CîhanVîdeo

Almanya bangî Bexda dike: Dest guftugoyê bikin

Serokwezîrê  Kurdistan Nêçîrvan Bazanî, li gel wezîrê derve yê Almanya Sigmar Gabriel civiya û piştî civînê di kongirekî rojnamevanî hevbeş de got: “Em sipasiya alîkariyên Almanya ji bo gelê Kurdistanê dikin” û behsa wan dijwariyan kir ku bi ser êzdiyan û mişextên destê DAIŞê de hatin.Serokwezîr got: “Em hatine vir, daku em pabendbûna xwe bi çarekirina kêşeyan di nav Hewlêr û Bexdayê de bidin xuyakirin û em amade ne ji bo aramî û ewlehiyê li bin siya destûrê kêşeyan li gel Bexdayê çareser bikin û destûr wekî ku heye were bicîkirin”.”Em rêzê li biryarên dadgeha federal ya Iraqê digrin û pêwîst e diyalog li ser bingeha destûrê bê encamdan û em ji Almanya û civaka navdewletî dixwazin ku di vê çarçoveyê de alîkariya me bikin”.Serokwezîrê  Kurdistanê diyar kir ku “Niha em di qonaxa piştî DAIŞê de ne û em daxwaz dikin ku hemû alî hevkar bin ji bo avakirina navçeyên wêranbûyî û sipasiya Hikûmet û Perlemana Almanya dikin ku dema rahênana hêzên Pêşmerge dirêj kirin û bi hêvî me civînên me li gel berpirsên din yên Almanya berhemdar bin. https://www.youtube.com/watch?v=UeUaKKzDsy8

Back to top button