Polîtîk

Li Rojavayê Kurdistanê newroz qedexeye li Diyarbekir tê pîroz kirin

PYD li Kurdistana Rojava pîrozbahiyên newrozê qedexe kir.Çekdarên PYDê di derbarê Newrozê li Kurdistana Rojava de  komek biryar standin û bi hêcêtên vale pîrozbahiya Newrozê qedexe kirin.Ji roja evara 20 Adarê heta roja 23ê Adarê pêxistina agirê Newrozê, çalakiyên ji bo Newrozê bêne kirin qedexe kir.Herweha hemû cureyên ahengên Nerozê hatin qedexe kirin. Koma çekdarên PYDê ku wek asayiş têne navkirin da xûyakirin ku heçi kesên agirê Newrozê pêxin dê bêne cezakirin.Ji aliyê din li Diyarbekir û gelek bajarên Kurdistana Bakur HDPê ji bo newrozê izin girt û taybetî li Diyarbekir tê pîroz kirin.

Back to top button