Cîhan

Newroza Serxwebûnê li Schweinfurta Elmanyayê Pêk Hat

Civata kurdên Schweinfurta Elmanyayê li bajarê ku lê dijîn ahengek ya newrozê pîroz kirin. Amadekarên Newrozê li ser pîrozbahiya Newroza 2017ê nivîsek ji bo Rojevakurd rêkirin.Newroza Serxwebûnê li Schweinfurta Elmanyayê Pêk HatNewroza Serxwebûnê ya ku ji aliyê Civata Kurdên Schweinfurt hatibû amade kirin, doh (11.03.2013) li bajarê Schweinfurt a Elmanyayê bi girseyî û coş pêk hat.Newroz di demjimêr 15.30 de bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpê kir û SirûdaNetewî  ya Kurdistanê Ey Reqîb hate xwendin. Piştre Serokê Civata Kurdên SchweinfurtêOsman Cinar  axaftineke kir û xêrhatina mêvanan kir.Di ahenga Newrozê de  şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn û bi taybet, şehîdên Kurdistanê Dr. Silêman (Sait Çürükkaya), Resûl Muhammedzade, Şîfa Gerdî û Wahîd Kuvîlî di axaftinan de hatin binavkirin û bibîranîn.Piştî axaftina Serokê Komeleyê Osman Çinar, mebûsa Eyalata Bayern ya SPDyê rêzdar Kathi Petersen axaftineke kir. Kathi Petersen di axaftina xwe de Newroza Kurdan û Kurdistaniyan pîroz kir û piştgîriya xwe da diyarkirin û herwiha dilxweşî ya xwe anî ziman. Paşê jî Seroka Şaredariya bajarê Schweinfurtê rêzdar Sorya Lippert axifî û Newroza Kurdan pîroz kir û piştgiriya xwe diyar kir. Sorya Lippert di axaftina  xwe de diyar kir ku ew gelek dilxweş e bi beşdarbûna vê ahenga Newrozê û her wisa daxwaz kir ku xebatên wisa berhemdar û bi coş her hebin û berdewam bin. Piştî vê axaftinê jî berdevkê Civata Kurdên Elmanya birêz Mehmet Tanriverdî li ser rewşa Kurd û Kurdistaniyan axaftineke kir û aheng pîroz kir.Piştî axaftinan Ahenga Newrozê li gor herikîna bernameya xwe berdewam kir û li gor vêjî, berî Koma Çarpel Pêşanîndaneke ya Govenda Kurdan pêk anî û bi rengeke Kurdistanî  ahenga Newrozê xemilandin.Herwiha di ahengê de peyamên ji Ewropayê û ji Kurdistanê jî hatin pêşkirin. Ji Brûsselê Rojnamevanê Kurd Cevat Sinet bi axifteneke netewî û yekîtî û girîngîya xwedî dewletbûna miletê Kurddestnîşan kir.Pişt re jî peyama Serokê Giştî yê PAKê birêz Mustafa Özçelîk hate xwendin. Di peyamê de nêrîn û pêşnîyarên gelek girîng yên ji bo  her çaraliyên Kurdistanê hatin ser ziman. Özçelîk di peyama xwe de da diyarkirin ku di nav her şertê de jî divê hemû partiyên Kurd pirsgirêkên xwe yên siyasî bi aliyekî ve bihêlin û bi hemû hêza xwe ve piştgiriya pêvajoya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bikin. Ev yek wek bûyereke jiyanî hate nîşankirin.Herwiha di berdewama peyamê de jî birêz Mustafa Özçelîk ji bo Rojhilat, Bakur û Rojavayê jî pêşnîyarîyên xwe pêşkêş kirin û Newroza miletê Kurd pîroz kir.Aheng û şahiya Newrozê paşê jî çalaktir berdewam kir. Koma Rojava, hûnermend Jan Jiyan û Hîlat Welî,  Keça Kurd, Arjîn Şêxo û hûnermendên hêja yên endamên Koma Çarpel bi stranên xwê atmosfera şevê bilind kirin û coşeke mezin tevlî ahengê kirin. Helbestvan Ozan Sîdo û Keça Kurd Xemrevîn jî bi helbestên xwe şev xemilandin. 12.03.2017 

Back to top button