Civak

Nifusa ermeniyan li Kurdistanê

Li gor kitêba demografîstê fransî Vital Cuinet ko sala 1891-ê çap bûye li wîlayeta Diyarbekirê ko sancaqa Erxenî û sancaqa Mêrdînê jî pê re ye nifûsa wîlayetê hemiyê 471 462 ye. Nifûsa ermeniyan jî 79 129 e.Li Merkez Sancaqa Diyarbekirê bi xwe nifûs hemî 143 923 ye. Nifûsa ermeniyan jî 32 373 ye.Li merkeza bajarê Diyarbekirê û gundên gelek nêzîkî bajarî nifûs hemî 45 000 e. Nifûsa ermeniyan jî 12 229 e.

Wisa bihesibînin ko fransiyekê xiristyan ko dilxwazê ermeniyan e ev statîstîk daye û hemî ewropî û rûsan jî qîma xwe bi vê kitêbê anîne.Rewşa nifûsa ermeniyan li wîlayeta Erziromê, Sêwasê, Mamuretul Ezîzê, Bidlîsê, Wanê, Mûsilê û Helebê jî kêm-zêde wekî ya li wîlayeta Diyarbekirê ye.Vital Cuinet gelek caran nifûsa kurdan wekî “misilman” dide. Yanî divêt mirov misilman + kurd + êzdî + şîî/elewî wekî kurd bihesibîne.Ezê paşê nivîsareka dirêj li ser vê meselê binivîsînim.Arif Zêrevan

(Ji rûpela Arif Zêrevan ya Facebookê )

Back to top button