CîhanDosyaPolîtîk

Niha dema herî munasib e ji bo serxwebûnê

 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî panelekê  di konferansa “Kurdistan Havpeymana Stratejîk a Amerîka” de ku li Washingtonê bi rê ve diçe, got:Niha dema guncaw e bo biryara xwe bidinMesrûr Barzanî di konferansê de axvtinek kir û got: “Dixwazim tiştekî bibîra wa bînim, dema ku hikûmetên Iraqê yek li dû yekê komkujî, enfal, kîmyabaran bi serê me dikir, ti helwesteke civaka navdewletî li hemberê wan kiryaran tune bû, ji ber ku wek pirsgirêkên navxweyî lê temaşe dikirin, lê dema Sedam Hiseyn êrîşî Kuwêtê kir, Amerîka serkirdayetiya hevpeymaniyekê kir bo rizgarkirina vî welatî.”Mesrûr Barzanî got jî: “Pirs ew e, heta kengî xelkê me dikare di tirsê de bijî û ti dilniyayek ji aliyê civaka navdewletî bênetê dayîn.”Herwiha amaje bi wê kir, ji piştî 2003an û proseya azadkirina Iraqê ve, her tiştek kirin bo demokrasî li wî welatî peyda bibe, lê desthilatdarên Bexdayê li hember xelkê Kurdistanê bi xirapî danûstandin dikin.Mesrûr Barzanî amaje bi wê jî kir, dema DAIŞê hatin, di xeyala hin serkirdeyên Iraqê de derket ku Kurdistan ne beşek e ji Iraqê û bûn hevkar ku me dûr bixin.Mesrûr Barzanî tekez kir, ku niha dema serxwebûna Kurdistanê ye û got: “Ew derfeta me ye bo yeksanî û wekheviyê bidest bixin û wek gelên din bijîn, ji ber wê jî niha dema wê yekê ye ku serbixwe bibin.”Mesrûr Barzanî got: “Heger li Iraqê rêkeftineke siyasî û aborî hebûye û valahiya ewlehiyê nebûye, DAIŞ dirust nedibû, DAIŞ ji encama pirsgirêkên din e, pirsgirêkên me gelekin û kûr in, berî DAIŞê jî Qaide hebû. DAIŞ bi dawî dibe, lê tiştekî din dê derkeve. Heger çareserî ji binî ve nebe, pirsgirêk mezin û berdewam dibin.”Mesrûr Barzanî amaje bi wê da: “Divê çareseriya rasteqîne bibînin, me riya xwe hilbijartiye. Dema Iraq hewl dide pirsgirêkan bi bijardeya serbazî çareser bike, pirsgirêkên serbazî yên mezin derdikevin. Me jî çareseriyeke aştiyane hilbijartiye, bi riyên aştiyane dixwazin pirsgirêkan çareser bikin û ligel Bexdayê guftûgo bikin.”Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê got jî: “Pêwîst e dilniyabûna me ji hemû cîhanê hebe, bo rêzê li xwastekên gelê Kurd bigirin, ji ber wê referandûmê bi rê ve dibin, heger encama wê zelal be, dibe binemayek bo çareserkirina pirsgirêkan û ligel Bexdayê danûstandinê dest pê dikin.”Mesrûr Barzanî got: “Gelek kes bi hûrî li babetan nanêrin û ji me re dibêjin ku dema ne guncaw e û dê bandoreke nerênî li ser şerê DAIŞê bike. Em bi wan re dibêjin, dema DAIŞê berê xwe da Kurdistanê, ji ber ku DAIŞ ji ber siyasetên Bexda yên şaş dirust bû. Me jî di demeke kêm de rûbirûyî dijminekî bihêz bûn ku çekên nû û pêşkeftî ji artêşa Iraqê ket destên wan.”Herwiha got: “Ji ber DAIŞê yek milyon û 800 hezar koçber hatin Herêma Kurdistanê, ku ji ber daketina nirxê petrolê pirsgirêkên darayî hebû û hikûmeta Iraqê budceya Herêma Kurdistanê birî û rêgirî dikir ku çek ji welatan bigihe destê Pêşmerge. Siyaseta Bexdayê di warê serbazî û aborî bi me re ne alîkar bû, ma çawa dikarin bibêjin ku referandûm dê bandoreke nerênî li ser şerê DAIŞê bike.”Mesrûr Barzanî behsa xaleke din kir ku dibêjin, ji referandûmê pirsgirêk derdikevin, Mesrûr Barzanî li ser wê xalê got. “Ji we re zelal dikim ku pirsgirêk ji referandûmê dernakevin. Ji ber ku Iraqê nikariye hin cihan biparêze, Pêşmerge çû wan deveran û ew parastin û ew keyfxweşin ku Pêşmerge li wan deveran in. Heger Iraq karîba ew cih biparastana Pêşmerge nediçûn wir, bi taybet jî navçeyên Êzidiyan.”Herwiha got: “Iraq dikare madey 140 cibicî bike, lê ew naxweze encamên wê bibîne û kar li ser bike. Iraqê ew maf neda wan navçeyan, niha em wê mafê didin pêkhate û netewan ku çarenivîsa xwe diyar bikin. Ew biryarê çawa didin û çi hildibijêrin, em hevkar û piştevan dibin.”Mesrûr Barzanî got: “Kurdistan take cih bû ku Amerîka jê de serperiştiya hêzan kir li dijî DAIŞê. Em jî bi vê yekê şanaz in. Divê dilniyayê bidin xelkê Kurdistanê ku welatekî serbixwe ye, dilniyayê bidin wan ku parastî ne û mafên tevahiya pêkhateyan parastî ne.”Herwiha got: “Dibînin ku li tevahiya welatên Rojhilata Navîn pişta xwe dane sîstema demokrasiyê û dezgeh û navendên olî û tundrewî dadimezrînin. Tenê Kurd take cih e li Rojhilata Navîn demokrasî, aştî û aramî tê de heye. ji ber wê daxwaza piştevaniya Amerîka dikin alîkariya me bike, ji bo ku dilniya bin ku tiştê me avakiriye nerûxe, ji ber ku bê wê yekê her tişt rûbirûyî gefê dibe.”

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di dawiyê de gotara xwe tekezî li wê yekê kir, ku niha dema guncaw e bo biryara xwe bidin.

Back to top button