyên aborî yên gel çareser bikin.”Nêçîrvan Barzanî: Civîna me pir giring bûJi aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî balkişande ser giringiya vê civînê û got: “Me nêrîna xwe ya li ser danûstandinên li gel Bexdayê alogor kir. Em gihiştine wê biryarê ku civînên me berdewam bibe. Em gihitşine wê nêrînê ku deriyê serkeftina me yekgirtina hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê ye. Hêviya me ew e, ku bi yekgirtî em bikarin bi hevre vê qonaxa zehmet derbas bikin.”Nêçîrvan Barzanî bibîr xist, ku di daxuyaniyên berê de jî eşkere kiriye, ku Hewlêr ji bo çareseriya pirsgirêkan di çarçoveya Destûra Iraqê de amade ye û axaftina xwe wiha domand:“Helwesta me eşkere ye, di çarçoveya Destûra Iraqê de em amade ne wan pirsgirêkên ji 2005ê heta niha çêbûne, çareser bikin. Çi gava Bexda amade be em jî amade ne.”Serokwezîr Barzanî peywendiyên di navbera PDK û YNKê de weke “peywendiyên dîrokî” binav kir û diyar kir, ku peywendiyên herdu aliyan qonax bi qonax gihiştiye îro.“Hemû partiyên Kurdistanê bi hevre biçûna Bexdayê baştir bû”Li ser pirsa rojnamevanan a derbarê serdana şanda hevbeş a Tevgera Goran, Komela Îslamî û Hevpeymanî Bo Demokrasî û Dadperweriyê ya ji bo Bexdayê, Mele Bextiyar da zanîn, ku ew şand bêyî şêwirîne li gel ti partiyekî an jî hikûmeta Herêma Kurdistanê çûne Bexdayê, lewma di vegerê jî de derbarê hevdîtinên xwe de ti zanyarî nedane wan.Mele Bextiyar got: “Em jî PDK jî ji bo Bexdayê hatine vexwendin lê em neçûn. Lê eger wan derbarê çareserkirina pirsgirêkan û dabînkirina bûdceya Kurdistanê gotinên baş kiribin ew jî baş e.”Nêçîrvan Barzanî jî da xuyakirin, ku ew ji serdana şanda hevbeş a van partiyan agahdar nebûye û diyar kir: “Pêwîst dikir hemû hêzên din ên partiyên Kurdistanî li gel wan hebaya. Wiha baya baştir dibû. Bi vî awayî dikariya bi yekdengî û bi hêz daxwaza mafên Kurdan bihata kirin.”“Îdîayên li ser Îranê weke komedî ne”Li ser pirsekî derbarê îdîayên ku dibêjin, “plana xwepêşandanên Îranê li Hewlêrê tên amade kirin” Serokwezîr Barzanî wiha axivî:“Îdîayên derbarê destwerdana nav xwepêşandanên Îranê pir komedî ne ne ku rastî. Destê Herêma Kurdistanê di nava pirsgirêkên Îranê de nîne. Îran cîranekî me yê giring e. Weke Herêma Kurdistanê herdem me xwestiye peywendiyên me yên li gel Îranê baş bin. Ev siyaseta me dê berdewam jî bibe. Em bi tu awayî nabine navgîneke têkbirina ewlekariya Îranê. Berovajî, tişta ku li Îranê çêdibe meseleyekî navxwe yê Îranê ye, ti peywendiya wê bi me ve nîne û em dixwzin zû çareserî jê re peyda bibe.”Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî da zanîn, ku dema hilbijartinên Herêma Kurdistanê dê hefteya pêş dê were destnîşan kirin. Necmî Salih/Rûdaw

Back to top button